Serkan Brûsk
Di demên kevnare de ji bo ku mirov rûbirû digel hev û din biaxivîna, diviyabû ew bi awayekî fizîkî hatibûna cem hev. Deng bênavbênkariya alaveke teknîkî ji ziman yekser çûba guh. Belkî ji salê çend caran çend mirovên bazirgan, alimên oldar an jî kesên di nava civaka xwe de xwedî gotin bûn; bi hinek erkan ji heremekê diçûn yeka din û hê nû dikarîbûn rûbirû çend gotin ji hev û din re bikirana…
Loma jî, têkiliyên rojane yên girseyî di nava heman miletan de ku bi heman zimanî diaxivîn jî pirr kêm çêdibûn. Vê yekê û nebûna hêzeke navendî ya birêvebirinî, rê li pêşiya zimanekî yekgirtî digirt. Her herêm bi devoka xwe diaxivî û li deverên ku alfabe dihate bikar anîn jî, nivîskaran bi devoka xwe dinivîsand. Îro bi saya van berhemên nivîskî yên bi zaravayên cuda hatine nivîsandin, em li ser jêder û karektera zimanan dibin xwedî nihêrîn.
Yewnanistan ji roja roj de ji giravan pêk tê. Di wan demên berê de li Yewnanistana ku bi her awayî pêşengiya bipêşketinên zanistî û hûnerî dikir, gelek devok dihatin bikaranîn. Fîlosof, şanoger, helbestvan û gelek kesên din ku têkiliya wan bi nivîsandinê re hebû, bi yek alfabeyê lê bi devokên cuda dinivîsîn. Wek mînak Sapfo ya Yewnanî ku ji girava Lesbosê bû, helbestên xwe bi devoka Eoliskayê dinivîsî. Platonê ji heman miletî jî ku bixwe xelkê Atînayê bû, berhemên xwe bi devoka Attika ya ku li Atînayê dihate bikaranîn, dinivîsîn. Rewşa wê demê ya Yewnanê ya siyasî û civakî ji bo pirrzaravayiyê destdêr bû. Desthilatdariyeke navendî tine bû ku devokekê bike serdest û karê xwe pê bide meşandin.
Skender (Aleksanderê Zilqernên) ê ku bi eslê xwe Makedonî ye, li gorî çavkaniyên nivîskî, ji ber ku ew û gelek fermandarên wî ne bi zimanê xwe yê dayikê lê bi devoka Attika ya Hellenî perwerde bûbûn, ew devok wek zimanê hukimdariya xwe bikaranîn û li beşeke mezin a cihanê belav kirin. Mirov dikare vê mînakê ji bo Selahedînê Eyûbî yê Kurd jî bide. Her çendî şert û mercên wan cuda bin jî, lê carekê ji kerema xwe re bifikirin, heger Selahedîn ji devokên wê demê yên Kurdî yek bikira zimanê birêvebirinê û desthilatdariya xwe û Skendr jî heman tişt bikira, ma îro rewşa ziman û miletên wan wê ji vê rewşa îro ne gelek cudatir ba?
Bêguman ew ê ji niha baştir ba. Lê tevî hemû wêranî, hewldanên tinekirinê, êrişên mezin jî, disa berxwedaneke xurt heye. Zimanê Kurdî bi hemû zaravayên xwe di nava geşedanekê de ye. Bi saya bikaranîna teknolojiya ragihandinê, zaravayên Kurdî jî heman wek mirovên Kurd aşînayî hev û din dibin.
Berî ez derkevim Ewrûpayê, min tenê Kirmanckî bihîstibû. Bi taybetî jî, piştî ez hatim Stockholmê bi salekê, Înstutiya Kurdî li Stockholmê sala 1996`an vebû, ji hemû beşên welêt rewşenbîrên bi zaravayên cuda dihatin Înstûtiyê û têkiliyên me yên zaravayî rojane xurttir dibûn. Birastî jî, di nava çend mehan de guhê min aşînayî Soranî û Kelhorî bû. Herçû xweber gelek peyvên Tirkî û Erebî şûna xwe dane peyvên Kurdî.
Di çarçova bihêzkirina têkiliyên zaravayên Kurdî de, Înstûtiya Kurdî li Stockholmê her sal Êvara Helbestên Zaravayê Kurdî li dar dixe. Salê careke jî be, em dil û hinavên xwe bi xweşiya helbest ango kulîlkên zaravayên Kurdî avreşandî dikin. Lê îsal ew ê bibe êvara duyemîn (07.10.2018) ku Înstûtî dê malovaniya helbestvanên ji zaraveyên Kurdî bike. Çalakiya yekêm destpêka îsal pêk hat. Dema ku dinya çavkor û hestqeşagirtî bû, û isma henûniyê di dilê wê de nemabû, hema bêje hemû helbestênvanên beşdarî êvarê bûbûn, bi zaravayên xwe berxwedana Efrînê silav kirin lê dagirkerî jî rezîl û rezîl kirin.
Em di vê mînakê de dibînin bê çawa zarava êşa milet dijîn û vedibêjin. Ji ber ku zarava zarokên ziman in û hevparê êş û xweşiya malbata giştî ne. Lê hinek ji zarokan derfetên derdikevin pêş ji bo xwe baş bi kar tînin û dibin nûnerên malbata xwe.
05.10.2018, Yenî Ozgur Polîtîka


