logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Mehmed Uzun û Siya Qelemê

Kêlîkekê mi go, ji bo gelek rastiyên di derheqê gotin, sekn û tarîxa nivîskariya Uzun de, meriv pêşniyarekê bike bes e,

  • Dîrok: 16/02/2019
  • Beş: Serbest

CÎHAN ROJ

Beşa 2'yan:

Ji bo dirêjbûna vê beşê, ketibûm nava wesweseyan. Kêlîkekê mi go, ji bo gelek rastiyên di derheqê gotin, sekn û tarîxa nivîskariya Uzun de, meriv pêşniyarekê bike bes e, ew jî ew e ku xwendevan karibin kitêba Uzun a bi navê “Hêz û Bedewiya Pênûsê”(Weşanên Nûdem,1993)bixwînin, pey re jî pexşanên wî ên piştî salên nodî û du hezarî bi tevî hevpeyîvînên bi wî re hatine kirin, nivîs û analîzên bo romanûsiya wî bixwînin… Tevî bîrxistineke wisa, derfetê bide mi daku nivîsê kurttir bihêlim jî, pêdivî bi jêgirtin û bîrxistinan heye bo zelalbûna hin xalan.

Em ji nivîsên Uzun tê derdixin, beriya salên nodî, bi armanc û hêviyên xwe, Mehmed Uzunek heye, bi nihêrîn, fikir û nivîsên xwe ên di derheqê Kurdî û edebîyata Kurdî de, piştî salên nodî, bi gotineke din, di dema ‘hewlên înşakirina romana Kurdî’ de, Mehmed uzunek din heye! Bo hişyarkirina Îbrahîm Seydo Aydogan( ku wî gotibû ji berhemên Uzun bêhtir navê wî dihat gengêşîn) li bîra me be, ez ê hin jêgirtin û bîrxistinên salên nodî û du hezarî bi bîr bixim, pey re bîrxistin û jêgirtinên beriya salên nodî lê bikim, belkî ji navê wî bêhtir, sekna wî a nivîskariyê, berhemên wî, pêvajoya nivîskariya wî were  bala xwendevanan.

Weke nîşeyekê, em bi bîr bixin ku nivîskariya wî, romanûsiya wî bêhtir di Tirkî de dihat gengêşîn ku wê wextê pirsên wisa ecêb jî hebûn li derdorê:

“Gelo Kurdî heye?” ,”Gelo mimkun e ku bi Kurdî edebîyat were kirin?”, “Gelo romana Kurdî heye?”…

Em ji hin bersivên ku ji alî Uzun ve hatine dayîn dest pê bikin:

“Wexta mi dest bi nivîsê kir, Kurdî ne ew ziman bû ku ji alî civakê ve were qebûlkirin, asta axaftina bi Kurdî ewqas bi sînor bû ku peyvên ku malbata mi pê diaxivîn li derdora 150-200 hebî bûn. Bi devokên cuda, mi hewl da zimanekî kurdî ê modern biafirnim.”(Bersiva ku Uzun dabû ‘Afp’ yê)

Divê bi bîr bixim ku her jêgirtin an jî gotin û bersivên Uzun hêjayê şîrove, analîzan in û her yek jê hêjayê nivîsekê ye ji lewre ez ê li vir hewl bidim şîroveyên xwe ên di derbarê wan de, bi berfirehî lênekim,  hem ji bo metirsiya di derbarê nivîsê de şert e bê nivîs dirêj nebe, nebe mîna gilok ku  têra xwe ê ji beş û nexşên cuda were pê! Belkî bi wî awayî nivîs bibe sebeb xwendevan li bîra xwe, li têkiliyên xwe û zimanê xwe, li gotnên hatî kirin bifikirin, bi awayekî zihnî tevlî vê xebatê bibin.

Di hevpeyîvîna bi Fawaz Husên re hatî kirin(1999) Uzun wisa gotiye:

“Meriv nikare bêje ku beriya min, li Tirkiyê, romana Kurdî hebû û hejmara kitêbên ku bi Kurdî hatibûn nivîsîn bi qasî tiliyên destekê bûn. Tradisyoneke Kurdî ya edebîyata modern û romanê tunebû. Herwiha zimanekî edebî yê modern li ber destan nîn bû.”

Di kovara bi navê “E” de(sibat 2000) Uzun wisa dibêje:

“Zimanê edebîyateke modern nîn e, dibistan nîn e, sazî nîn e, hêman û saziyên ragihandinê nîn in, cîhana wî a entelektuelî heya tu bêjî lawaz e û berteng e, wergerên wî nîn in, bazara wî nîn e…

Bi yekcarî, ti fêdeya wî nîn e…

Nivîskarên wî ên heyî jî nikarin ji koloniyên xwe ên piçûk derbikevin. Û li Tirkiyê, hîç toreya romana Kurdî nîn e. Di nav hewqas tunebûnan de mi tercîh kir bi Kurdî binivîsînim.”

Di Rojnameya ‘Perşembe’ de bersiva wî bo Günay Aslan(2000) wisa ye:

“Îdiaya ku tê kirin da ku min xwe weke bavê romana Kurdî diyar kiriye îdîayek bi duquruşan e. Ne ew wexta min heye bo dîtinên wisa beredayî ne jî bi wê erzûyê me.”

