Diyarname
Di Sempozyûma Feqiyê Teyran de helbestvan Berken Bereh got: "Feqiyê Teyran yek ji sembola kurdan e ku ew pê serbilind in."
Di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de "Sempozyûna Feqiyê Teyran" hate li dar xistin. Di danişîna yekem a sempozyûmê de ji başûr Dr. Salih Cimê û Xalit Husên hatibû û di bin moderatoriya helbestvan Arjen Arî de gotûbêjeke li dar ket. Arî pêşî ji "Ey Avê Av" a Feqiyê Teyran pêşkêşiyeke pêk anî.
Dûre Dr. Salih Cimê dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku helbestvanên wekî Feqiyê Teyran û Melayê cizîrî kedek û riheke mezin xistine nava zimanê kurdî ku ne mimkûn e mirov ji bîr bike.
Cimê da zanîn ku li dinyayê du armancên serdestên kurdan hene yek jê wêje ya din tunekirina ziman e û diyar kir ku bi keda hostayên wekî Feqiyê Teyran ziman heta îro hatiye.
Paşê Xalit Husen da zanîn ku Feqiyê Teyran bi taybetî navê Teyran hilbijartiye û wisa got: "Ji ber bi azadî firîn û nazikiyê ev nav hilbijartiye."
Di danişîna duyem ku di bin sernavê "Şerbeta Lam û Bê" û di bin moderatoriya Lal Laleş de hate li dar dixistin helbestvan Berken Bereh û Xalid Sadînî beşdar bûn.
L
aleş pêşkêşiya Seîdê Dêreşî ku ew jî mêvan bû lê nekarî bê pêşkêşî temaşeanan kir. Dêreşî di medreseyên ku Feqiyê Teyran ava kirine de qala derfetên ji bo helbestvanan kir, bi mînakan aliyên cuda û hevbeş ên helbestên Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî kir.
Helbestvan Berken Bereh jî diyar kir ku helbestvan Teyran tenê helbest nedinivîsand, rê da ber şiklê fikirîna gelê kurd. Bereh bal kişand ser rola felsefeyê ya di helbestên Feqiyê Teyran de û wisa got: "Li ser afirandina dinyayê Feqiyê Teyran xwedî agahiyên baş bû. Xebata xwe ji bo mirovatî, ji bo dinyayeke wekhev kiriye. Ev taybetiya wî bandor li helbestvanên dû wî jî kiriye. Ji ber vê yekê ew semboleke ku kurd pê serbilind bibin."
Bereh da zanîn ku Teyran guherîna xwezayê şibandina organên mirovan, zimanekî wî yê herikbar û edebî hebûye û ev yek lê zêde kir: "Wî zimanê rojane bi rêbazeke afirîner xistiye şikleke din."
Xalid Sadinî li ser teknîka helbestên Feqiyê Teyran sekinî û bal kişand ser vegotina helbestên wî yên wekî Şêxê Senan û Besîsê Abid. Sadinî li ser kûrahiya peyvên di helbestên Teyran axaftina xwe
temam kir.
***
Nûçeya eleqedar:
- Festîvala Amedê dest pê kir, konser hat betalkirin
- Sempozyûna Feqiyê Teyran li dar dikeve
- Bermaneya Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê


