Riha
Şaredariya Sêwregê li navendê peykera hunermend Şivan Perwer çêkir
Peykera Şivan Perwer li ser Bulvana Taxa Înonu ya Sêwregê ku li xaçerê ye hatiye çêkirin. Peykerê ku bi qasî sê metreyan mezin e di nav du heman de hatiye çêkirin.
Cîgirê Şaredarê Sêwregê Mustafa Hivi Abikoglu da zanîn ku ewê di rojên pêş de bi awayekî fermî vekirina peykerê pêk bînin û ji bo merasima vekirina peykerê ewê Şivan Perwer jî vexwînin navçeyê.