Û em ji kesin dîtir jêgirtinan bikin:

“Romaneke ku bi zimanê wan mirovan hatî nivîsîn tunebû. Aniha pêrgî romanan tên ku bi zimanê wan hatiye nivîsîn û li wî(Uzun) xwedî derdikevin.”(Huseyin Elçî, Diyarbekir, 2000)

Bo nêzikahiyên nivîskarên biyanî, gotinên Anneli Jordahl balkêş in(Göteborgs Posten, 18 Eylül 1994):

“Weke nivskarên Kurd ên dîtir Uzun jî di nivîskariya xwe de rewşeke ters a bi seyr dijî; welatê xwe ji dest da lê li derveyî welatê xwe zimanê xwe ê zikmakî qezenc kir… Di mijara, weşandina edebîyata Kurdî de em li dunyayê yekemîn in lê, hejmara Kurdên ku li Siwêdê dijîn bîst hezar e. Bi qasî deh weşanxaneyên Kurdî ên li Siwêdê, ji hemî dunyyaê bêhtir kitêvan diweşînin… Kurdî li cîwarê sirgûnê li ku ye ronesansa xwe dijî…”

Yani Mehmed Uzun jî li Siwêdê bû, li Tirkiyê berhemên xwe nedinivîsîn ku wî her behsa “tunebûnan”kiriye… Bi wê fikrê me ku di dewsa polemîk, manîpûle coş û hin nêzikahiyên din de ger têkiliya wî û berhemên wî bes bihata gengêşîn ê ji bo zeman çêtirbûya. Ew rewş dibû sebeb ku wexta ew saxbû hestekê, hesta serkeftinê bijî, belê heq jî kiribû lê di ser mirina wî re nêzî donzdeh sal wext derbas bû, di qada Kurdî de têkiliya bi berhemên wî re ne ew têkiliye ku, bi navê edebîyatê, meriv jê razî be, wisa ku yek ji nivîskarê ku ji nivîskariya wî razî û her behsa wî dikir Şeyhmus Diken e ku ew, her sal, di dîroka mirina Uzun de bi hawar, bi gazin û bi qêrîn e bê çima kes li hemberî Uzun û edebîyata wî bêdeng in, belê, heqîqeten çima? Pirseke hêja ye…

Em du heb jêgirtinên din bikin ku wexta kitivên wî bi Kurdî û hema bi Tirkî dihatin weşandin dibûn mijara nîqaşan. Yek jê gotinên Muhsin Kızılkaya ne (16 îlon 2013 Rojnameya Star )

“Edebîyata Kurdî edebîyateke sirgûnê ye. Li sirgûnê hatiye pê, pey re bi saya wergera li Tirkî vegeriyaye welatê xwe. Navika Tirkî û Kurdî bi awayek ecêb bi hev ve ye. A ku edebîyata Kurdî, Kurdî li dunyayê vekir Tirkî ye. Ji Tirkî li zimanên dîtir hatiye wergerandin. Yek ji bavê avakariya romana Kurdî Mehmed Uzun e û a ku bû sebeb ew bibe Mehmed Uzun ew e ku romanên wî li Tirkî hatin wergerandin. Di destpêka salên nodî de ez bûm sebeb…”

Ya din jî fikrên Ismail Beşikçi ne ku bo gengêşiyên wê wextê muhîm in:

“Ez di demeke kurt de bi wergerandina wan a Tirkî re biguman im. Ez nizanim ev rast e, an na, bi şikûguman im”Kovara W,hej.13, 2007

Bo dîmeneke giştî em dikarin jêgirtinên ji destpêka salên nodî û beriya salên nodî bi bîr bixin ku derfetên xweş didin bo rêveçûn, bîr û baweriyên Uzun yên bo nivîskariya Kurdî û romanûsiya wî.

Ji gotinên Firat Cewerî(ji pêşgotina bo Hêz û Bedewiya Pênûsê a Mehmed Uzun, Weşanên Nûdem,1993):

“Ne ku berî Mehmed Uzun bi Kurdî roman nehatine nivîsandin. Bele, hem berî wî, hem jî piştî wî romana Kurdî hatiye nivîsandin. Lê cihê Mehmed Uzun yê taybetî ew e, ku ew hem nivîskarekî berdewam e, hem jî romannivîskarekî hevdemî ye. Ew bi motîv û dîroka rewşenbîriya Kurdî, carna di bin tesîra ûslûb û stîla Carlos Fuentes de dimîne, carna jî mirov di romanen wî de şoperiyêd Faulkner rast te. Ew qîma xwe bi edebiyata basîd û rojane nayne, bi xurtî li dû qaîde û uslûben nûjen diğere. Ji ber ve yekê ye ku ew pir dixwîne.” 

Di hevpeyîvîna Abdullah Keskîn a bi Uzun re hatî kirin (rojnama Welat, 1992):

 “Zimane Kurdî xurt û dewlemend e. Eğer ew ne zedeyî zimanen cîranan be, ne kemi wan e. Bi tenê em bikaribin û hewl bidin ku bi zimane Kurdî bixwînin û binivîsin. Bingeh û hîmen esasî yen zimane niviskî yê Kurdî temam in. Giramera kurdî heye. Qayidên nivisîn û xwendina Kurdî hene. Celadet Alî Bedir-Xanê gorbehîşt ev hemû, bi xebateke behempa, ava kirine. Lê, hin kemani û qelsiyên zimanê niviskî hene. Ew jî dê bi xwendin û nivisîne, hedî hedî ji hole rabin. Em divê gelek bala xwe bidine ku zimanê Kurdî bikin zimane perwerî û

xwendinê. Em divê kar û xebaten xwe yen civakî, siyasî,çandî, edebî û ronakbîrî bi Kurdî rêxînin. Her kesê ku dikare bi Kurdî binivîse, dive dest pê bike û binivîse. Di vî warî de, kurd divê kampanya vekin û pir bixebitin.”

Mehmed Uzun, di Hêz û Bedewiya Pênûsê (Weşanên Nûdem,1993)de derheq edebîyata Kurdî a nûjen de wisa gotiye: 

 “Herçî edebiyata Kurdî ya nûjen e, ji ber perçebûna welêt, 1923, riyên zaravayên Kurmancî û Soranî ji hevûdu vediqetin. Zaravayê Kurmancî bêgav dimîne û nikare tevgeren geş yên edebî bine pê, -ji bilî tevgera Hawar'e. Meriv dikare bibêje ku kovara Hawarê ku di gulana

1932-an de dest bi weşîne kir, di tarîxa nûjen ya edebiyata kurdî (ya ku bi kurmancî te nivisîn) de tevgera herî giring e…..keda Osman Sebrî di nûkirin û vejandina ziman û edebiyata kurdî de pir e. Zimanê Osman Sebrî zimane Hawarê ye. Yanê zimanekî paqij, zelal. hêsan û edebî.” 

Ji heman kitêvê:

“Eğer ez ne şaş bim, "Birîna Reş" kiteba yekemin bû ku piştî damezrandina zimane kurdî dihat Komara Tirkiye, 1923, bi nivîsîn û weşandin. Carina sinirine û rezina bi kurdî li derina diweşiyan. Lê mîna kitab, "Birîna Reş" bû ku bi zimane kurdî ronahî didît û cîhe xwe ye birûmet di tarîxa peşveçûna ziman û edebiyata kurdî de werdigirt.”

Wî bo Îbrahîm Ehmed jî ev gotine di heman kitêvê de:

“I. Ehmed di xebata xwe ya çandî û edebî de jî riya zehmettirîn daye ber xwe. Ew baş dizane ku edebiyata kurdî ya niviskî, bi qasî ya devkî, ne bi hez û quwet e. Ew dizane, di edebiyata niviskî de jî, pexşana kurdî, bi qasî şihîre, ne bi quwet e. Ew dizane, di pexşana kurdî de jî, şêweyen nûjen mîna roman, piyes, kurte-çîrok, bi qasî destan, efsane û çîrokan, ne bi quwet e. Loma wî nivisîn û afirîna roman û kurte-çîroken kurdî daye ber xwe. Wî xwe ji destan, efsane, çîrok û süren gelerî daye alî û şêweyen nû yên edebî ku di edebiyata kurdî de he baş nehatine ceribandin, kiriye kare xwe. Wî kar û xebaten din en edebî biçûk nedîne, lê yên herî dijwar dane ber xwe. Romana Jana Gel mîsala ve yekê ye. Jana Gel romana yekemin e ku bi zaravaye soranî (kurmanciya xware) hatiye nivisîn. Bi vî aliye xwe, çapbûn û derketina wê, bûyereke tarîxî ye.” 

Bo romana xwe a bi navê “tu”, wê wextê wisa lêkiriye:

“Min bere jî bi kurdî dinivisî û nivîsaren min di kovar û roj namen kurdî de divveşiyan. Lê nivisîna romanekê karekî kûrtir,firehtir û direjtir bû. Hinge min dev ji nivisîna romanê berda û dest bi xwendin û temrînen nivisîna kurdî ya edebî kir. Demeke dirêj, min berhem, eser û weşanên kurdî ku diketin deste min, xwendin. Min ji wan not derdixistin, lîsta peyv, cimle, gotin, edet û ûsilen nivisîn û fikirîna kurdî çedikirin. Min, ji bo xwe, name, gotar bi kurdî dinivîsin, bi rûpelan taswîrên edebî çedikirin... Bi dû vê xebatê re, ez dîsan li romane vegeriyam. Yanî romana TU, meriv dikare bibeje, berdevvama riyeke dirêj e, dilopeke nû ya kahniyeke kevn e.” 

Em hin jêgiritnên din bi bîr bixin hem bo nêzikahiyên wî ên li edebîyatê û hem jî bo beşa sêyem a vê nivîsê wê gellek muhîm bin.

Gotinên wî ên bo  serpêhatiya romana Siya Evînê:

“Kitabxaneke dewlemend ya Memduh Selime Begê hebûye. Tê de ji rojname Kurdistane bigire (ya ku sala 1898-an li Kahire vveşiyabû) heta sala 1960-an her tişte ku li ser kurd û Kurdistanê, çi ji aliyê kurdan, çi ji aliyê biyaniyan de weşiyaye, hebûye. Memduh Selim Beg ev kitabxana dewlemend jî, ji bo mesrefê, bi deh hezar lîrayên Suriye yên wê wextê derdixe firotine. Lê tu kesî deh hezar lîra nedîne û ew kitabxane ji windabûnê xelas nekiriye. Ma çi bi sere kitabxane tê? Ew winda dibe. Akademiya Kurdî Ya Bexdayê hin ansiklopedi û kitabên ilmî dibin Iraqê, çend kes jî hin tiştan werdigirin, dibin. Ji van pê ve, hemû tişten maîi ku li gora gotinan giranbihayiya wan bi malê dinê bûye, bi kilo, di dikanan de hatine firotin û bi vî awayî kurdan kitabxaneke din jî winda kirine... Min ev bûyer di romana xwe ya Siya Evînê de nenivîsî. Min nikaribû binivîsa. Pênusa bêruh, bêhiş, bêpejn neliviya ku vê bûyera kirêt li ser kaxiz salix bide.”

