___Ayşegul Kizilkaya___
Dengê te yê hişk û bi ferman ku gelek li min bandor dikir, bi her bangkirina te re, ez bi tirs û xof diricifandim. Ew dengê bi rengê desthilatdar, piştî çûyîna te, di xewnerojkan de, di guhê min de olan dida. Tu dihat xewnên min; ew blûzê rengê kesk-zewî ku te li xwe kiribû, laşê te tengezar dikir û dilê te ditengijand. Diyar bû têra memikên te nedikir. Ji ber vê yekê dibe ku te hizir kiribû, şîrê te bila neherime, te heya pênc salan ez mêjandibûm.
Wekî tu bêjî:
"Hezkirin, dilovanî û rehma xwe, ez bi şîrê xwe re didim te keça min. Bi vê yekê ve heya dawiya emrê xwe îdare bike."
Piştî tu çûyî jî di xewn û xewnêrojkên min de tu her ligel min bûyû. Tu dihatî xewnên min, li ser te blûzê reng kesk-zewî, destê te de teberik û şûşeyek av...
Erê dayê şêxa min tu yî, te li ser min xwend, pifî min kir, teberik û şûşeya avê da destê min da ku bikaribim debara xwe bikim, te ez pengizandim nava jiyane.
Piştî tu çûyî dayê, bi awayekî rip û rût û tazî, li ser rûyê vê erdê, bê aîdiyet mam. Min nizanibû kîjan war welatê min bû, êdî ku der dê bibe bajarê min?
Teberik di destê dilê min de, ez hatim bajarê li ser asîman avakirî. Kurmê tirsê, ku te xistibû dilê min, carinan serî derbixe jî di vî bajarî de dipengivî. Hezkirina ku te bêyî mêjandinê li min texsir kir, min xwe spart hembeza çiyayan û bi pêsirên zinaran mêtinê re min stend. Min şûşeya avê xist nava şîrê xwe, li bajarê di nava çarhêl bi çiyayan ve pêçayî de, pê keça xwe mezin kir, pê kurê xwe kir xortekî temenbiçûk...
Erdkêş li vir bêtesîr û bêhêz e dayê, heya tu dikarî, bifire, lê bêveger... Gava mirov bifire pêyên mirov carekî dî şênakin pê li erdê bikin. Rêyên vî bajarî, bi yekalî û bêveger in.
Bajareke wisa ye ku mirov gava nû tê, girtîgeheke nepênî dixe dilê mirov. Bajar, li asîman hatiyê çêkirin lê abadiniya asîman bi çarmedoriya çiyayan ve hatiye qut kirin. Bajareke ew qas nêzî asîman be lê asîman pariyek nêrîn be... Şêniyên ew qas miriyên azadiyê bin lê azadî, tirbiya xwe bi wan bike... Mirov dihizire, çima di girtîgehek servekirî de bajarek ava kirine, mirovên berê?
Bersiva “Ji ber ewlehî ye” têra vê pirsê dike?
Nizanim?...
Ewlehî, lê xwezayeke bi hêrs... Li jêrê bajêr rûbarê Zapê... Rêya bajêr bi te dest pê dike Serê Solan...
Axxx Serê Solan! Te, çend can xistin newala Zapê, gava derbasbûna wan fetlanokan. Çend bedenên ciwan li wan zinaran ketin, parçewesle bûn...
Ew bajarê ku ji çaxa şaristanî ava bûye ve heye, niha bûye bajarê herî ji şaristaniyê dûrketî. Bajarê bi terikandina Xwedê û xwedawendên xwe yên qedim ve reng jê çilmisî...
Çawa şûnwar bi reng in, bajar jî bi reng in dayê... Her bajerekî rengekî wî heye. Bajarê Wanê spî û şîn e, Semsûr zer û kesk-feratî, Amed zer, gewr û rengqahweyî, Qamişlo zerekê xubarî, Hewlêr darebiya biriqîne... Rengê Culemêrgê çi ye gelo? Her çi ye jî Culemêrg ji bo min rengîn nîn e dayê!
Tevî ku kiras fistanên wê rengo rengo ne jî Culemêrg rengîn nîn e.
Tevî ku çiya û zozanên wî bi beybûn, sosin û guldexwînan reng bi rengin jî, bi berfînan berxwedêr in jî bajarê Culêmergê rengîn nîn e.
Tevî ku Berçelan a niha di vê demsalê de bi bêhna nêrgizan ve mirov serxweş dike jî bajar rengîn nîn e.
Tevî ku Culemêrg di dilê rojê de dijî, ew qas li Rojhilat e jî, şefeq giran vediqete, roj dereng hil tê û zû diçe ava.
Ewlehiya çarmedora çiyayan, rengan li bajêr texsîr dike. Şîn, bes bi pariyek asîman ve digirnije. Rengê şîn, diyariya xwezayê a gelek bi qîmet û buha ye.
Culemêrg rengîn nîn e dayê, Culemerg bi ax û berf ve rengqehweyî, bi çiya û kerb ve keskgihayî û spî ye...
Ew xwazaya nuwaze li ber destê mêtîngeran dinale. Azadî tirba xwe bi miriyên azadiyê dike. Na dayê, na! Ne bi destûrnedana çiyayan, vê carê bajar, di bin hêlana ku axa wê bi îxaleyên haveynrizî ve hatiye meyandin de, ma. Rêyên bi destên hûtan çêkirî ve têk çû û rûxiya.
Hutan ax hêlan daye, rûyên rengrisasî, dilên xwînmêtî ew rê hilweşandin. A niha ji xeynî rengê axê û qîra reş Culemerg bi çi reng e, dayê?
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- ‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê
- Deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû
- Zeûgmaya şewitî û helbestkarê nemir
- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna
- 603 kevirên çargoşe û obsesîfek
- Nixumandina Perdeyan
- 'Payîz an jî Ziyab'


