logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Bavê min Ehmedê Reşo

Ez di nav notên xwe de rast li peyvekê hatim, wiha digot: “Kurd pir in, lê tifaqa wan tune, heke bibin yek dê heqên xwe

  • Dîrok: 02/05/2010
  • Beş: Serbest

Edîb POLAT

Ez di nav notên xwe de rast li peyvekê hatim, wiha digot: “Kurd pir in, lê tifaqa wan tune, heke bibin yek dê heqên xwe bistînin. Ehmed Polat.”

Ez qala bavê xwe dikim, qala yê ku piştî êşeke xedar, li pey xwe bîranînên tijî keser, ked, hezkirin û ders hişt û ji nav me koç kir. Bi çûyîna xwe, wekî malbat me û hezkiriyên xwe dilkeser hişt.

Ew kî bû? Çawa jiya bû?

Çar sal piştî jidayikbûna wî, Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kiribû. Û xelaya Îsmet dîtibû wî, ji dê û bavekî yek tenê bû, bavê wî jî bê bira bû û kalê wî jî. Bavê wî Reşîd piştî hatibû devera Silîva carek din zewicî bû, şeş kurên wî ji xanima wî ya nuh çêbûbûn. Tirba bavê xwe Elî li ser kela Heskîfê hiştibû ku niha hêj li Çemê Dîcleyê dinihêre.

Gava ew hatibû dinê, li Zengilo, li gundê mala Bukarkê li hember dewletê şerê şêxan hebû, Şêx Mîzbehê mala Bukarkê mehkûm bû, beriya wî Şêx Fexrî bi çil xulam û mehkûmên xwe re serî hildabû. Şêx Mîzbeh di şerê Seletê de cih girtibû, hevalên wî yên mîna Cemîlê Seyda, Sereşê Baqustanî û Şêx Evdirehîmê birayê Şex Seîd di nava genim de hatibûn şewitandibûn, serê Şêx Evdirrehîmê birayê Şêx Seîdê Kal û cangoriyên din ji Kemal re şandibûn.

Reşîdê bavê wî li wî gundî niştecih dibe. Di nava xizaniyê de, di axa şêxan de mezin dike kurê xwe Ehmed bi kilamên Şêx Fexrî û serhildana şêxên kurdan. Ew nade xwendin, jixwe dibistan tune bûye li gund, lê ew xwendin û nivisîna bi tirkî ji ber xwe ve hîn dibe. Gava berê wî didin leşkeriyê, ew bi tirkî jî dizane, xwendin û nivîsandin jî. Lewma dixwazin wî bikin çawiş, lê îxbara wî dikin, dibêjin, “ew kurd e, dê kurdan biparêze û talîm û perwerdehiyê bi wan nake.” Terfî jê digrin, didin yekî din. Digot: “Cihêtiya nava kurd û tirkan ji berê de heye. Min li Manîsa leşkerî kir, wan ez kirim çawiş, lê yekî îxbara min kir got kurd e, terfiya min dan Temelê Kor!” Temel ji Trabzonê bûye û digel ku bi çavekî bûye jî, ew “çurûk” nenivisandine, di şertên Şerê Cîhanê yê 2’yemîn de pêdiviya dewletê bi leşkeran hebûye.

Di salên 1971-74’an de li gundên kurdan “Pêlkirina Qomando” dest pê dike. Gund bi gund, mal bi mal digerin, çekan ji gundiyan dixwazin. Ew vê eziyetê bi çavê xwe dibîne, digel ku çeka wî tune ye jî li gundê Çoltepe heqaret lê dibe. Piştî Derbeya 12’yê Rezberê, di sermaweza sala 1982’yan de gava ez hatim girtin, ew ji ber deriyê îşkencexaneyê neçû, xwe gihand rayedaran û qereqol qereqol li min pirsî. Li Hefsa Bi Nimreya 5’an ji hefteyê carekê dihat hevdîtina min, di berxwedanan de ew bi malbatên din re bû, kesên mîna Leyla Zana li wir nas kiribû. Tê bîra min, gelek caran ji ber ku ez bi wî re bi kurdî diaxifîm, ew ji odeka hevdîtinê derdixistin. Her wiha diya min jî. Wî carnan xwe nedigirt, li cem leşkeran qala sîstema dewletê û rewşa siyasî dikir, wê gavê gardiyan û fermandar li ser serê wî diciviyan, guhê xwe didan wî da tiştekî “sûckariyê” dibêje an na. Di mahkemeyên min de, li cihê guhdaran rûdinişt û bibaldarî heta dawiyê dozê dişopand. Di berxwedana sala 1984’an de (meha rêbendanê de), gava ji qawîşan dûxan bilind bibû û hemî malbatan êdî ji zarokên xwe dest şûştibûn, bavê min li ber deriyê girtîgeha Amedê bi yên mîna Îbrahîm Bulut (bavê nivîskar Selahattîn Bulut) re hewl dabû ku têkeve hundir. Lê digel ew çend êş û eleman, tiştek wekî bûyeran sala 1985’an li wî bandor nekiribû; Ew sal min cezaya xwe xelas kiribû û ji hefsê hatim berdan, lê nehatibûm berdan! Li ber deriyê Girtîgeha bi Nimreya 5’an careke din leşkeran ez teslîmî polîsan kiribûm. Bavê min wekî her car li ber derî li benda min bû. Wan ez birim avahiya Emniyetê ya ku berê li cihê “Defterdariyê” bû. Bi hinceta ku min hêj erka leşkeriyê bi cih neaniye, li qata şeşan ez girtim bin çav. Lê ez hêj xwendekarê zanîngehê bûm, mafê wan tune bû min bişînin leşkeriyê. Armanca wan tiştek din bû, planên wan yên kirêt hebûn, amadehiya “faîlî meçhûlan” dikirin. Bavê min ji vê yekê ditirsiya û tu car bawerî bi dewletê nedianî, carna bi henekan digot “heke şewqeya mirov bêhemdî têkeve nava têlan, mirov di sê mehan de nikare wê ji wir derxîne!” Bi rastî, di dema 12’yê Rezberê de me wekî girtî çi eziyet kişandibe, malbatên me du caran li me kişandine. Ew bi me re birçî, bi me re di girevan de bûne, meşiyane ji bo me û dar xwarine. Min dê qala bûyera sala 1985’an bikira. Şev e, tarî ye, çav çavan nabîne. Bavo ji bo ez werim berdanê, vir de tê, wê de baz dide, bi rayedaran re di dan û stendinê de ye. Jê re dibêjin “mafir ku kurê te hêj xwendekarê zanîngehê ye, here tecîla wî dîsa nû bike, bila nikaribin wî bişînin leşkeriyê.”

Piştî vê gotinê, ew radibe berê xwe dide Bismilê, heta şaxa leşkeriyê nasekine. Diçe cem berpirsiyar, dibêje hal û mesele ev, kurê min sê sal in di êşkenceyê de ye, nû hatiye berdan, lê dixwazin wî bişînin leşkeriyê, ew şagirt e, gelo hûn dikarin tecîla wî nû bikin? Berpirsiyar li dosyeyan dinihêre, dibêje “belê, ew li cem me wekî xwendekar tê dîtin, lê em dê tecîla wî nû bikin.”

Bavê min çawa tecîla nû digre dest, berê xwe dide Deriyê Serayê. Ew bi şev xwe digihîne wir û kaxizê tecîlê dide destê fermandêr. Fermandêr heyrî dimîne, dibêje em nikarin kurê te berdin, ew terorîst e, divê tu jî li pey îşê wî negerî. Bavê min dibêje, “kurê xwe di dest we de nahêlim, mafir ku hatiye berdan û hêj şagirt e, divê hûn bihêlin ji bo were malê.”

Fermandar qebûl nake, pê re dikeve niqaşê û demançe li wî dikşîne, dibêje, “bes xeber bide! Heke tu serê min bêtir tevlîhev bikî, ez ê te bikujim! Tu jî mîna kurê xwe terorîst î!” Di tarîbûna şevê de çekê dike serê bavê min û ew bi kuştinê tehdît dike.

Rojek bi şûn de wan ez ji wir derxistim û li doça leşkeriyê siwar kirin, min nizanibû ew min bi ku derê de dibin. Li ser riya Farqînê li Qereqola Kaxitlî wan ez daxistim. Ew li fersendê digeriyan, lê bavê min bi tirimbêlek din tê ber qereqolê. Ji min re gotin em dê te bişînin Bismilê.Kêlîkê bi şûnde maşîneya miqamê ya fermandarê Bismilê hat, wan ez bi wî fermandarî re şandim. Ez li Bismil hatim berdan.

Di serê nivîsê de min gotibû, rayedarên dewletê ji bavê min hez nedikirin, tewer carna ew dişopandin, li cem xwe wekî kesekî “sakincalî” ew didîtin. Mînak, birayê min çend sal berî niha xwestibû destûrnameya çeka xwe nû bike. Çek wekî yadîgar ji bavê me mabû, lê Emniyetê destûr neda û ruxsata çekê nû nekir. Li ser dosyeya birayê me, bi destnivîsek sor wiha nivisîbû: “Ew kurê Ehmed Polat e!”

Belê em kurê te ne bavo. Oxir be, em bawer dikin rihê te niha li cem Mûsa Anter û Şêx Veysel Ongorenê destbirakê te, di bihuşta baqî de ye.

edibpolat@hotmail.com

***

Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê
  

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Li ser Mihemed Şêxo çend nivîs

ad

Va ye strana Newroza îsal

ad

Nivîskar Elî Eşref Derwêşiyan koça dawî kir

ad

Hatin û çûyînek

ad

Îdîaya HUDA-PAR'iyan êrîşî BDP'iyan kir: Kesekî jiyana xwe ji dest da

ad

Li ser girtina dibistana kurdî karîkatura pêşî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname