Amed
Enstîtuya Kurdî ya Amedê û kovara W'yê bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi slogan û mebesta “Bila li darê dinyayê û di Adarê de dareke te jî hebe” li ser riya Amed-Rihayê li Talaytepeyê dê daran biçîne.
Enstîtu û kovarê daxuyaniyeke weşand û wisa got: "Em hemû kurdperwer, kurdîhez, nivîskar, xwendevan, xwendekar, pale, karmend, mamoste, şanoger, betal û bijîşkan vedixwînin vê çalakiya xwe. Heke tu saz, gîtar, def, zirne, bilûra xwe bîne dê qatek goştê din were ser çalakiya me!"
Ji bo çûyîn û hatinê wê serwîs bê amadekirin.
Cihê kombûnê: Li ber Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn –Orman Parkı ya Dîclekentê-
Dîrok: 14 Adar 2010, Yekşem
Saeta birêketinê: 10.00


