___Omer Ehmed___
Neh hefte di ser destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re derbas dibin. Rêkxerê Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) yê li Îraqê dibêje, karker ji ber derengketina meaşan û daketina hêza kirînê rûbirûyî şokeke mezin bûne.
Tevî vê yekê heta niha karker bikom ji kar nehatine derxistin lê metirsî her ku diçe zêde dibin.
Li gorî lêkolîna me ya li ser bazara kar a li Herêma Kurdistanê, hinek şîrket û cihên kar, karker û karmendên xwe kêm kirine. Hinek ji wan jî ji bo kêmkirina meaşên wan rojên xebatê kêm kirine.
Hilberîna petrola Iraqê ji dema ku Tengava Hurmizê 28'ê Sibatê (Reşemî) hatiye girtin ve ji sedî 81 daketiye. Hikumeta Iraqê meha adarê tenê karîbû ji sedî 27'ê xerciyên mehane yên meaş û xanenişînê dabîn bike.
Ji bo zêdetirî 10 mîlyon iraqiyên ku debara xwe bi meaşên hikumetê yan xanenişînê dikin, ev kêmasî ne tenê hejmar e, belkî pirsgirêkeke rasteqîn e.
Alîkarê Rêkxerê Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) yê Iraqê Igor Bosch, sêşemê di hevpeyvîneke xwe ya ligel Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa krîzekê kir ku bi sê rêyên sereke bandorê li karkeran dike.
Igor Bosch got, "Krîz bi rêya guvaşa darayî, enflasyon û nedilniyayiyê digihîje karkeran."
Guvaşa darayî û derxistina ji kar
Rêxistina ILO'yê texmîn dike ku adarê nêzîkî 100 hezar karker li seranserê Iraqê ji kar hatibin derxistin. Piraniya van karkeran di sektorên geştiyarî, mêvandarî, xizmetguzariyên petrolê û nanpêjxaneyan de dixebitîn.
Lê Bosch dibêje, derxistina karkeran a bi kom hîn nebûye taybetmendiya sereke ya vê qonaxê.
Di têbîniya ILO'yê de hatiye gotin, "Pênaseya herî baş a ji bo qonaxa niha, guvaşa darayî û bilindbûna xerciyan e." Wate derengketina meaşan, rawestandina alîkariyan, kêmkirina demjimêrên kar û bilindbûna bihayan dahata rasteqîn a xelkê ji nav biriye.
Bandora krîzê ya dawiya nîsana (avrêla) 2026'an:
- Hilberîna petrola Îraqê: Ji 4,15 mîlyon bermîlan daketiye nêzîkî 800 hezar bermîlan (daketina ji sedî 81).
- Buhayê petrola Brent: Ji nêzîkî 72 dolaran bûye 100-110 dolar.
- Tengava Hurmizê: Vekirî bû, (9 hefte ne) girtî ye.
- Buhayê sebzeyan li Herêma Kurdistanê: Asayî bû, niha nêzîkî du qatan biha bûye.
- Buhayê sotemeniyê li Herêma Kurdistanê: Asayî bû, zêdetirî ji sedî 20 buha bûye.
- Dînarê Iraqî li bazara azad: Ji 1,300 dînaran daketiye 1,500-1,550 dînaran.
- Derxistina ji kar li Iraqê: Nêzîkî 100 hezar karker hatine derxistin.
Herêma Kurdistanê di navenda guvaşê de ye
Di vê krîzê de pêgeheke du serî ya Herêma Kurdistanê heye. Deriyê Bazirganî yê Îbrahîm Xelîl ê bi Tirkiyeyê re bi awayekî demkî ji bo anîna xwarin û dermanan hatiye vekirin.
Her wiha hinartina petrola Kerkûkê ya ji bo Bendera Ceyhanê bi rêya xeta boriyên petrolê ya Herêma Kurdistanê dîsa dest pê kiriye.
Li gorî peymana Hewlêr û Bexdayê rojane nêzîkî 250 hezar bermîl tên hinardekirin. Di encamê de, çalakiyên lojîstîk û embarkirinê li ser rêya bazirganiyê ya Duhokê zêde bûne.
Bosch wekî nîşaneke din a şiyana saziyan bal kişand ser destbikarkirina bilez a Qada Gazê ya Kormorê ku adarê ji ber qutbûneke kurt bûbû sedema qutbûneke berfireh a elektrîkê.
Di heman demê de, Herêma Kurdistanê di dema şer de rû bi rûyî êrîşên herî zêde yên rasterast ên dron û mûşekan bû.
Li gorî amarên ku Tora Medyayî ya Rûdawê kom kirine, di navbera 28'ê Sibatê (Reşemî) û 24'ê Nîsanê (Avrêlê) de li Herêma Kurdistanê di encama wan êrîşan de 22 kesan canê xwe ji dest daye û 101 kes jî birîndar bûne.
Demsala buharê, Cejna Newroz û Remezanê ku ji bo dahata geştyariyê ya Herêma Kurdistanê demên herî girîng in, tu sûdeya wan a aborî nebûye.
