Diyarname
Derhêner Ahmet Uluçay (55 salî) li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Çapaya Stenbolê di dema dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.
Ji ber tumora di mejiyê wî de û nexweşiya zatureyê derhenêr Ahmet Uluçay ev 2 meh bûn ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Uluçay îro saet 11.00'an de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Uluçay li ber Sînemaya Beyogluyê dê merasimeke bê li dar xistin û piştî nîvro dê cenazeya wî bişînin bajaroka Tepecik a girêdayî navçeya Tavşanliya Kutahyayê.
Uluçay kî ye?
Derhêner Ahmet Uluçay di sala 1954'an de li bajaroka Tepecîkê hatiye dinê û du zarokên wî hene. Wî gelek salan ajokariya kamyonê kir. Ew bi fîlmê "Karpuz Kabugundan Gemiler Yapmak" (Ji Qalika Zebeşan Çêkirina Keştiyan) ku ji zarokatiya xwe sûde girtibû û kişandibû hat nasîn. Fîlm li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê bal kişand ser xwe; nêzî 40 xelatî girt.
ULuçay heta niha bi navê ‘Optik Duşler’, ‘Koltuk Degneklerinden Kanat Yapmak’, ‘Bizim Koyun Orta Yeri Sinema’ û ‘Bizim koyde bayram sabahi’ çend belgefîlm kişandiye.
Derhêner Uluçay herî dawî fîlmê xwe yê duyem ê metrajdirêj "Bozkirda Bir Deniz Kabugu" kişandibû.


