Diyarname
Di hilbijartina 24'ê pûşperê de kî alî kî dike, kî dengê xwe dide kî her ku diçe zelaltir dibe. Huda-Par ku kurtedemek berê ligel hin partiyên kurdan xwestibûn îtîfaq ligel HDP'ê çê bikin û ji HDP'ê kontenjan xwestibûn piştî ku HDP'ê ev kontenjan neda ew ket nava bloka dijî HDP'ê. Huda-Parê niha biryar da ku di hilbijartinê de piştgiriya AKP'ê û berendamên Serokomariyê Recep Tayyip Erdogan bikin.
Serokê Giştî yê Huda-Parê Mehmet Yavuz li Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê û wisa got: "Erdogan vîna xwe eşkere kiriye ku Pergala Hikumeta Serokomariyê bidomîne, me jî biryar da ku piştgiriya wî bikin."


