Enqere
Hevserokên BDP’yê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak bi weşandina peyameke nivîskî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û xwestin çewsandinên li ser zimanê kurdî bêne rakirin.
Ji bo Cejna Zimanê Kurdî, hevserokên BDP'ê peyameke weşandin. Di peyamê de qala polîtîkayên asîmîlasyonîst ên li ser zimanê kurdî hate sekinîn û li ser çewsandinên rojnameya Azadiya Welat jî wisa hate gotin: "Zordariyên li ser Azadiya Welat encama berdewamkirina polîtîkayên asîmîlasyonîst e. Ev zihniyeta yekparêz-qedexekar êdî li vê dinyayê cihê wê nîn e û gel van kiranan qebûl nake."
Hevserokan da zanîn ku gel bi salan e li hemberî vê polîtîkaya asîmîlasyonîst têkoşîna demokratîk dide, bi awayekî xurt xwedî li zimanê xwe yê zikmakî disekine, yek bi yek qedexeyan li dû xwe dihêle.
Hevserokên BDP'ê careke din bang kirin ku zordariya li ser zimanê zikmakî bê rakirin û Cejna Zimanê Kurdî ya gel pîroz kirin.