Ji kitêva Hêz û Bedewiya Pênûsê, k u di wir de destnîşankiriye ew nivîs di sala 1983 an de di Berbang de hatiye weşandin:

 “Ronakbîren kurden Türkiye nikarin dan û standin û yekîtiyeke heja û jîndar di navbera bawerî, raman, norm û metoden nû û welat, gel  û kultura xwe de ava bikin. Yan evvji vvelat, gel û kultura xwe pir dûrketî ne, yan jî ji tişt, bavverî, raman û normen nû re pir girtî ne. Helbet ji herdu awiran jî tu havilekî dernaye.” 

Nivîskariya wî li hewla “tiştên nû” nivîskariyeke bi lêgerîn û bi armanc bû. Bi tevî her tiştî meriv dibîne ku ew armanc bûye sebeb xeteke wî a edebî her were rojevê.

Ji alî forma nivîsîna romana “Tu”ve  Uzun romana C.Fuesntes a bi navê “Mirina Artemio Cruz”û nameyeke Ihsan Nûrî paşa bi bîr dixe ku ew name di Hawarê de hatiye weşandin. Di gellek roman û nivîsên wî de em heman hewl û seknê dibînin, edebîyata dunyayê û edebîyata neteweyî belkî sentezek ji herduyan… Ji alî coxrafî û şaristaniyê ve jî li berheman miqate bûye. Di sala 1993 an d edi Kovara Nûbiharê de wisa dibêje:

““Ez di romanen xwe de, ji ber sebebên ku min li jore qal kirin, perçeyên jiyanên jibîrbûyî, eseren rizyayî,

bûyeren bihurî, stran û destanên windabûyî bi kar tinim. Ez vvan jî direşînim nav romanen xwe. Di romanên min de ji rûpelen Zend-Avesta, Mishefa Reş, Quran, Hedîsen Pexember, şexe Senan, Mem û Zîn, Dîwana Melaye Cizîrî, Hawar, Ronahî, Riya Teze perçenin hene.”

Kovara Berhem 1992, ku ew nivîs jî di Hêz û Bedewiya Pênûsê de cî digire:

“Û ez dive bibejim ku ji romanen min pê ve jî romanen ku bi zaravayê kurmancî hatine nivisîn hene. Meriv divê nemaze behsa sê romana bike; "Sivane Kurd" ya Erebe Semo, "Gundike Dono" ya Mahmut Baksi û "Zeviyen Soro" ya Nuri Semdin.” 

Bi min her balkêş e ku Uzun Hewarîya Heciyê Cindî bi bîr neaniye û heya niha jî nivîseke wî a li ser Hewariyê mi nedîtîye her hebe ku mi nexwendibe ew kêmaniya min e.Heger tunebe hêjayê mijara tezekê ye!

Weke kesekî bi romana Kurmancî re eleqeder, ji alî fikir, bîr û baweriyên li romanê re fikrên Uzun ên bo edebîyata dunyayê b imin balkêş hatin, ji alî zimanê romanê û Kurdî ve zimanê Heciyê Cindî her bi min balkêş hat. Heciyê Cindî ku ji alî îdeolojîk ve totalîter bû, bi pesin bû li hemberî îdeolojiya xwe, ji alî Kurdî ve derfet û rengên folklora Kurdî di zimanê xwe de bikaraniye, ji alî edebî ve jî li welatê Tolstoy û Dostoyevskî dijiya. Mehmed Uzun ji alî fikra sîyasî û sekna edebî ve lli Swêdê dijiya û fikrên wî li ser demokrasiyê bi şikil dibûn lê zimanê wî(armanca afirandina zimanê xwe ê edebî rastiyek bû) bi qasî zimanê Cindî ne dewlemend e!

Ev gotinên wî jî hêjayê bîrxistinê ne(Kovara Nûbihar, 1993):

“Eğer meriv behsa romanen kurdî bike, dive meriv behsa romanen Erebe Şemo, Eliy6 Evdirehman,

îbrahîm Ehmed, Rehîme Qazî, Husên Arif, Mihemed Mukri, Mahmut Baksî û Şahine Bekire Soreklî û h.vv.d.bike.” 

Ji Kovara  Berhem 1992:

“Roman, di man'a fikrî de humanist, şoreşger û rexnegir e. Ew humanist e, ji ber ku her tişte ku bi insan

û insaniyetê ve giredayî ye, ne dûrî romanê ye, her tişte romane ji bo însan û çeyiya insan e.” 

Bo dîroka Kurdan nêzikahiya wî di hişê wî de safî ye, weke me gotî, şîroveya wan gotinan jî bimîne. Pirsên werin pirsîn hene bo wan nihêrînan ku di romana Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê de jî ew fikrên wî dibin sebebê hin fikrên di derheqê jiyana kurdan de ku hêja ye dîrokzan analîz bikin ku ez weke xwendevanekî ji wan nêzikahiyên Uzun ên di derheqê tarîxa Kurdan de ên bi yek parsû ne qanih im.

Ji heman kovarê:

“Em qebûl bikin yan nekin, kurd bi hin wesfên xwe nas in; ne bi bajarvaniyê, bi koçerî û gundiyê; ne bi felsefe û îlim, bi şer û xweparastinê; ne bi edebiyata xwe ya niviskî, bi edebiyata xwe ya devkî, ne bi kitabxane û zaningehen xwe, bi peşmerge û hêzên xwe yen çekdar, ne bi dîşîplîna "kreavîtet"e, bi xurtî û meraniye... Ne hevvce ye ku meriv direj bike. Ev weşif, yên civaten kevnare û girtî ne. Berî niha bi du şed-sê sed salan, civaten peşketî jî, bi van wesfen xwe dihatinenasîn. Lê edî ne îro.” 