Igor Bosch dibêje, "Li Kurdistanê buhayê wan sebze û fêkiyên ku ji Îranê tên anîn du qatan buha bûne. Li gelek bajaran buhayê sotemeniyê zêdetirî ji sedî 20 bilind bûye. Qîmetê dînarê Iraqî li bazara azad daketiye û her dolarek bi zêdetirî 1,500 dînarî ye."
Tiştê ku van guvaşan girantir dike, rewşa berê ya meaşên sektora giştî ya Herêma Kurdistanê ye. Berî destpêkirina şerê Îranê jî nêzîkî 1,25 mîlyon karmend û xanenişînên li Herêma Kurdistanê di bin bandora derengketina berdewam a meaşan de bûn, niha ev şoka darayî ya nû jî li wan zêde bûye.
Sektorên ku di bin guvaşê de ne
Li Herêma Kurdistanê sektora avahîsaziyê yek ji wan sektoran e ku herî zêde zirar dîtine. Ev sektor nêzîkî ji sedî 11'ê hêza kar a sektora taybet pêk tîne û piraniya wan karkerên rojane ne ku ji ewlehiya civakî bêpar in. Veberhênana giştî rawestiyaye, dema kar radiweste tu tora ewlehiya civakî li van karkeran xwedî dernakeve.
Bazirganiya kom û perakende, geştiyarî, mêvandarî û pîşesaziyên biçûk ku pişta xwe bi kel û pelên hawirdekirî ve girê didin û nêzîkî ji sedî 12'yê derfetên kar ên sektora taybet a Herêma Kurdistanê pêk tînin, hemû jî di bin guvaşeke zêde de ne.
Igor Bosch sektorên çandinî, petrol û gazê xistin xaneyeke têkel. Di sektora çandiniyê ya Herêma Kurdistanê de hinek derfet hene ku cihê berhemên hawirdekirî bigirin ji ber ku kel û pelên Îranî buhatir bûne. Lê bilindbûna xerciya sotemenî û gubreyê ev sûd kêm kiriye.
Ji ber xwezaya xwe di sektora petrol û gazê de derxistina rasterast a hêza kar kêm e, lê şîrketên xizmetguzariyê yên navxweyî rû bi rûyî derengketina girêbest û heqdestên xwe bûne.
Igor Bosch got, "Eger şer ducare dest pê bike û zêdetirî 12 heta 18 mehan biajo, tê pêşbînîkirin ku girtina projeyên biçûk û navîn bileztir bibe. Dixebitîna bêewlehî (nefermî) dê bi awayekî herdemî zêde bibe û koça ciwanan ber bi bilindbûnê ve biçe."
Vejîn bi siyasetan ve girêdayî ye
Bosch li ser mercên vejînê û derbaskirina vê krîzê bi awayekî eşkere diaxive. Ew dibêje, gava ku agirbesteke seqamgîr çêbibe, geştiyarî û firotina yekane dikarin bi lez vebijin. Ev jî xwe dispêre ezmûnên dîrokî yên piştî şokên berê yên herêmî.
Paşê sektora avahîsaziyê tê, dema ku projeyên veberhênana giştî dest pê bikin. Li gorî wî, vejîna projeyên biçûk û navîn dê di navbera 6 û 18 mehan de wext bigire. Lê pêwîstiya wan bi piştgiriyeke darayî ya çalak heye, ji ber ku sermayeya karkirinê ya wan bazirganiyan nemaye û nikarin bêyî alîkariyê dest pê bikin.
Alîkarê Rêkxerê ILO'yê yê Iraqê dibêje, "Vejîn nayê wê wateyê ku vegerin rewşa beriya şer. Iraq nikare bidome ku ji sedî 90 pişta xwe bide dahata petrolê. Herêma Kurdistanê jî nikare bidome ku bi temamî pişta xwe bide sektora giştî."
Rêxistina Kar a Navneteweyî, pêşniyara bersivdaneke siyasî ya zincîreyî dike. Pêwîst e meaş werin parastin û dirav ji bo projeyên biçûk û navîn bi awayekî bilez werin dabînkirin.
Her wiha qonaxa bicihkirinê bi rêya bernameyên karkirina giştî û perwerdeya ducare divê were meşandin. Pêwîst e çaksaziyeke bingehîn ji bo berfirehkirina ewlehiya civakî ya ji bo karkerên sektora nefermî û kêmkirina piştgêdana bi petrolê bê kirin.
Tevî vê yekê jî li gorî ILO'yê, amar cihê dilxweşiyê ne. Tomarkirina ewlehiya civakî ya sektora taybet li Herêma Kurdistanê di navbera salên 2021 û 2025'an de nêzîkî sê qatan zêde bûye. Wate ji 101 hezarî bûye zêdetirî 303 hezar karkerî. Ev jî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yek ji rêjeyên herî bilez ên berfirehbûna ewlehiya civakî ye.
Pirsgirêka li vir ew e ku karkerên avahîsazî, çandinî û pîşesaziyê ku niha herî zêde zerar dîtine, hîn jî bi temamî li derveyî vê pergalê mane.
*Omer Ehmed, Berpirsê Maseya Aborî ya Tora Medyayî ya Rûdawê
Ji Rûdawê hatiye girtin


