Fêrgîn Melîk Aykoç
Werger; bi gişti tiştên nivisandî bi wate û naverokê ve ji zimanekî ji bo zimanekî din wergerandin e. Bi taybetî jî di warê zanyarî û çandê de roleke bingehîn dilîze. Bi latînî translation tê gotin. Ev li gel wateya wergerê di wateyên din de jî tê bikaranîn. Peyva latînî wateya xwe ya bingehîn ji daçeka “trans” (di ser re, sererast, di nav re) digire.
Divê mirov weregerê têke du beş, yek wergera ji tîpên cuda ku bi latînî jê re “transkription” tê gotin. Ya duyem jî, wergera nivîsên zimanekî ji bo zimanekî din “translation.” Bêguman pêdiviya me kurdan bi her duyan jî heye.
Transkription
Ji ber ku kurdî bi çend alfabeyan hatiye nivîsandin, ji bo ku em kurd bikanin berê zanyariyên ziman û çandên din hev têbigihîjin, divê, berhemên bi tîpên erebî û kirîlî hatine nivisandin, ji bo tîpên latînê werin wergerandin, yan jî transkripandin. Li gel wan klasîkên me bi zêdehî di bin bandora erebî de ne, nivşên nû hîç nikane wan têbigihîjin. Divê ew bi kurdiya îro werin nivisandin. Wekî mînak Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi hêla birêz Jan Dost ve ji bo zimanê îro hatiye wergerandin (sipas ji bo wî). Divê hemû berhemên soranî yên girîng ji bo tîpên latînî werin wergerandin ku em bizanin, ka li wê beşê çi hene, em ê çawa bikanin ji wan sûdê werbigirin. Dîsa nivisên bi hewremî, pehlewî ûhwd jî gelek in. Bi dîtina min ev ji wergerandinên berhemên Ewropî girîngtir û pêşektir in. Heta ku em xwe bi giştî nenasin, em ê nikanibin çandên din jî baş têbigihîjin.
Girîngiya wergerê
Mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ziman bi xwe heta radeyekê hişmendî û psîkolojiya mirov bi xwe ye. Li gel wê şêweyeke hebûna ramandin û hişmendiya mirovbûnê ye. Ew afirandineke civakî, dîrokî, sincî û wergirtina tevahiya azmun û zanistiya civakî ye. Her civak, her kom û komalgeha ziman di dîroka xwe de bi serê xwe di proseseke peresen û pêşveçûnê re derbazbûye. Azmûnên gelan cuda cuda ne, zimanên wan jî li gor pêşveçûna civakên wan e. Lema jî mirov dikan bi hêsanî bibêje ku her ziman li gor rastiya xwe nirxandin û têgihiştineke cihanî ye. Ji ber vê karekterê jî her ziman xwedanê form, têgîn û peyvên cûda ne. Di wergerandinan de venivisandina van cudahiyan bi serê xwe dewlemendiya form, têgîn û peyvan bi xwe re tîne. Ji bo van venivisandinan asoyên ziman berfireh dibe, rê ji bi awayên cuda bikaranîna peyv û têgînan re vedike. Ji ber vê egerê jî werger di peşxistina zimanan de roleke gelek girîn werdigire.
Çend gotin li ser dîroka wergerê
Bêguman werger bi têkiliya komên mirovan ên di dema berevkirinê de destpêkiriye, bi avabûna bajardewletan re berfireh bûye. Wekî mînak tekiliyên somer û akadan, têkiliyên medan û grêkan û hwd.
Di van salên dawiyê de li ser têkiliya Mîtaniyan û Fraûnan hin agahiyên nû derketin holê. Li Misirê tabletên nivisandî yê Mîtaniyan derketin. Keyayê Mîtaniyan bi şaşî tableteke bi zimanê mîtanî-hûrî dişînin Misirê, ev jî di nava arşîva fraunan de hate dîtin. Ev bi serê xwe baş nîşan dide ku dîroka wergerê gelek kevn e.