Ji ber ku bi rabêj, vehesîn û hin nêzikahiyên bigengêşî edebîyata wî hate nivîsîn, em, ji bo ku kevir bi awayek rast, li ciyê xwe biedilin, bi hewl in çimkî di wî halê bi polemîk de ne çîroka romanûsiya kurmancî zelal e ne jî çîroka nivîskarî û romanûsiya Uzun zelal e; dişibe warê sîyaseta li rojhilat ku bi mij û moran e, li gorî her kesî diguhere, ji şertûbendên edebîyatê bêhtir li ser esasên dîtir têne binavkirin.

Heq didim xwendevanan ku wexta vê nivîsê dixwînin, hêviya şikil û stîla nivîseke bi tez an jî gotareke ilmî, rexneya ilmî ji mi bikin. Ez ê ji parastinê bêhtir, wekî terzekê bi bîr bixim ku nivîsên pexşanî her wekî xalîçeyekê disêwirînim, an jî hewl didim zemîneke xalîçeyî a nivîsê were pê ku her beşek, bi taybetiya xwe, bi kûrahiya xwe, welew tenikbûna xwe bibe parçeyek xelîçeyê. Bi bîr bixim û gellek tiştan bihêlim bo xwendevanan an jî xwendevên tevlî pêvajoyê bikim. Ka ez niznaim em ê behsa qutbûnên di nivîsê de bikin an jî li gorî wê xelîçeyê hin gav û derbasbûnan wekî meşa li xelîçeyê bifikirin kul i wê zemînê şikl û ciyên sert, asê, welew bi taybetî hebin… Em ê niha bi gavên wis a re berdewam bikin.

Nasên Uzun, hevalên wî, derdora wî her behsa jîrekbûna Uzun kirine. Ew di 23 saliya xwe de bûye berpirsiyarê Kovara Rizgarî ku ew kovareke sîyasî bû. Ew feraset muhîm e meriv bi bîr bixe ku di temenê xwe de ti carî ji biqerarî, ji armanc û xeyalên xwe tawîz nedaye. 

Uzun, di romanûsiyê de, rewşenbîriya Kurd wekî hefizeya neteweyî, wekî trajediya neteweyî dîtiye, hewl daye rewşenbîrên Kurd bîne rojevê, tarîxa rewşenbîriya kurd bi awayek edebî binivîse. Ew jî pariya hestiyariya wî her dide nîşandayîn.

Piştî beşa yekem a nivîsê, di medya civakî de, xwendevanekî (“Xerzî‏ @Xerz11 “)

   wisa lêkiribû:

Daha fazla

„Mirov dibê qey gava ev nivîs hate nivîsin, rihê Mehmed Uzun li ser serê @cihanroj1 bûye :) Kekê Cîhan teqsîr kiriye :)”

 Gotineke gellek balkêş bû çimkî ruhê Mehmed Uzun ê nivîskariyê her bi mi re bû!Bo balkişandinê, dikarim bêjim Memduh Selîm Beg bo Uzun çi îfade dikir, di warê rewşenbîrî, nivîskariyê de jiyana Uzun jî ji bo mi heman tiştî îfade dike, jiyana rewşenbîrî û nivîskariya beriya me balkêş e, trajîk e ku beşek ji tarîxa edebîyata me ye. 

Di mesela texsîrkirinê de ez wekî @xerz11 nafikirim lê di her kêlîkekê de ji alî hestiyariyê ve rewşa trajîk a nivîskariya Kurdî di kêlîkên nivîsînê de hukum li mi dikin. Wekî delîl dikarim bêjim, di sala du hezar û çaran de, di Ek Gundemê de1 mi nivîsekê di derheqê zimanê Uzun de nivîsî bû ku rexneyeke balkêş bû bi a min, qeneb wê wextê mi hewl daye ez bêmihnet tevbigerim!Ez hê jî bi wê nêzikahiyê me ku karibim metna wî binasim, nivîskariya wî bi awayek hûr, kûr û dûr têbigihijim, analîz bikim û bibim sebebê pirsan, karibim metnên wî bi her awayî bi bîra xwe bixim!

Xeletiyek jî ew bû ji ber şert û mercên Kurdî, ji ber rewşa sîyasî a wê wextê ji ber eleqeya dunyayê bo çand û kultura Kurdî, ji ber hewla Uzun û xebatên wî, helbet sekna wî û ji ber gellek sedemên dîtir coşek hebû, hestiyarî hebû, rewşeke biajîte hebû li bakur ku bi rihetî meriv dikare bêje ew rewş dibû sebebê hin detay, xeletî û agahiyên meriv nikaribe piştrast bike. Helbet derdorên edebîyata Tirkî û a Swêdî jî nivîs lêdikirin, hevpeyîvîn dikirin ew jî, li hêlekê wekî karek edebîba, li alî din jî wekî hewleke destegê jî bû ku “mexdûrîyeta” Kurdî yek ji sebeba sereke bû. Tiştek din jî,  derdorên edebî ên biyanî, tespît û gotinên ku ji alî Uzun û ji alî gellek kurdan ve dihatin kirin rast didîtin, an jî rast qebûl dikirin li ser wan qebûlan, analîzên xwe ên bo edebîyata Kurdî dinivîsîn…

Ew rewş wekî mi di beşa yekem de destnîşankiribû li hêlekê rê dida hin ajîte û manîpûleyan, li alî din jî dibû sebeb edebîyata Kurdî, romana Kurdî were gengêşîn were nasîn. Ku meriv her tiştî wekî manîpûle bibîne ew jî neheqiyeke li kar û xebatên Uzun ên edebî ku ez dibêjim, êdî em ji hev bawer in ku ez nîyetên bi wî awayî jî red dikim.

