Diyarname
Na, we şaş nexwend, dema hûn li vê wêneyê mêze dikin ew pereyan qezenc dike. Ne hindik, salê 360 mîlyon û 291 hezar û 583 sterlîn. Belê bi mêzekirina vê wêneyê...
Em ji serî dest pê bikin: Ji dema ku telefonên modern, înternet, tora civakî ket nava jiyana mirovan dinya jî guherî. Û ji vê tora civakî herî zêde navdar kar dikin.
Kovara Forbes û Daily News li ser tora civakî lêkolîn kirin û ji vê tora civakî navdarên ku herî zêde pere kar dikin rêz kirin. Li gor vê lêkolînê herî zêde Cristiano Ronaldo pere kar dikin.
Kardashian
Kim Kardashian kesek navdar e. Li ser Instagram û Facebookê parvekirinan dike û bandorê li 224 mîlyon kesî dike. Ew ji van şopîneran salane 360 mîlyon û 291 hezar û 583 sterlîn pere kar dike.
Selena Gomez
Selena Gomez stranbêj e û 144 mîlyon kes wê dişopînin. Ew ji her parvekirinê 380 hezar û 985 sterlîn pere kar dike.
Beyonce
Beylonce stranbêj e û 118 mîlyon kes wê dişopînin. Dema wê fotografê xwe yê ducanîbûnê parve kir 10 mîlyon kesî ew "eciband". Her ku diçe sponsorên wê yên bi ser tora civakî re zêde dibin û ew ji her fotoyê 3.7 mîlyon pere kar dike.
Kendall Janner
Kendall Janner modelek e. 95,5 mîlyon şopînerên wê hene. D isala 2016'an de 10 mîlyon dolar kar kir. Serê her parvekirinê tê 368 hezar dolar.
Messi
Yê lîstikvan Lionel Messi 99 mîlyon şopînerên wî hene û serê her parvekirinê 500 hezar dolarî kar dike.
Ronaldo
Lîstikvanê portekîzî Cristiano Ronaldo Instagram bikar tîne û 143 mîlyon şopînerên wî hene. Ronaldo bi parvekirinek ji ser Instagram re 350 hezar Euro pere kar dike.
Wekî nota dawî, li Tirkiyeyê kesa herî zêde ji tora civakî pere kar dike Demet Akalin e ku serê her parvekirinê 10-15 hezar TL pere kar dike.


