Diyarname
Li Tirkiyeyê yek ji navdartirîn lîstikvan Turkan Şoraş bi merasimeke wê wekî 'Qasida Niyetbaş a UNICEF'ê ya Tirkiyeyê' bê îlankirin.
Civîna ragihandinê wê li Otela Nippon a li Stenbolê li dar bikeve û di merasimê de wê Serokê Komîteya Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNICEF'ê (Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî) Prof. Talat Halman, Nûnerê Ofîsa Welat UNICEF'ê Rezza Hossaini û şanoger Mujdat Gezen amade bin.
Hunermendên navdarên ên wekî Peter Ustinov, Audrey Hepburn, Roger Moore, Vanessa Redgrave, Susan Sarandon, Mia Farrow, Emmanuelle Beart û Whoopi Goldberg jî bi rêya UNICEF'ê alîkariya ji bo zarokan dikin û di vî warî de xebata xwe didomînin. Di nav 'Qasidên niyetbaş ên UNICEF'ê de kesên wekî Kraliçesi Urdunê Rania, stranbêja navdar Shakira, lîstikvanê îngilîz David Beckham, lîstikvana navdar Angelina Jolie jîheye.
Li Tirkiyeyê jî şanoger Yıldız Kenter û Müjdat Gezen, piyanîst Gulsin Onay, nivîskar Ayşe Kulin, rojnameger Tayfun Talipoglu jî 'Qasidên Niyetbaş' ên Komîteya Neteweyî ya Tirkiyeyê ya UNICEF'ê ne.