Ev nivîs bi awayek hewla wan nêzikahiyan e  ku meriv hewl bide, bigengêşe daku edebîyata Uzun ji hemî sekn û nêrînan bike, bêyî wan seknan, karibe berhemên wî têbigihije .

Dewrekê, kesên ku têkiliya wan bi Kurdî re qels bû, bo edebîyata Uzun nivîs lêdikirin, coşa bi wan re jî yek ji sebebê manîpûleyan bû. Ji ber ku meseleyeke bi polemîk e. Belkî rastiyên jiyanê ne, kesên mîna min, di warê nirxandin û rexneyê de ne bi îdîa ne, bi tenê bi hewla çarçoveya edebî nêzikahî li edebîyata wî dikin, peyderpey bibin sebebê pirsên nû ên wekî destpêkeke nû!

     Karê nivîskariya kurd, hê jî,  di heman demê de, wekî hêviyeke jê tê kirin, karekî entelektuelî-rewşenbîrîye jî. Di hin xalan de, di hin pêvajoyan de, ger hin diyarde, rastî, meyl neyên gengêşîn, gelek tişt tevlîhev dibin, kultur û edebîyat, ji hewesên hin kes û derdoran wê xisarê bibîne, îda dikim ku niha dibîne jî!

        Heke pirs neyên kirin ê rewş her xwe dubare bike. Belê, Uzun behsa edebîyata dunyayê dikir di derheq jiyanê de fikrên lîberal derdibirin, azadiya takekesan dianî rojevê, ew pir muhîm bû bo nivîskariyê, hêja ye were pirsîn ew li hember metna xwe, li hemberî fîgûran çawa tevgeriya ye? Hefsar di destê wî de bûye. Di hevpeyîvîneke xwe de her gotibe ku peyamên şilfîtazî di romanên min de nîn in jî  hin gotinên dîtir ên wî wan gotinan derdixin valahiyê2.   

Wî her ku balê dabe takekesiyê, rexne li totalîteriyê girtibe jî di romanên wî de xîtabên totalîteriyê ne kêm in. Ew bi pey hefizeya civakî ketiye. Neqil kiriye û hewl daye vejîne.

Wî digot, ez hewl didim zimanekî edebî ê kurdî biafirînim, heger ku bigota, ez hewl didim zimanê xwe ê edebî biafirînim mesele tunebû, bi îdiayên wisa re dibû sebeb ku kesên biyan lê bifikirin ku heya dema wî zimanekî edebî ê Kurdî nîn e!

Rojevên polîtîk, parçebûna hiş û karekterê şexsan, rastiyên zimên, rewşa jiyana Kurdan û gellek tiştên din di edebîyata Uzun de jî wekî astengî bûn ku ew rewş dibûn sebeb di karwaniya nivîsevaniyê de nakokî werin dîtin. 

Uzun di hevpeyîvîneke xwe de(Kovar W, hej.13,2007) têkiliya romanê û bajarvaniyê bi bîr dixe û pêde diçe:

“Divê em di edebîyata xwe de bajar û bajarvaniyê derxînin pêş. Wan wisa taswîr bikin ku însanên me ji bajarên xwe hez bikin. Bi wan taswîr û saloxdanan tarîxa bajaran bizanibin û bizanibin li ser kîjan axê dijîn. Miorv bi vî awayî bikaribe hafizeyeke neteweyî ava bike. Tiştê ku j ime hatiye dizîn, j ime hatiye girtin” Di heman kovarê de ew bo afirandina peyvan wisa dibêje:

“Kurdî, ji bo Edebîyata Kurdî, zimanê ku heye ez pê dinivîsînim. Gellek heval ji ber xwe de gotinan ava dikin, çêdikin û bi wan peyvan dinivîsînin, bêyî wan jî kes jê fem nake. Miorv divê tiştên wiha neke.”       

Mesela çêkirina peyvan , gengêşiya wê rewşê li dera ha, meseleyeke din a sotîner heye di  nivîsandinê de ger em herdu şîret û tespîtên Uzun bi bîr bînin; ger hûn bajarên xwe binivîsînin, jiyana bajarî binivîsînin hûn ji bo romaneke dewlemedn û karibe jiyanê teswîr bike pêdivî bi têgînên teknîkî ên dema modern hebûn, ger we xwe ji wna dûr bigirta hûn neçar bûn we sînorê romanê û vegotina xwe teng bikira an jî we ê di hişê xwe de bi saya Tirkî hin tişt saz bikira çimkî Kurdî ji ber qedexeyan û ji ber nebûna têkiliya zimên a bi qadên ilmî û zanistî re kêmanî hebûn.

Ev ji bo detayekê muhîm e ku gellek Kurdan her behsa bêxwedîbûna xwe kirine, bêdewletbûn û bêderfetbûn anîne rojevê, Uzun wekî kesekî haydarî wê rewşê karibûye li xwe xwedî derbikeve, ew taqet, bawerî, hêz û wêrekiya medenî pê re hebûye, têkoşiyay ye, bi keda xwe bûye xwediyê qelema xwe…

Xalek heye divê hem bo romanûsiya Uzun hem jî bi gelemperî bo romanûsiya Kurdî li vir wekî ekvanekê were bîrxistin; di navbera hestiyariya neteweyî û îdayên bo edebîyata dunyayê de ketiye tengasiyan; di siya Evînê de karekterê xwe heya Agiriyê dibe, bêy şîrove, tablo û qewimînên li wir, karekter dadigere!

Kesekî mi destûr jê negirt digot, di meha Newrozê de, di romana Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê de, Uzun mirov birine Çiyayê Sîpanê! Bi tevî hin xeletiyên madî, meriv lê hay dibe k udi hin fikran de ew jî bi “qebûlan” re ketiye nav şîrove û destnîşankirinan.

Bi nîyeta gotina dawî a vê beşê:

Uzun bi sekn, armanc û hewla xwe a ji alî nêzikahiya edebî ve qelemek hêja û balkêş e. Hewla têkiliya bi edebîyata dunyayê re, aliyek cuda a qelema wî dide nîşandayîn. Çi ji wî be, çi ji şert û mercan be, her ku rola avakariya zimanê modern ê edebîyata Kurdî hatibe destnîşankirin jî em wê wekî hêleke înşakirinê dibînin, ji derî wan hewlan wekî rastiyekê keda wî, wekî kedeke hêja dibînin. 

Hewl daye ku zimanê edebî ê romana xwe biafirîne lê mixabin dûrbûna wî a ji Kurmancî yek ji sebeba muhîm e ku nehiştiye zimanê romana wî dewlemend bibe, helbet zimanê çîrçîrokî, zimanê dengbêjî û destanan tehm û çêj dane romanên wî, ew bûne sebeb daku romanên wî di zimanên dîtir de balkêştir bin lê bi a min ger ew bi, wê hewl,  israr û keda xwe li welatê xwe bûya ê meyê behsa zimanekî xurttir ê romana wî bikira.

Belkî em ew kes in ku bi berhemên wî ên edebî re tarîxa romanûsî û sîyasetmedariya wî, bi awayek ne bi detay û ne kûr, tarîxa wî a şexsî bi bîr dixin, nifşên li dû me wê bêhtir û bi awayek ilmî ê “metn”ên wî binirxînin. 

Ez her hesas bûm ku wê rastiyê ji bîr nekim ku hin gengêşiyên bi edebîyata Uzun re diqewimîn bo edebîyata Kurdî gengêşiyên nû bûn û spekulatif bûn. Gelo ew gengêşî çiqas dibûn sebeb Uzun di romanûsiya xwe de gellek bi tevdîr tevbigere, her tiştî zêde îdealîze bike û bi wî awayî bibe sebeb û bihêle zimanê wî serbest be.

 Di wexta bi çalak a nivîskariya wî de rojevên polîtîk ên kurdan germ bûn. Nivîskariya wî bi qasî bûyereke edebî bû hewqas jî bûyereke sîyasî bû.

Diyardeyên wisa me dibin encaman ku ew rewş çiqas dibû sebeb populerbûn were pê hewqas dibû sebeb ku derdorên bixeyd, ên bêeleqe jî çêbibin. Gelo romanûsiya wî çiqas bandor li romanûsiya bakur kir? Teknîka wî a nivîsînê, seknên wî ên edebî di Kurdî de bes hatin gengêşîn an na? Çima bi qasî k udi tirkîde edebîyata wî, romanûsiya wî hate gengêşîn di Kurdî de eleqeyên wisa(gengêşiyên nivîskî) nehat dîtin? Pirsên dîtir hebin helbet. Kî xwedî çi bersivê be ne tiştekî wisa ye ku meriv karibe texmîn bike. Uzun, têgeha “deng” pir îfade dikir. Herwiha di romanên xwe de jî wekî eleqeya bo pirçanditiyê li pey rengên cuda bû. Bo romana Kurdî jî ew dengek bû. Di romanûsiyê de, bi rengê xwe balkêş bû.Wexta van hevokan lê dikim, wêneyê wî li Kovara W ye kovar li ser sehpeyê ye û ez demên mirina wî bi bîr tînim ku, wê wextê, mirovên welatê wî, ew wekî nirxekî bo moralê jî didîtin. 

Bo gava nirxandina romana wî Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, ev gotinên wî deriyek xweş e:

“Vegotineke ku hatiye estetîzekirin, şêwazeke rafînekirî, zimanekî rafînekirî, têmayên ku hestên hîç naguherin ên mirovahiyê û zêdekirina rengekî li xelîçeya edebîyatê.”(Radyona Swêdê, Sermawez, 2004)

Pirseke wisa ji Uzun hatibû kirin(ne şaş bim Abdullah Keksîn ew pirs kiriye):

“Ku rexnegirên edebî ên edebîyata Kurdî ku dest pê bikin metnên te binirxînin, bi a te,  bi kîjan xal dest bi gengêşiyê bikin, baştir e?”

“ Avmuhîm analîzên edebî ên bo metnên min e. Ziman pir muhîm e.Bi tevî her tiştî jî dîrokeke edebîyata Kurdî heye. Ciyê edebîyata min a li wir. Û ciyê edebîyata min a di nav edebîyata dunyayê de.”

