Diyarname
27'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ya Navneteweyî bi lidarxistina merasimeke mezin dest pê kir.
Ji bo destpêkirnia 27'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê li Salona Pêşangehê ya Lutfu Kirdar merasimeke hate li dar xistin. Di merasima ku ji aliyê Cansu Dere û Mehmet Ali Alabora ve hate pêşkêş kirin de Şevval Sam jî ji muzîka fîlman konsereke pêşkêş kir.
Şev bi axaftina Serokê ÎKSV'ê Şakir Eczacibaşi dest pê kir. Festîval ku her sal Xelatên Rûmetê dide, îsal Xelatên Rûmetên ji ber keda wan a ji bo sînemayê dan Ediz Hun, Ekrem Bora û Îzzet Gunay.
Lîstikvanan navdar a Îtalyayê Claudia Cardinale ku li dinyayê bi xweşikî û bi lîstikvaniya xwe mora xwe li serdemekê da bû ji Festîvla Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de girt.
Merasim bi nîşandayîn fîlmê "Karamel" (Derhêner Nadine Labaki) bi dawî bû.
Îsal di festîvalê de bin 20 beşan de li dor 200 fîlmî têne nişandayîn. Fîlmên festîvalê li Beyoglu li Emek, Fitaş 1, Atlas 1 ve Atlas 2, Beyoglu û li Kadikoy jî li sînemaya Rexxê têne nîşandayîn.
Di wanê Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Navneteweyî de gelek fîlm ji bo Laleya Zêrîn bi hev re dikevin qayişkêşanê.
Di wanê Pêşbaziya Neteweyî de hin fîlmên bi kurdî jî hene.
Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de 12 fîlm dê ji bo Laleya Zêrîn, di beşa Pêşbaziya Neteweyî de jî 11 fîlm dê bi hev re bikevin qayişkêşanê. Fîlmên bi beşa Pêşbaziya Neteweyî de ku hin jê bi kurdî tirkî de bi giştî ev 11 fîlm hene: “Multeci / Reis Çelik”, “Hazan Mevsimi: Bir Panayir Hikayesi / Mehmet Eryilmaz”, “Hawar / Mehmet Guleryuz”, “Golge / Mehmet Gureli”, “Ulak / Çagan Irmak”, “Sakli Yuzler / Handan Îpekçi”, “Gitmek / Huseyin Karabey”, “Firtina / Kazım Oz”, “Tatil Kitabı / Seyfi Teoman”, “Ara / Umit Unal”, “Nokta / Derviş Zaim”
Her wiha xelata Efes Pilsen û ya Radîkayê ya Gel jî dê bê dayîn


