Diyarname
Çorê Arda mamoste û wênesaz e. Çorê Arda ku bi nivîsên rexneyî yên li ser pirtûkên kurdî heta niha ked dabû Diyarnameyê, gelek nivîsên wî derketibûn ji niha û pêde di quncikê xwe de dê vê keda xwe û rêwîtiya xwe bidomîne. Navê quncikê wî "Bêwate" ye.
Çorê Arda kî ye?
Çorê Arda di sala 1979'an de li Herêma Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û l îse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor de derketine.
Berhemên wî
- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman
- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman
Nivîsa yekem a Çorê Arda di nav çend rojan de tê. Em xêrhatinê lê dikin.


