Diyarname
Piştî 1 Gulana 1977'an yekem car bi awayekî fermî karker li Taksîma Stenbolê ba hev û 1 Gulan Roja Karkerên Cîhanê pîroz kirin.
Digel DÎSK, KESK, HAK-ÎŞ, Turk-Îş û konfederasyonên din, partiyên siyasî jî ji serê sibê de berê xwe dan Qada Taksîmê. Her ku çû hejmara beşdaran zêde bû. Kortejên ku ji çend aliyan ve ber bi Taksîmê ve hatin li qadê hejmara mirovan gihîşt sed hezaran.
Kortej ji aliyê Tarlabaşi, Mecidiyekoy û Beşîktaşê ve ber bi Taksîmê ve herikî.
Saet tam 12'an de li Kazanci Yokuşu ji bo kesên di pîrozbahiya 1977'an de jiyana xwe ji dest dan deqeyeke rawestandina rêzgirtinê pêk hat.
Ji ber li qadê cih nîn bû, yên paşê hatin berê xwe dan Parka Gerî ya li Taksîmê.
Her wiha li Batman, Semsûr, Şirnex, Agirî, Bedlîsê jî bi hezaran kes derket qadan û 1'ê Gulanê roja karkeran pîroz kir.
.jpg)



