logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Bertewîlê Darê… Ewcê Marînê…

Gotin an biwêjên ku bi wan gelek tişt tên îfadekirin, tevî ku di tevahiya kurdî de hene jî di asta herêmî de jî gelek bi

  • Dîrok: 13/03/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Gotin an biwêjên ku bi wan gelek tişt tên îfadekirin, tevî ku di tevahiya kurdî de hene jî di asta herêmî de jî gelek biwêj hene. Lê ev bi xwe, mijareke berfireh a lêkolînê ye ku dikare zimanê me dewlemendtir bike, ku ez ê li vir xwe nedim ber barê wê.

Biwêj hene tenê li hin herêman têne zanîn. Hinek li gundan heta hinek jî di nava malbat, an eşîran de bi sînor in. Bêguman mîna pîvana esasî ya afirandina biwêjên cihê jî hin bûyerên ku bandorê li jiyan û civakê dikin di ziman de mîna gotinên qalibî cihê xwe digirin. Ev dikare ji bo piçûkxistinê be, ji bo pesindayînê yan ji bo ravekirina rewşeke ji rewşê jiyanî be. Yanî serpêhatî, bûyer û tecrubeyên civakê bi gotinên qalibî an sembol derbasî nifşên nû dibe.

Ji ber mêtingerî, êrîşên tunekirinê û asîmîlasyonê, derfeta lêkolînan û xebatên akademîk jî pir çênebûye. Biwêj çi gelemperî bin çi jî herêmî bin, piştî bi demekê tenê bi mebest û wateya dixwaze bide bi sînor dimîne, yanî çîrok an sêrpêhatiya wê, bi demê re yan dema nifş tên guhertin, tên jibîrkirin. Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim du biwêjên navdar ên herêma Mêrdîn û Nisêbînê parve bikim. Yek jê “Bertewîlê Darê”, ya din jî "Ewcê Marînê" ye.


Bertewîlê Darê:

Berê divê bajarakî antîk Dara were naskirin. Dara Berî Mîladê di navbera salên 530-570’î de ji aliyê Împaratorê Persan, Drayuvaşî (Darxîs) ve hatiye avakirin. Ji ber navendeke girîng e li ser rêya bazirganiyê ye, bûye meydana şerê mezin ê navbera împaratoriyan. Bi keleha dîrokî, sîstema depokirinê yan sarincên avê, goristana antîk û gelek hebûnên din ên xwe disipêrin dîroka 10 hezar salan, mîna Heskîfê cihekî balkêş e.

Li tevahiya Mêrdînê û hin herêmên derdora wê biwêja ‘Bertewîlê Darê’ navdar e. Ji bo kesên ji aliyê fizîkî ve gir, bihêz û hinekî jî bêteşe, navlêkirina “Bertewîlê Darê” heye. Tê gotin Bertewîl, Berî Mîladê di salên 500’î de jiyaye. Ev  Bertewîlê Darê jî lehengekî navdar ê Dara ya Mêrdînê ye. Dibe ku kralê Darayê be jî! Bi şerê xwe yê li dij Eşîra Ereb a Benîhîlalî ku xwestin derbasî Kurdistanê bibin, heta roja me serpêhatiya xwe aniye. Jixwe, di vî şerî de jiyana xwe ji dest dide. Tê gotin Bertewîl kesekî wisa bi hêz, gir û şervan bû ku tu şervanî nikarîbû xwe li ber bigire. Her wiha qala hespê wî yê nêr û belek ê bêhempa jî tê kirin. Ketina Mezopotamyayê yan Kurdistanê ya Eşîra Benîhilalî jî Berî Mîladê salên 500´î ye.

Versiyoneke din a ‘Bertewîlê Darê’ jî ew e ku bajarê antîk ê Darayê li binya Mêrdînê navendeke rêveberiya Împaratoriya Pers bû. Navê xwe ji kralê Pers Darius an Darxîs girtiye. Wî kesek yan tebayek (efrîdek) gelekî mezin û bi hêz xwedî dikir. Di dema şer de li pêşiya artêşê bi mezinî, hêz, şehl û îhtîşama xwe dibû sedem ku artêşa dijber ji aliyê moral ve têk biçe. Ew teba “Bertewîl” dihate binavkirin. Hê jî ji bo kesên gelekî bihêz, şervan û gelekî gir re, biwêja “Bertewîl” tê bikaranîn.

Ewcê Marînê

Marîn gundekî Nisêbînê ye û li quntarên Çiyayê Bagokê ye. Manastir an Dêra Mor Evgîn bi dîrok û rola xwe ya di belavbûna Xiristiyaniyê de cihekî pîroz ê Suryaniyan e jî.

Di demên zaroktiya me de qala Ewcê Marînê dihate kirin. Ewc tê wateya “dêw’. Dihate gotin ku bi dehan metroyan bilind bû û li Çiyayê Bagokê dijiya. Bi şertê ku zirarê nede mirovan û gundan xwarina wî di nav xwe de bêş dikir. Her carê dihate Marînê û xwarin an qûtê jê re hatiye amadekirin dibir. Ji bo kesên gelekî bejn dirêj şibandin a “Ewcê Marînê” têkirin.

Her wiha bi dehan çîrok der barê Ewcê Marînê de dihatin gotin. Mînak, dibêjin, carekê gundiya gotiye heta dest û rûyê xwe neşo, ew ê xwarinê nedinê. Ewc jî gotiye “an ez ê destê xwe yan jî rûyê xwe bişom”. Li ser vê yekê gundiya gotiye, rûyê xwe bişo û hesabê ku dema rûyê xwe bişoyê destê wî jî şil bibin werin şûştin, kiriye. Lê belê Ewc lingek avêtiye aliyê din ê çemî,  û rûyê xwe li avê xistiye.

Dîsa tê gotin carekê qût yan xwarina wî bi derengî xistine, Ewc lingek avêyite vî aliyê Marînê, yê din avêtiye aliyê din û gotiye heta muhleta dayî wan biqede xwarina wî neyê, ew ê bi gund de birî û wan di nava gû de bihêle. Wekî din li nêzî Marînê latekî mezin ê kunek tê de heye ku jê re dibêjin, guharê (keça) ewc e.

Ya balkêş jî ew bû ku di civat û sohbetan de dema qala Ewc dihate kirin, ji guhdaran û me re ne mîna tiştekî mîtolojîk, lê mîna serpêhatî yan rastiyeke dîroka nêz be, xuya bû.

Niha dema li ser mijarê dipojînim digihîjim wê encamê ku ya ev bûyerên ‘dûrî aqil’ mîna rastiyeke berbiçav bi me dida bawerkirin, hêza gotinê bû. Gotinên wisa bihêz ku filmên Holywood ên bi teknîka herî bipêşketî jî nikaribin ew qasî bi bandor bin.

Yanî hêza zimanê kurdî dibû sedem bi Bertewîlê Darê re li ser pişta hespê belek em li beriya Mêrdînê û bi Ewcê Marînê yê dehan metroyan dirêj newal bi newal li Çiyayê Bagokê bigerin.

13.03.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Notên li ser hilbijartina Başûr

ad

Di 100 salan de çi bi serê bajarê Sêrtê de hat?

ad

Sadak wêneyê Gul û Erdogan ji odeya xwe avêt

ad

Tîmên Lîga 2'yemîn û 3'yemîn dest bi protestoyê dikin

ad

'Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin?'

ad

EZ(adî)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname