Diyarname
Li Amedê provayên lîstika "Çîroka Zivistanê" ku şanogerê navdar Haldur Dormen bi rê ve dibe dest pê kirin. Lîstik 26'ê vê mehê wê derkeve ser dikê.
Şanogerê navdar ê Tirkiyeyê Haldun Dormen ji bo lîstikva "Çîroka Zivistanê" zivistanê bi rê ve bibe çû Amedê û provayên lîstikê dest pê kirin.
Haldun Dormen "Çîroka Zivistanê" ji çîroka Cevat Fehmi Başkurt a bi navê "Berî Cemed Bihelin" girtibû kiribû lîstika şanoyê û niha ev lîstik li Amedê wê bi kurdî bê lîstin. Lîstikê Haldun Dormen bi xwe bi rê ve dibe û lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dilîzin.
Dormen digel ku bi kurdî nizane jî lîstikeke bi kurdî bi rê ve dibe û li ser vê yekê wisa dibêje; "Em wisa dikin. Me çend caran lîstik bi tirkî xwend. Yanê bi xwendina bi tirkî me dest bi provayan kir. Dûre me bi kurdî lîst. Wê çaxê min êm kir kîjan peyv çi tîne ziman. Ji bo mîzansenê jî, mînak beşa 10 deqîqeyî ya lîstikê em pêşî bi tirkî dixwînin dûre dest bi mîzansena bi kurdî dikin. Dormen got ku ger ji niha û pêde firsend zêbe û pêşniyarên baş bên ew dikare bi kurdî lîstikê bide lîstin.
"Çîroka Zivistanê" bi tirkî wekî muzîkal hatibû lîstin. Heman çîrok bi navê "Deli deli kupeli" bûbû fîlm. Fîlmê ku Kartal Tibet derhêneriya wî kiribû, Kemal Sunal û Melike Zobu têde lîstibû.

***
Nûçeyên eleqedar:
- "Çîroka zivistanê" bi kurdî tê lîstin
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


