Diyarname
Kemanjenê navdar ê îranî Farid Farjad ki bi 'zilamê girî bi kemanê dixe' tê nasîn li Stenbolê careke din bi ya xwe kir û kêfek mezin pêşkêşî temaşevanan kir.
2'yemîn Festîvala Mîstîk a Navneteweyî bi konsera kemanjenê navdar Farjad dest pê kir. Festîvala Mîstîk a Navneteweyî ku par yekem car li Stenbolê dest pê kiribû îsal duyemîn car li dar ket. Ji bo destpêkirina festîvalê li Mezeya Aya Îrînî konsereke hate li dar xistin. Di konserê de kemanjenê navdar Farid Farjad, jina wî ya fûlûtjen Mitra Tavakkoli Farjad û piyanîst Armen Aramyan derketin ser dikên.
Ji hemû dinyayê re azadî
Farjad ku ji bo kesên di madena Gelîka Zonguldakê de jiyana xwe ji dest da rehmet xwest û berê strana "Azadî" bê lêdan jî "Ji hemû dinyayê re azadî" xwest.
Kemanjen Farjad ku di sala 1938'an li Tehranê hatiye dinê bi saya diya xwe di zarokatî de dest bi lêdana kemanê kiriye. Kemanjenê ku di 9 saliya xwe de diçe dibistana musîkî ya neteweyî, di 16 saliya xwe de beşdarî Orkestraya Senforî ya Tehranê d
ibe. Farjad ku di sala 1957'an de li dibistana hunerê ya muzîkê dest bi mamostetiya kemanê dike di sala 1978'an de diçe Amerîkayê û li wê derê di Orkestraya Senfonî ya Riachmond a navdar de dest bi xebatê dike.
Hunermend ku yek ji navdartirîn vîtuozê dinyayê ye heta niha bi navê "Anroozha (Ew roj)" I, Anroozha II, Anroozha III, Anroozha IV û Anroozha V" album derxistiye. Wî di nav albuma têkilhev "Golha" de jî cih girtiye û niha li ser albuma xwe ya şeşan "Anroozha 6" dixebite.
Kemanjen Farid Farjad ku bi bazinê kesk ku nîşaneya muxalîfên Îranê ye derket ser dikê bi kemanê xwe coşek mezin da temaşevanên ku salon mişt tijî kiribûn.
Di festîvalê de konserên mîstîk
Festîvala ku heta 25'ê mehê wê li dar be de digel nîşandayîna fîlman, lîstina şano, êvarên xwendina helbestan, li dar xistina pêşangehan wê konserên mîstîk jî li dar bikevin.
Di konsera "Shichiseikai" de, kom wê seramoniyên parastgeha Cihionin ya li navenda Budîzmê, rîtul û shomyoyan (xwendrina sutra a Bûdîstan) pêşkêş bikin.
Konsera Shichiseikaiyan wê 23'yê mehê aset 20.00'an de (li Aya Îrînî) li dar bikeve û heman rojê saet 21.30'an de jî koma Kardeş Turk
uler wê stranên Anatolî û Mezopotamyayê pêşkêşî guhdaran bikin.
her wiha konsera Nassima Chabane (Aya İrini, 25 gulan 2010, 18.30), konsera Koroya Lusavoriça Ermen (Aya İrini, 25 gulan 2010, 20.00) û konsera Yasmin Levy (Aya İrini, 25 gulan 2010, 21.30) wê bêne li dar xistin.
Festîvala ku ji aliyê İBB Kultur A.Ş. ve tê organîzekirin li cihên wekî Aya İrini, Yerebatan Sarnıcı, Eminonu Halk Egitim Merkezi û Kizlaragasi Medresesi bêne pere têne li dar xistin
Foto: Cemil Oguz
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


