Diyarname
Rojnameger û helbestvanê kurd Xelef Zêbarî roja 24'ê gulanê li Washingtona Amerîkayê di 70 saliya xwe de wefat kir. Wî ligel salên dirêj karê xwe yê di Radyoya Dengê Amerîkayê de gelek helbest jî nivîsîbûn û hin ji helbestên wî hunermendan kiribûn stran. Yek ji wan jî "Nesrîn" e. Strana "Nesrîn" bi Mihemed Şêxo navdar bû paşê gelek kesên din xwend. Niha ji bo bîranîna Xelef Zêbarî em vê "Nesrîn"ê bi awaza Mihemed Şêxo dikin klîba hefteyê û pêşkêş dikin. Fermo:


