Diyarname
Lîstika "Çîroka Zivistanê" ku Haldun Dormen û Kemal Uzun nivîsandiye niha li kurdî hate wergerandin û ji bo lîstinê amadehî temam bûn.
"Çîroka Zivistan" ji aliyê Haldun Dormen û Kemal Uzun ve hatiye nivîsandin û lîstik bi tirkî bi navê "Bir Kiş Oykusu" hatiye lîstin. Heman lîstik bi navê "Delî Delî" ji bo fîlm jî hatibû kişandin û di fîlm de Kemal Sunal lîstibû. Ev lîstik niha ji bo kurdî hate wergerandin û dê wekî muzîkal ji aliyê lîstikvanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê lîstin.
Lîstik ji aliyê Mem Mîrxan, Lal Laleş û Mîran Janbar ve ji bo kurdî hatiye wergerandin. Xwediyê lîstikê Haldun Dormen ji bo bi kurdî derxistina lîstikê ya ser dikê vê duşemê (21.12.2009) tê Amedê. Rejiya lîstikê ewê pêk bîne. Dormen ku berê bi tirkî ev lîstik bi rê ve biriye, niha digel ku bi kurdî nizane jî dê lîstikê bi rê ve bibe û vê yekê wekî gaveke ji bo piştgiriya aştiyê tîne ziman.
Li gor agahiyên me ji Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Muharrem Cebe girtin niha dê dest bi xebatên lîstikê bikin û hêviya wan ew e ku heta serê salê lîstik temam bibe û bê lîstin.
***
Nûçeyên eleqedar:
- "Zimanê Çiya" li Amedê hat ziman
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


