logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Culemêrg çi reng e dayê?
  2. Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir
  3. Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!
  4. Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye
  5. Sazî Ziwanî qeybî Roşanê Ziwanî deklerasyon eşkera kenê
news-details

Nine yan nîne

Ziman berhemeke pêvajoya bi hezaran salan e, her zimanî di vê pêvajoya demdirêj de reng û teşe girtiye. Ziman hê jî digu

  • Dîrok: 07/12/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Ziman berhemeke pêvajoya bi hezaran salan e, her zimanî di vê pêvajoya demdirêj de reng û teşe girtiye. Ziman hê jî diguherin, peyvên nû digirin. Bêgûman di guhertinê de ne tene bandora zimanên biyanî, olî, çandî, aborî û dîplomasiyê, peyvkarên ziman jî di pêvajoya bi sedan salan de gehrtinan pêktînin. Heta zimanzan di wê baweriyê de ne, yê herî zêde ziman diguherîne peyvkarên wî zimanî bi xwe ne. Li gel wê, azmûn û rewşa erdnigariyê jî her wisa rola guhertinan werdigirin. Ev jî dibin bingeh û sebên pêkhatina devok û zaravayan.

Ez ê ne li ser devok û zaravayan rawestim, dixwezim îro mijara bi nerênî bikaranîna lêkera “bûn” derxim pêş, lewre bi taybetî jî dema forma pêkhatî tê nerênîkirin, li gor herêman hin cuda bikaranîn derdikevin pêş. Divê ev aliyê wê yê taybet teqez were vekirin û zelalkirin, daku şaş neyên bikaranîn û têgîhîştin. Li aliyê din ez di wê baweriyê de me ku pêdiviya me û xwinêran bi gengeşî û şiroveyên bi vî rengî hene.

Di kurdî de dema lêker tên kesandin, nerêniya lêkerên kesandî, bi alîkariya peyvên nerênî pêk tên. Di kurdî de ji bo nerêniya lêkeran ev peyvên nerênî tên bikaranîn. Ji bo dema niha “na, ni” ji bo demên din jî “ne” di kesandinê de tê bikaranîn. Her wisa nerêniya fermanê jî bi peyva “me” çê dibe, lê di pêvajoya salan de peyva nerênî “ne” ya di kesandina raweyên din de jî, xwedanê erkê nerêni ye, di hin devokan de ev erk wergirtiye.

1- Dema niha (lêkerên ne gerguhêz): Erênî “Ez diçim.” Nerênî: “Ez naçim”  Di lêkerên gerguhêz de: Ez dixwînim /Ez naxwînim.

2 – Ji bo demên din; Erênî: “Ez çûm.” Nerênî: “Ez neçûm” Min xwar, min nexwar. Dema wê bê: Ezê biçim / Ezê neçim

Di kurdî de ji bo çar lêkeran di dema niha de peyva nerênî “ni” tê bikaranîn. Lêkerên “karîn, kanîn, zanîn û bûn (pêkhatî)“ Mînak; erênî “Ez dikarim / dikanim / dizanim” nerenî: Ez nikarim, nikanim, nizanim. Lê di demên din de dîsa peyva nerênî “ne” tê bikaranîn. Mînak: Min nekarî, min nekanî, min nezanî.

Lêkera “bûn” bi du awayî tê bikaranîn, yek dema pêk hatibe, ya dudyan dema pêk bê. Mînak: 1- Pêkhatî: Ez mamoste me (erk pêkhatiye) 2 – dema pêkwere: Ez dibim mamoste (hîn nebûye), lê wê di dema pêş de bibe.

Di kurdî de mirov dikane nerêniya lêkera “bûn”  (pêkhatî) bi du awayî bikesîne. Yek; mirov dikane peyva nerênî bîne pêş peyva temamkar. Mînak: “Ez ne mamoste me.” 2 – Mirov dikane wekî lêkerên din peyva nerênî li pêş lêkerê jî bikarbîne. Mînak: “Ez mamoste ninim” Her wisa di vê hevokê de jî “Ti strana kurdî bê wate nine,”

Li hin herêmên Kurdistanê di pêvajoya salan de ev “i” ya “ni” di hin devokan de direj bûye û wekî “nî” tê bikaranîn. Ev awa guhertin bandora xwe li rastnivîsandinê jî dike. Herêmên lê herfa dengdêra dirêj tê bikaranîn, bi giranî wê bikartînin, herêmên din jî forma kurt bikartinin. Ev jî di warê rastnivîsê de dikane bibe mijara gengeşiyê.

Dîsa li hin herêman di nava bawerî, çiyayî û deştî de jî, ev guhertina taybet bûye egera cuda bikaranînê. Wekî nimuneyeke balkêş. Li devera Çêlkan û Mîdyadê kurdên êzdî û hin êlên çiyayî vê peyva nerêni bi herfa kurt bikartînin. Mînak “Ti strana kurdî bê wate nine” Lê ev di nava kurdên deştî xwerû misliman de jî bi herfa dirêj “î” tê bikaranîn. Mînak: “Ti strana kurdî bê wate nîne”

Ev guhertina herêmî li gel vê cudahiya ku gelek piçûk dixuye, cuda bikaranîna herfa “î” hin bikaranînê di nava gel de nayê bilêvkirin jî bi xwe re anîye. Mînak di cihê “tinebû” de bi awayê tirkî (yok tu) “nîn bû” jî bikartînin. Ev di ziman de gelek zîşt yan jî beloq xuya dike. Em mînakek ji nivîsa camêreki bidin: “…lê ma di kurdî de navek xweş nîn bû…”

Bêguman dema gengeşiyekê li ser hin mijareyan hate vekirin, wê dij argûment jî werin. Lê kêliya em bi giştî li ziman dinêrin rastî bi awayê min şirovekirî dixuye. Bi hêviya ev nivîs di vî warî de bibe alîkar.

07.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

8751 Alya

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Atli: Divê em ji wêjeya kurdî ya nûjen jî sûde werbigirin

ad

Ziman xwîna giyanî ye - raman tê de diherikin û jê çêdibin

ad

Ji temaşevanên Amedsporê kareografiyeke ji bo vê hefteyê

ad

Li Amedê li hemberî Lozanê dê daxuyanî bê dayîn

ad

Pêvajoya xelatgirtina kurdan didome: Vê carê pîzzaçêkerê kurd xelat girt

ad

Fîlmê li ser serdema guherîna Bruce Lee 'Birth of the Dragon'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Culemêrg çi reng e dayê?

  • 29 04 2026
news

Tûrnûvaya Futbolê ya Navsaziyan bi 44 tîman dest pê kir

  • 29 04 2026
news

Ev tenê mabû: Ji her derê dîmena Trumpî derdikeve pêş amerîkiyan!

  • 29 04 2026
news

Ji bo Mûş, Mêrdîn û Şanliurfayê dema lîstina maçên play-offê ye

  • 29 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname