NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS
Li ser hilbijartinên parlementoya Iraqê ku biryar e roja 12’ê gulanê wê were li dar xistin Komîsyona Serbixwe û Bilind ya Hilbijartinên Iraqê daxuıyaniyeke nivîskî weşand.
Komîsyon ragihand ku ji bo hilbijartinên sibê hemû amadekarî temam bûne û ji bo gel bi awayekî aram û bi ewle dengê xwe bikar bînin hemû tedbîrên pêwîst girtine.
Komîsyonê ev agahî dan: “Wê ji bo hilbijartinên li seranserê Iraqê 24 mîlyon 349 hezar û 357 hilbijêr dengê xwe bikar bînin. Wê gel li 8 hezar û 959 navend û 55 hezar û 232 cihan bikarin dengê xwe bikar bînin.
Wê 4 hezar rojnamegerên ji dezgehên fermî yên Iraq û saziyên çapemeniya navnetewî hilbijartinan bişopînin.
Ji bo hilbijartin di rewşeke bi ewle de derbas bibe komîsyona hilbijartinê 74 hezar 646 çavdêr hatine erkdar kirin. Partiyan jî 133 hezar 415 kes ji bo çavdêriya sindoqan erkdar kirine.
Di nava çavdêrên navneteweyî ku dixwazin hilbijartinan di cihê wê de bişopînin de 329 rojnameger jî hene.
Herî dawî jî komîsyon bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.


