Diyarname
Vê hefteyê yek jê anîmasyon çar fîlmên biyanî û du jî ji Tirkiyeyê şeş fîlm dikevin vîzyonê. Em fîlmê li ser jiyana wênesaz Van Gogh hatiye kişandin derdixin pêş.
Van Gogh: Deriyê Bêdawiyê
Van Gogh wênesazekî gelek navdar e. Jiyana wî ji bo qada hunerê her bal kişandiye lewma jî heta niha bi gelek cureyên hunerê derketiye pêş. Par bi ser tabloyên wî re fîlmekî bi navê "Loving Vincent" li ser jiyana wî hatibû kişandin, niha fîlmekî din ê nû li ser jiyana wî li vîzyonê ye: "Van Gogh: At Eternity's Gate" (Van Gogh: Deriyê Bêdawiyê)
Fîlmê ku niha li Tirkiyeyê ketiye vîzyonê ji aliyê derhêner Julian Schnabel ve hatiye kişandin û Willem Dafoe, Rupert Friend, Oscar Isaac, Mads Mikkelsen têde lîstiye. Fîlmê ku par li gelek festîvalên girîng hat nîşandayîn îro ket vîzyonê.
Lîstikvan Willem Dafoe rola wênesaz Van Gogh lîstiye û fîlm qala kêliyên jiyana Gogh ên dawî dku li Arlesê derbas dikir dike. Di fîlm de aliyên zêde nayên zanîn ên jiyana wênesaz tê pêşberî temaşevanan.
Fîlmê "Loving Vincent" ku par li Tirkiyeyê ketibû vîzyonê û eleqe dîtibû, meraq ew e ku ev fîlm jî dê bi qasî fîlmên din balê bikişîne yan na.
Vane hemû fîlmên îro ketine vîzyonê:
- Van Gogh: At Eternity's Gate / Derhêner Julian Schnabel
- Birds of Passage / Derhêner Cristina Gallego, Ciro Guerra
- (Alita: Battle Angel / Derhêner Robert Rodriguez
- Asterix: Le Secret De La Potion Magique / Derhêner Aleksandre Astier, Louis Clichy
- Bir aşk hikayesi / Ali Bilgin
- Hep Y3k: Titrettin Beni / Derhêner Ozgur Bakar


