Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) partiyên ku mafê bi beşdariya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an bi dest xistine eşkere kir.
Li Tirkiyeyê bi giştî 82 partî hene. YSK'ê eşkere kir ku tenê 13 partî xwedî maf in ku beşdarî hilbijartinê bibin. Li gor YSK'ê partiyên ku ev maf bi dest xistine wisa ne:
- AKP
- BTP
- BBP
- CHP
- DP
- DSP
- HDP
- Huda-Par
- Îyî-Partî
- MHP
- TKP
- VP
Di vê navberê de piştî vê eşkerekirin EMEP û ODP'ê ragihandin ku dê îtirazê bikin ji ber ku eşkere kirin ku rêxistinbûna wan temam e û mafê wan e beşdariya hilbijartinê divê hene.