245 sal berê zayînê di bin navê “Sebtuaginta de Tewrat ji bo zimanê grêkî tê wergerandin. Ji ber ku ev tê zanîn û heye.” Ev wekî wergerandina yekem ya bi belge tê nasîn.
Dîsa sala 196 ‘an berê zayînê nivisandinên li ser kevirê di bin navê “Rosette” de tê nasîn, ji bo kiptî (misiriya kevn) û grêkî tê wergerandin.
Di warê wergerê de navê yekemîn navê Hieronymus (331-420 paş zayînê) e, Wî încîla hebreşî ji bo latînî wergerandiye. Ew niha di nava xiristiyanan de wekî keseke pîrozwer tê zanîn.
Di sedsala 9 – 10’an de li Bexdayê komeke zanyar berhemên zanyarî yên fîlozofên grêkî ji bo erebî werdigerînin.
Dîsa di dîrokê de di warê wergerê de navê “Dibistana Toledo”yê jî gelek girîng e. Wê dibistanê di sedsala 12 û 13’an de berhemên zanyarî yên bi erebî ji bo latînî wergerandine.
Jixwe di vê roja me de êdî werger li ser înternetê jî pêk tê. Wekî mînak mirov dikane piraniya wergerên pexşanên îngilîzî di nava înternetê de bixwîne.
Hin xeteriyên wergerê
Lê hinek xeteriyên wergerandinan jî hene. Bi taybetî jî ji bo me kurdan ev xetere hê zêdetir in. Ji ber ku sazî û dezgeheke me ya navendî-netewî tune, her wergerkar dema peyvekê nebîne bi serê xwe peyveke nû diafirîne. Şaşî di vir de ye. Em parçe parçe ne. Rewşenbîrên me yên li ser bingehê perwerda bi erebî xwendine wergerandinê bi mantiqê erebî, yên bi tîrkî xwendine bi mamantiqê tirkî, yên farisî xwendine bi mantiqê farisî û yên li Ewropayê jî xwendina bi mantiqên wan zimanan peyvan diafirînin, yan jî werdigerînin. Ev jî di ziman de tevliheviyekê gelek xirab derdixe. Ev di nivisandinên kurdan de xwe bi zelalî dide der.
Wekî mînak: Yek ji bo xeyalê peyva “nigaş”, ez û hin kesên din jî em peyva “xewjîn” hin jî peyva “xewnerojk” bikartînin .
Mînakeke din; hin aqilpîjan peyveke bi navê “metirsî” afirandine. Ev wergerandina peyva tirkî “korkular(imiz)” wateya “tirsnak” û “xeternak” talûke de tê bikaranîn. Ji bin ve şaş e, ser û binkirina rêzmana kurdî ye. Pêşgîna “me” berlêkera nerênî ya fermanê ye. Gava mirov bibêje “metirse” yanê “netirse!” tirkiya wê “korkma”. Ango gava mirov bibêje “Metirsiyên me hene.” Bi tirkî tê wateya “korkmamalarimiz var” Kurdiya peyva tirkî “korkular” “jêtirsîn tirsnak” û hwd e.
Ev mînakên jor jî gelek baş zelal dikin ku xeteriyên wergerandinê çi ne.
Divê kesên karê wergerandinê dikin, haya xwe ji rastiya ziman hebin. Bi serê xwe, li gor mantiqa xwe peyvan neafirînin. Peyv afirandin jî bi serê xwe zanyariyeke taybetî dixwaze. Divê ev tenê karê komisyonên zanistî be. Divê mirov peyvan ji zaravayên kurdî yên din werbigire. Gava di zaravayan de jî tunebû, divê mirov wekî hemû neteweyên Indo-Cermen hin têgînên latînî bikarbîne, lê şaşiyan de bi rik nebe.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan
***
Ji bo nivîsên din ên li ser WERGERê li beşa 'NÎQAŞ'ê binêrin


