logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Cîhan Roj: Wekî merivan çîroka zimanan jî heye

Ji bo Roja Çîrokê ya Cîhanê panelek "Çûrok û xeyal, Siyabend û Xecê" panelek bi beşdariya nivîskar Cîhan Roj li dar ket.

  • Dîrok: 10/02/2019
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Ji bo Roja Çîrokê ya Cîhanê 9'ê mehê panelek bi navê "Çîrok û xeyal, Siyabend û Xecê" bi beşdariya nivîskar Cîhan Roj li dar ket.


Panel ji aliyê Weşanên Nayê ve li Îzmîrê hat li dar xistin. Cîhan Roj di destpêkê de got ku ew  Roja Evîndaran û Roja Çîrokê a Cîhanê bi hêvî û bi xweşî bi bîr tîne û got: “Ez ê îro gotina dawî di destpêkê de bêjim; Şevek ji şevên Sibatê bila sêva mêxekrêj di bîra we de be, heger we çîroka hezkirina xwe nenivîsîbe  dest pê bikin û binivîsînin, çi bi xeyal be, çi jî li ser kaxizê be.”


Roj diyar kir ku roja xeyalê di çîrokê de, di hezkirinê de ne kêm e û wisa dom kir: “Xeyal, hezkirin, çîrok sê têgeh in ku meriv dikare wekî navê xelîçeyeke edebî bikarbîne. Warê xeyalan warek wisa ye ku mirov tê de serbest e, azad e, bi îrade ye ji lewre ew qas bi goşt û can dibe, balkêş dibe, dewlemend dibe… Ji ber wê ye ew war warê lêgerînan e, ciyek bi alternatîf e, pirî caran jî jiyana di xeyalan de îtîrazek e li jiyana heyî. Jiyana di xeyalan de bi sir û raz e.”


Roj qal kir ku di çanda devkî de ji ber folklora zengîn, ji coxrafyayê, dengbêjî û ji sebebên dîtir xeyal û fantezî xweş û baş bû lê ji ber têkiliya bi ziman re a lawaz di edebîyata nivîskî de em wê taybetî û taqetê pir kêm dibînin.


Nivîskar diyar kir ku têkiliyên bi sir û raz di edebiyata me a modern de lawaz e û wisa dom kir: “Têkiliya zimên a bi objeyan re a bi jiyanê re bi arîşe ye çimkî ne zimanê perwerdeyê ye û nikare li ser zemîna xwe, li ser îmkanên xwe şax biavêje. Hem ji alî hezkirinê ve hem jî wekî destanekê Siyabend û Xecê destaneke balkêş e. Siyabend fîgûreke balkêş e. Bi pey dikeve şerê felekê bike, felekê bikuje. Fantezîyeke mihteşem e. Ne tesadif e ku Siyabend Silivî ye çimkî Silîva cîwarê dewleta Merwaniyan bû. Ew ji wir bi rê dikeve, tê Bedlîsê çimkî Bedlîs jî warê mîrekiyeke muhîm a kurdan e.”


Roj got ku îro di çîroka kurmancî a modern de kêmaniya berbiçav nebûn an jî kêmaniya xeyalên xurt in, lawazbûna sêwirîn û tevnê ye. Ev jî ji kêmaniya têkiliya bi ziman re xwe dide der. Wî paşê wisa got: “Wekî merivan çîroka zimanan jî heye. Heya em çîroka zimanê xwe hîn nebin em ê nikaribin çîroka tê hêvîkirin lêbikin. Tarîxa zimên, têkilî û derfetên wê muhîm in.”


Cîhan Roj xwest xwendevanên ciwan, hem pirsan ji berhemên kurdî bikin, hem ji nivîskaran bikin hem jî pirsan ji xwe bikin, edebîyat an jî çîrok bi qebûl, ezber û vehesînan pêş ve naçe. Li hêlekê kêmanî û astengî hene li alî din jî berhemên xweş têne afirandin divê em bi xwe û bi qeleman bawer bin.

Her wiha di panelê di dema axaftinê de Cîhan Roj hin beş ji Siyabend û Xecê xwendin û hem vê yekê hem jî tehlîlên li ser Siyand û Xecê bala beşdaran kişand.


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Dewletê bi copan dibistanên kurdî careke din girtin

ad

Şampiyon Beşîktaş û hin îstatîstîk

ad

10 fînalîstên dû Gogo Zêrîn

ad

Ji bo Gûzeka Zêrîn dema serîlêdanê ye

ad

Li ‘Welatê Baskan’ temaşe bikin

ad

10 sal berê û 10 sal paşê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname