YEKO ARDIL
‘Futbol lîstikeke ji aliyê 22 kesan ve tê lîstin, bi mîlyonan kes lê temaşe dikin û tim û tim alman bi ser dikevin.’ ev gotina navdar a derbarê tîma neteweyî ya Almanya de hatibû gotin, îsal pûç derket. Ya rastî du bûyerên dilşadiyê yên Kûpaya Cîhanê ya îsal yek jê beşdarnebûna tîma neteweyî ya tirk e ku serkeftin û wendakirinên wan tevde belayê bi xwe re tîne û ya diduyan jî têkçûna tîma Almanyayê ye ku derseke dîrokî ji wan re diviya.
Çaxa em tê de dijîn mirov dikare wekî serdema futbolê jî bi nav bike. Di dîroka dinê de bi qasî vê sporê tu diyarde hinde navdar, hinde belav û hinde nasyar nebûye. Sînema û siyaset jî bêguman di asteke bilind de navdariyê û dewlemendiyê bi xwe re tînin, lê bikî nekî bi qasî futbolê bandorê li civakê nake.
Niha siyasetmedarê herî navdar û yê bi dehan salan li ser desthilatê mabe jî ji aliyê tevahiya tebeqeyên civakê û piraniya dinê ve ne pêkan e were nasîn. Lê mezin piçûk her kes Crîstîano Ronaldo û Leonel Messî nas dike. Ji xwe dewlemendiya aborî ya lîstikvanên wekî wan bi zelalî nayê zanîn.
B taybetî di demên Kûpaya Cîhanê û ya Ewropa de di her malê de bi qasî çend car û danê lîstika futbolê heye, li ser gelek kolanan di ekranên qirase de futbol tê temaşekirin, li piraniya xwaringeh, aşxane û qehwexaneyan de berê piraniya miletê li ekranan e. Ew jî qîmet û payeya vê sporê hîn pirtir bilind dike, êdî li cem gelek mirovan bi teşbîhê tiryakê ye, di nav xwîna wan de cih girtiye û gava dengeki wê lîstikê jî dibihîsin nema îdare dikin, bi lez didin pey wê dera ku ew lîstik li wir dihê lîstin. Helbet ji ber ku lîstikek giran e û li her derê jî derfeta lîstina wê nîn e, piraniya gel wekî temaşevan in. Li aliyê din bi riya vê lîstikê pareyên bêsinor di nav pergalekê de dizivirin. Ew jî li aliyekî wekî lîstikên hêvîdariyê û bendewariyê ruhiyeta civakê xera dike, lê sermayeya dinê ji wê gelek sûdê werdigire, di serdema vê gavê ya cîhanê de guherandina wê jî ne pêkan e.
Ev lîstika ku cîhan ji xwe re kiriye dîl ji serdemên kevnar ve vedîtiye û her çiqas ne bi qayde û rêgezên îro jî be tim hatiye lîstin. Li Asyayê zêdedir di baregehên leşkerî de dilîstin, ew jî wekî perwerdeyeke leşkerî ya sporê dihat dîtin. Her wisa li gelek deverên dinê di heman teşe û rengî de lîstik hatine tespîtkirin lê ya zelal li Îngilistanê ye. Tevahiya dinê vê angaştê di cih de dibînin û futbolê wekî îcadeke îngilizan qebûl dikin. Di demên berê de li wir futbol di nav gund û bajarokan de dihat lîstin, beşdariya lîstikvanan bêsinor bû. Lê demek hat ev pêşbazî vedigeriya alozî û tevliheviyeke civakî, wê demê jî lîstik hat qedexekirin. Li gorî daneyên dîrokî bi qasî sêsed salan ev qedexe domiyaye.
Hinde nasyarî û qîmetdayîna vê lîstikê di sedsala 20'an de ye. Êdî di nav sînorê welatek an jî parzemînekê de namîne û dibe cîhanî. Rast e serkêşiya wê Ewropî dike, lê li welatên dûr û parzemînên cihê jî pêşketinên gelek mezin pêk tên. Niha welatên Amerîkaya Latîn, Amerîkaya Başûr û li Afrîka jî gelek welat hene ku zorê li ewropiyan dibin. Ew jî mirov dikare bi kolonyalîzmê ve girê bide. Wekî mînak îngiliza li ku hikum kirine ew çand jî bi xwe re birine.
Di kupaya ku Arjantîn û Îngilistan hatin hemberî hev û Arjantînê Îngilistan têkbir de jî lîstik wekî lêvegera hesabên şerî hat binavkirin. Îngilizan giravên Falklandê dagir kiribûn, Arjantînê jî bi fermandariya Maradona tola xwe girt. Di wê lîstikê de Maradona bi destê xwe golek avêt û navê "Destê Xwedê" li bûyerê kirin.
Îsal gelek tîmên neteweyî nekarîn xwe li ser lingan bigirin, têk çûn. De were li şîn û girîna wan miletan binêre. Mîna ku di şerekî cîhanî de wenda bikin, wisa dilsojî ye. Ya rastî li cem gelek miletan wekî şer jî tê dîtin. Bi taybetî almanên ku di şerên cîhanî de têkçûbûn, dilê xwe bi serkeftinên futbolê şad û germ dikirin. Îsal ew jî bûn qurbana Erdogan. Her du lîstikvanên tirk ku çûn cem wî li Almanya bûn sedema nerazîbûneke tund. Divabû teknîk dîrektor Joachîm Low ew negirtibana kadroyê. Lê Low bi ya xwe kir, bi israr ew dan lîstin. Mixabin ne eşqa lîstikê bi wan re mabû ne jî lîstikvanên din ên alman dilşad bûn. Di encamê de Almanya wenda kir. Miletê alman têra xwe giriyan, şîn kirin. Gava mirov li bûyerê dinêre dibîne ku çiqas dişibe siyaseta dewleta alman jî. Tirk bûn sedem ku şerê cîhanê wenda bikin, di gelek danûstandinên wan de jî tim alman dixisirin, lê dîsa jî bi israr peywendiya bi trkan re diparêzin. Belkî ev bûyer cihê dersekê bigire û hişê Almanya jî bê serî. Lewre ji dewleta tirk tu fêde ji wan re nîn e. Eger na wê Almanya hîna di gelek eniyan de wenda bike.
07/07/2018, Yenî Ozgur Polîtîka


