Diyarname
Ji bo beşdariya Newroza Amedê ji gelek partî û rêxistinê re vexwendname hat şandin. Her wiha ji bo rojnamegeran jî akredîte hate eyarkirin ku heta niha 150 rojnamegerên biyanî bi giştî nêzî 500 rojnamegerî serî li BDP’ê daye ku Newrozê bişopînin.
Vane agahiyên li ser Newroza Amedê:
- Newroza Amedê ji aliyê BDP û KCD’ê ve tê organîzekirin.
- Roja Newrozê saet ji 6’ê serê sibê de ji 85 cihên Amedê erebe rêwiyan bigirin û wan bibin Newrozê.
- Ji bo organîzekirina Newrozê BDP’ê 5 hezar kes peywidar kiriye.
- Ji bo şopandina Newrozê ji derveyî Tirkiyeyê li dor 150 rojnamegerî serî li BDP’ê da ku Newrozê bişopîne. Ji Tirkiyeyê jî li dor 350 rojnamegerî navê xwe daye nivîsandin. Yên ku nav nenivîsandibin dê nikarin bikevin qada ku ji bo rojnamegeran hatiye terxankirin.
- Ji Herêma Başûrê Kurdistanê ev nûner dê bên Newroza Amedê:
Nûnerên YNK’ê,
Serokê Tevgera Goran Noşirwan Mistefa, Berpirsê Goranê yê Hewlêrê Birzo Mecid, Berpirsên Têkiliyên Hundir û Derve yê Goranê Dr. Silêman,
Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şuuî ya Kurdistanê,
Endamên Lijneya Rêveberî ya Koma Yekîtiya Îslama Kurdistanê
Endamên Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Niştimanî Demokratî Kurdistan (YNDK)
Endamên Lijneya Rêveberiya Partiya Karkeran
Rayedarên PÇDK’ê (Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê)
Nûnerên Partiya Yekîtiya Kurdistan
Her wiha; Rayedarên PDK’a Îranê, heyetek ji Komeleya Hemwelatiyên Wekhev û Azad, Berdevkê Federasyona Weqif û Komeleyên Kurdistanê Ednan Enwer û 12 akademîsyen…
Her wiha ji Bolîvya, Îtalya,Norwec, Almanya û gelek welatên din ên Ewropayê nûner li Amedê amade bin.
Dîsa ji Tirkiyeyê jî nûnerên partiyên siyasî, nûnerên ode û sendîkayan, her wiha gelek hunermned dê di Newrozê de amade bin.