Diyarname
Di kongreya BDP'ê ku 1'ê mehê wê li dar bikeve de mebûsên Amedê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak wekî berendamên hevserokatiyê yên BDP'ê hatin diyarkirin.
Komîsyona Amadekirina Kongreyê ji bo amadehî û nîqaşên li ser kongreyê pêk bîne civiya. Piştî civînê serokê BDP'ê Demir Çelik û mebûsa Îdirê Pervin Buldan daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku berendamên wan ên hevserokatiyê Demirtaş û Kişanak in.
Çelik di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ji bo ew bibin dengê bêdengan bi gelek derdoran re hevdîtin pêk anine. Ji bo berendamtiya hevserokatiyê jî got ku navê wî, navê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, navê mebûsa Batmanê Ayla Akat Ata, mebûsê Amedê Aiın Birdal, mebûsa Stenbolê Sabahat Tuncel û mebûsa Mêrdînê Emine Ayna derbas bûye lê berendamtiya Demirtaş û Kişanak eşkere bûye. Çelik got ku heta roja kongreyê ger berendamek din dernekeve navê Demirtaş û Kişanak dê wekî hevserok ji bo kongreyê bêne pêşkêşkirin.


