Diyarname
Pêşbaziya Şerzan Kurt a çîrokan ku ji aliyê Egîtîm-Sena Batmanê ve tê lidar xistin dest pê kir. Yên bixwazin dikarin heta 15'ê adara 2019'an çîrokên xwe bişînin ber destên amadekarên pêşbaziyê.
Şerzan Kurt ciwanekî kurd bû ku li Zanîngeha Muglayê dixwen. Di 12'yê gulana 2010'an de di pevçûneke xwendekaran de bi gulekê polîsekî hat kuştin. Egîtîm-Sena Batmanê ji ev 8 sal in li ser navê wî pêşbazî li dar dixin. Pêşbaziya 8'emîn niha dest pê kir.
Vane şertên tevlêbûna pêşbaziyê:
ŞERTÊN TEVLÎBÛNÊ
1. Berhemên ku tevlî pêşbaziyê bibin divê berî niha li tu deveran (pirtûk, kovar, înternet hwd.) nehatibin weşandin.
2. Zimanê pêşbaziyê, Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye. Ji bo her zimanekî wê xelatek bê dayîn. Heke jûrî hewce pê bibîne dikare xelatê parve bike.
3. Heta 15ê Adara 2019’an divê çîrok tevî kurtejiyan, navnîşan û wêneyekî ji maila serzankurt2011@gmail.com re bên şandin.
4. Piştî ku encama VIII. XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KURT aşkere bû, berhemên ku jûriyê maqûl dîtine wê wek pirtûk bên weşandin. Kesên ku tevlî pêşbaziyê dibin vê xalê dipejirînin.
5. Encamên pêşbaziyê wê bi rêya çapemeniyê bên aşkere kirin û xelat di 8ê Avrêla 2019an de digel bernameyekê wê bê dayîn.
6. Xelat, peykerekî ku bi xisûsî hatiye çêkirin e. Xelat wek pere nayê dayîn.
JI BO XELATA KURDÎ DESTEYA HILBIJÊR
Şener Ozmen, Îrfan Amîda, Kristin Ozbey, Bahoz Baran, Weysel Tirpan, Mehmet Çakmak û Omer Kurt (Bavê Şerzan KURT e, ew dê deng bikar neyne.)
JI BO XELATA TIRKÎ DESTEYA HILBIJÊR
Aslı Peker, Ayşegul Tozeren, Belma Firat, Jale Sancak, Sibel Oral, Zeynep Uzunbay û Nejla KURT (Diya Şerzan KURT e, ew dê deng bikar neyne.)


