Diyarname
Lîstikvana navdar Julia Roberts ku heta niha di dehan fîlman de derkek pêşberî temaşevanên sînemayê niha beşdarî rêzefîlmekî bû. Rêzefîlmê bi navê "Homecoming" li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê galaya wê hat çêkirin. Lîstikvana 50 salî Roberts yekem car e di rêzefîlmekî de dilîze.
Rêzefîlm fîlmekî psîkolojîk e. Robert jî di fîlm de rola Heidi Bergman dilîze ku ew kes endama hikumetê ya veşarî ye, di bernameyeke alîkariya ji bo gaziyên şer de kar dike.
Derhênerê rêzefîlmî Sam Esmail kiriye. Çar beşên pêşîn ên rêzefîlm li Torontoyê derketin pêşberî temaşevanan. Derhêner Esmail wisa got: "Gelek pirs hene û em hêvî dikin di dawiya rêzefîlm de bersiva hemû pirsan bê dayîn."
Rêzefîlm dê 2'yê sernamwezê di Amazonê de dest pê bike.


