Bîlal Guldem - Metin Yoksu / MA / AMED
Yek ji şûnwarên axa Mezopotamyayê yên pêşî Şikeftên Hesûnê ne. Bi hezar salan e dîroka li vir bala mirovan dikişîne. Şikeftên Hesûnê her çiqas bêxwedî hatibin hiştin jî lê çar demsalan mirov diçin serdana wir.
Li Farqînê yek ji dîroka kevnare ango şûnwarek bi serê xwe bajar e Şikeftên Hesûnê ne. Ev der 4 kîlomîtro ji navenda Farqînê dûr e. Li ser rêya di navbera Farqînê û bajarên Serhedê cih digire. Çar demsal mirov diçin serdana şikeftan û tevî hewaya sar jî mirov diçin wir û li cihên dîrokî temaşe dikin. Tê gotin yek ji cihnişîna herî kevnare ya axa Mezopotamyayê ev der e. Her çiqas dîroka vir dirêjî B.Z. 100 salî bibe jî lê ji ber şerên li herêmê heta niha bi awayek têr û tije lêkolînek baş nehatiye kirin. Heke dîrokzan û arkeolog li şikeftan lêkolînek bikin dê aliyên dîroka vir a ku nayê zanîn jî derkeve holê.
BAJAREKÎ QEDÎM E
Xweşikî û teşeyên kevirên li vir hatine qewartin mirovan matmayî dihêlin. Mirov bi kêfxweşî tên li odeyên van şikeftan digerin û dixwazin der barê dîroka wê de agahiyan hîn bibin. Dema mirov dûrî şikeftan lê dinêre ev der wekî kelehek jî xuya dike. Di hundirê şikeftan de dêra bi navê Kevir cih digire. Her wiha li vir hemam, bîr, ode, cihên îbadetê hene. Tevî hemû kevnaeriya xwe bi mîmariyek xweşik hatiye çêkirin. Li vî bajarê dîrokî şikeft 3, 5 û 7 qatî ne û wekî yekemîn şikeftên dubleks ên dîrokê jî tên nasîn.
Şikeftên Hesûnê ku li qûntara Çiyayê Elbatê ya li hêla rojhilatê Farqînê dikeve, dema mirov ji van şikeftan li deştê dinêre deşta Farqîn, Bismil û Batmanê xuya dike.
KES XWEDÎ DERNAKEVE
Her çiqas ev der wekî qada sîtê hatibe îlankirin jî lê rûxandina cihek wisa xweşik ji ber bêxwedîtiyê pêk tê. Gelek dîwar bi boyaxa spreyan hatine xêzkirin û nivîs hatine nivîsandin. Turistên biyanî hema mirov dikare bêje ku piyê xwe jî navêjin Şikeftên Hesûnê. Bêtir welatiyên li bajarên herêmê diçin serdana vî bajarê dîrokî.
CIWANÊN FARQÎNÊ BI GAZIN IN
Ciwanê bi navê Îhsan Akcanim ê ji Farqînê ku ligel hevalê xwe hatiye serdana şikeftan got ku ew ji ber ku kes li vî cihê dîrokî xwedî dernakeve bi gazin in.
Ciwanê bi navê Enes Aktarli jî anî ziman ku yekemîn car e ew tê şikeftan ziyaret dike û got: “Divê hemû ciwan werin van cihên dîrokî bibînin.”
‘LI ŞÛNA JIYANEK DEJENEREYÎ EM BIÇIN CIHÊN DÎROKÎ’
Ferhat Aktarli jî da zanîn ku yekemîn car e ew vî bajarê dîrokî ziyaret dike û got: “Li şûna em bi jiyanek dejenerebûyî re eleqedar dibin, divê em werin şûnwarên xwe yên dîrokî ziyaret bikin. Lazim e em dîroka xwe dizanibin û qala wê ji her kesî re bikin. Divê ev bibe wezîfeya me. Jiyan tenê ne medya civakî ye. Pêwîst e li cihên wiha dîrokî bêtir xwedî bê derketin. Derketina vir pir zehmet e. Tevî vê zehmetiyê jî em derketin vir.”
‘DIVÊ HER KES CAREK WERE VIR BIBÎNE’
Cemîle Tarî anî ziman ku ew ji Licê hatine serdana şikeftan û got: “Heta mirov tê vir rêyek pir zor heye. Divê serê ewilî rêya vir çêbikin û xweş bikin. Taybetmendiyên şikeftan û xweşikiya wê bala min kişand. Divê her kes were carek vir bibîne.”
‘XWEDÎ DERKETIN Û PARASTIN LAZIM E’
Şiyar Elmas jî ku li gel hevjîna xwe Cemîleyê hatiye serdana şikeftan diyar kir ku divê hemû gel xwedî li vê mîrasa dîrokê derbikeve û pêwîst e hemû cihên dîrokî bêne parastin."

Ji bo fotoyan bitikînin:
- FOTO-GALERÎ-ŞIKEFTÊN HESÛNÊ