Ez ne rexnegir im. Helbet ê rexnegirên vê edebîyatê rojekê karibin daxwazên wî bînin cî. Lê rastiyek heye ew jî bi tevî xwendinên min, ev nivîs careke din bû sebeb ez gavek din nêzikahî li metnên wî bikim. Wekî romanûsekî romana Kurdî, pirsan ji romanûsiya wî bikim û herwiha hewl bidim hin pirsên dîtir ji romanûsiya Kurdî û ji romanûsiya xwe bikim, ji derî wê, carek din li trajediyên nivîskarî û rewşenbîriya vî zimanî bifikirim ku gellek delîl, referans, danehev û çîrokên balkêş hene di wê tarîx û jiyanê de…

1)

Hin gotinên birêz  Mehmed Uzun sedema  van gotinan e.Armanca bingehîn ji gotinên birêz Uzun bêtir destpêka gengêşiyek e.Gelo ji bo nivîsên ceribî kurmancî çiqas rê li însanan vedike?Kesekî wextê helbest lê bike,çîrok binivîse,roman binivîse hew çend dastanan ji dil û can bixwîne,dengbêjan guhdarî bike ji alî şêweyê ve,rîtm û mûzîka peyvê ve,tîn û kubariya derbirînan ve derfetên mezin bi dest dixe.Luqman Ehmed derbarê Memê Alan de lêkolînek kiribû , nêrînên xwe der dikir:’’Ku hûn Memê Alan bixwînin dastan awayê vegotina xwe,rîtm û mûzîka xwe li we ferz dike.Hûn dibêjin qey pênûs ne ya we ye,mîna ku destan nivîsa we binivîse.’’  

Me got ,gelo ji bo nivîsên ceribî çiqas derfet hene ,li rê ye ku însan gotinên  birêz Uzun bi bîr bîne ku wî gotibû,’’Kêmanî ne ya ziman e ya însan e.’’

Di hevpeyîvînekê de bersivên ku Mehmed Uzun dabûn li van gotinên wî nayên!Ji hevpeyîvînê:

Sennur Sezer:

-Birêz Mehmet Uzun, di Keskesora Ruh de navê wergêrek nabînim.We bi Tirkî nivisî?

-Belê.Min bi Tirkî nivisî.

-Bi qasî ku bi bîr tînim dê we romanên xwe bi Tirkî an jî Swêdî nenivîsanda.Ji bo ku hun li dû romanên bi van zimanan hatine nivîsîn nemînin.Ev pirtûkek ceribî ye?

-Bi temamî ne cerib e.Pirtûkek vegotinê ye.Pirtûkek vegotinê ya di navbera cerib,çîrok û romanê de.Ne roman e,ji ber ku ez romanên xwe bi tenê bi Kurmanci dinivisînim.Lêbelê  pexşanên xwe yên dî dem bi dem bi Tirkî û Swêdî dinivisînim.Ev jî ji wan yek e.Berîya vê min Hawara Dîcleyê  bi Kurmancî nivisî.Ji wê romaneke bi kurmancî ya gelek berfireh pêk hat…Piştî wê romanê min xwe gelek westîyayî hîs kir.Wekî ziman mîna ku gencîneya min ya edebî a kurmancî vala be…Ji nû ve min bi kurmancî binivîsanda bi îhtimaleke mezin min dê xwe dubare bikira…’’(Tîroj,hej.13)

Gelek kes hene ruhên wan ji gelek çandan,derbirîna wan ji gelek zimanan xeml û teşe werdigire.Ev şanazî û bextewarî ye…… Lê çima roman bi Kurmancî, nivîsên ceribî bi zimanên dî?Gelo metirsiyek heye?An jî wekî me got ,nivisîna ceriban bi Kurmancî derfetên berfireh nade însên?Ger pirsgirêk ev be gere bête gotin .Bi bawerim çawa herkes dilsozê romanên birêz Uzun e,ger ceribek wî bi Kurmancî bihata weşandin dê ewqas fêde bigihanda ziman.Kesan derfetên derbirînên cûda bi dest bixista.Ger ne rewşa Kurmancî bûya dê gotinên birêz Uzun wekî tercihek cî bida xwe .Wê çaxê jî  pariya her kesî hurmet dima…(Cîhan Roj, Ek Gundem gulan,2004)

2) 

“ Di romanê de têra xwe bersivên min hene ji bo dexes, ewanên kul i derdora min hîç kêm nabin. Lehengê min Hemê ne ew kes e ku ji wan cudatir be; dexes, ewan, kîndar û xaaîn…” (Bir Romanın Hatıra Defteri 143)”

Wekî nîşe, ew gotin hem ji alî edbeî ve hem jî ji alî jiyana wî a pouler ve balkêş in bê ew gengêşî li hêlekê çiqas bûne sebeb ew populer be hewqas jî bûne sebebe w biêşe, biqehire, bi hêrs bikebve!
*

Beşa 1'em a vê nivîsê:
- Mehmed Uzun, çîrokeke dirêj a nivîskariyê: Tarî mîna nivîsê nivîs mîna roniyê

 

**

-
Nivîsa ji bo bersiva "Banga Xwendevanan":
- "Tu" ango "Em"
- Mehmed Uzun, çîrokeke dirêj a nivîskariyê: Tarî mîna nivîsê nivîs mîna roniyê

Banga xwendevanan:

- Daxwaza 100 xwendevanan ji nivîskarên kurdan  

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Baxek ji folklora kurdî (Ji derdora Mêrdînê)

ad

Flashhilata 4'an derket

ad

AKP'ê nehişt lêkolîn li ser kuştina Elçî bê kirin

ad

AKP'ê daxwaza lêkolîna li ser Ozal, Kahveci û Bitlis red kir

ad

Konferansa Sînemaya Kurd a Navneteweyî

ad

Go kam bibo verendam û qeybî verendamî çende rey delegan lazim ê?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname