logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Meseleya donê gur

Jiyana kurdan, nexş, motîf û tabloyên jiyana Kurdan, di edebiyata kurdî de bi kurdan balkêş nayê. Ev bo pirofîla nivîska

  • Dîrok: 30/03/2019
  • Beş: Serbest

Cihan Roj

Jiyana kurdan, nexş, motîf û tabloyên jiyana Kurdan, di edebiyata kurdî de bi kurdan balkêş nayê. Ev bo pirofîla nivîskarî û xwendevaniya kurdî rewşeke muhîm e ku bi gelmeperî wisa ye. Wextê ew tablo bi zimanên biyanî, di edebîyatê de têne nivîsîn gellek bala xwendevanên zimanê biyanî dikişînin. Li pey navdariya wan qeleman, xwendevanên kurdî, heta hin meşhûrên kurdan jî vedigerin, bi wan qeleman "xwe tatmîn" dikin! Di serî de medya, pê serbilind dibe lê navê wê rastiyê qewîkirina dîwarên li hemberî kurdî ye!

Mi di medyayê de xwend ku Kawa Nemir û Selamî Esen kitêveke Murat Ozyaşar (Ew nivîskarekî edebîyata tirk e, Amedî ye, kitêbeke wî bi navê "Sarikahkaha" bi tirkî hatiye weşandin di sala 2006'an de. Mi heya niha berhemên wî nexwendin e lê xwedî xelat e, her kes ji nivîskariya wî gellek razî ye. Tê gotin ku berhemên wî li zimanên dîtir têne wergerandin.) 

Di wêneyê berga paş a Kelogirî de ev hevok ji kitêvê hatine par vekirin:

"Her kes li dû miriyê xwe dike tîqetîq. Ev e; tu nebê navê vê krîzê, navê vê tîqetîqê ye kenê bêxwê."

Ew tablo di jiyana kurdan de gellek balkêş e. Heman tabloyê mi di sala 2008 an de di helbesta, Ken Li Dû Miriyan( Aqil Diçe Sewda Dimîne, Weşanên Do) de bi vî awayî lêkiribû:

"(mirî vedişartin û hemî hêstran bi kenên tîr re diherikandin)

……………………

mirî vedişartin û li dû dikeniyan...

niha ez her roj dikenim piştî ku hin ristan vedişêrim.... "

(Ji helbesta "Kenê Li Dû Miriyan", Aqil Diçe sewda Dimîne ,2006)

Nîyeta mi ew e bi bîr bixim jiyana Kurdan, di edebîyatê de, bi Kurdî bala Kurdan nakişîne, çimkî bi wan nas tê an jî ew dijîn, wexta çav bi wan tabloyan dikevin dev ji cîhana edebî a metnê de berdidin, ti sir û raza metnê bo wan namîne! Ev xêz û tabloyeke muhîm a edebîyata Kurmancî a dema me ye! Gerînekeke din jî "polîtîka" ye ku di gellek nivîsan de mi hewl dabû balê bidimê.

Wexta ew jiyan bi zimanê biyanî tê nivîsîn ji alî xwendevanên biyanî ve xweş tê pêşwazî kirin, balkêş tê dîtin çimkî cîhana xwendevaniya biyanî ji derî qalib, ezber, rewşa polîtîk û hin agahiyên oryantalîst hay ji detay û kelûpelên jiyana kurdan nîn in. Ew metn û qelemên metnan têne nasîn. Nivîskarî û xwendevaniya kurdî (ji ber gelek sebeban ku hê jî bi xwe ne beled e, an jî ji ber ku nayê nasîn…) vedigere xwe li wan metnan digire bo avakirin, hebûn û belkî tatmîna xwe a edebî, polîtîk bo xwespartinê !

Yaşar Kemal yek ji wan kesan e ku hem nivîskarekî edebîyata dinyayê ye hem jî referansên edebîyata wî, şêwaza wî, teknîka nivîskariya wî bo edebiyata me balkêş e çimkî wî gelek sûd ji kultura devkî a kurdî girtî ye. Mi nivîsek du nivîsên di derheq "Kelogirî" de xwendin, tê gotin ku Murat Ozyaşar jî ji kultura devkî sûd werdigire.

Li vir gengêşî, polemîkên ji bo "Kurdî-Tirkî", nivîskariya wan didim hêlekê. Vê pirsê dikim;

"Jiyana kurdan bi kurdî xweş tê îfadekirin an bi zimanekî biyanî?" Baş e, (bawer nakim di serî de ew nivîskarên bi zimanê biyanî dinivîsînin jî bêjin, bi zimanekî biyanî xweştir tê nivîsîn… Helbet taqeta edebî, meselên nivîskariya ên din jî hêmanên sereke ne.)

Heke wisa be, çima berhemên bi kurdî li zimanên biyanî nayên wergerandin, bi wî awayî, jiyan û coxrafya kurdan, a kurdî bi xwendevanên biyanî nadin naskirin? Bersiv basît e, di serî de, hin wergêrên kurdî ne bi wê baweriyê ne ku di kurdî de berhemên mirov karibe li zimanên dîtir wergerîn e nîn in! Wisa difikirim ku ew li gorî pêdiviyên wergerê kurdî naxwînin, ev ne îtham e, karwanî dibe sebeb em bigihijin encamên wisa… A din, wergerandina berhemên kesên naskirî avantajên rojane û deng tîne bi xwe re, ev jî wekî rexneyeke çors xuya bike jî, bi salan e ji ber sekn û nêzikahiyan, em lê difikirin!

Ji dilûcan mereq dikim bê "Sarikahkaha" û "Kelogirî" heman tesîrê li xwendevanên kurdî dikin an na (helbet serkeftina wergerê muhîm e, tesîra wê ê hebe) Bersiv na ye çimkî ew jiyan an jî metn bi awayek bi gelek hêlên xwe ê bi xwendevanên kurd ne biyan bin û ê tesîrê li wan neke! Heta ez pirsê bi wî awayî bikim; gelo Murat Ozyaşar bi heman taqeta xwe a edebî wan berhemên xwe bi kurdî binivîsîya ê çawa bihata pêşwazîkirin? Bi îhtîmaleke mezin ê bigotina, berhemên wî giran in!

Xemgîn im ku Kawa Nemir li detayên wisa nafikire; ew li hêlekê, her hevoka xwe li ser azadiyê saz dike heta xemgîn e ku ala kurdan nîn e lê li alî din nakokiyên wisa ecêb dijî! Belê, gavên wisa ji bo Kawa Nemir wekî nakokî dibînim!

Ne li dij im ku Murat Ozyaşar bi tirkî dinivîse, bi gotinên basît nabêjim bila bi kurdî binivîse, ew, nivîskariya wî xwedî rastiyên xwe ne û ê gelek kesên mîna wî wê nivîskariya xwe bidomînin çimkî nivîskarî bi tenê ne tercîh e. A muhîm ew e ku Kawa Nemir û ew medyaya azadîxwaz bi awayek ji nivîskar û xwendevanên kurdî re dibêjin, binihêrin, çareya meşhûrbûn û naskirinê ew e ku hûn bi zimanekî biyanî binivîsînin! Medyaya li pey ajîteyê ye, bo diruşmeyekê dikare ziman û hezar tiştî bike qurbana "xwe"!

Ruh bi hezîmet be, çav girtî bin, gotin çiqas qure û fîşalî bin jî mehneya xwe nîn e. Sekna mirovan a siyasî, mafdariya wan, temsîliyeta ku ew dikin meselên dîtir in lê ji salên nodî de em şahidî jê re dikin ku "gêjgerînekeke wisa" heye!

Kurdên bi zimanên biyanî dinivîsînin, tu gotin bo wan nîn e. Wekî me gotî, nivîskarî bi tenê ne meseleyeke ji tercîhê ye. Daneheva wan kesan, fêdeya wan kesan, taqeta qelemên wan, têkiliyên qelemên wan meselên dîtir in mirov dikare lêbikole, bigengêşe… 

Li ku ye bêjim, "mixabin" edebîyateke kurdî heye, hûn ê biavêjin ser kê û bikin qurbana çi hewesan ! 

Şêxo Filîk gaveke xweş avêtibû, ji çîrokên kurdî bijarteyekê amadekiribû li tirkî weregrandibû. Gelo Kawa Nemir nikare heman gavê di îngîlîzî de biavêje? Çima jiyana kurdî bi saya wergerên ji kurdî di ziman û edebiyatên din de nayê gengêşîn, nayê jiyîn!

Em hev nexapînin, an hûn bi edebiyata kurdî ne bawer in, hûn berhemên hêja ên ji bo wergerê nabînin an jî hûn bi kurdî naxwînin, lêkolînan nakin, haya we ji edebiyata we nîn e ku hûn di qada wê edebiyatê de doza azadiyê dikin!

Gotina tehl bila bimîne li min, heyf e! Heke min bi îngilîzî zanibûya di serî de min ê ji alî edebî û hunerî ve bi kêfxweşî çend helbestên Kawa li îngilîzî weregrandina ku bi wî awayî helbest di helbestên gelek helbestvanên kurdî de hene ku mirov karibe guldesteyekê jê amade bike û li zimanên din wergerîne. Baş e, çima Kawa û kesên wekî Kawa di wergerê de kêrhatî û bi çîk in nakevin nav hewl û înadeke wisa!

Mesele kurt e, rewşenbîrî, entelektuelî û hin ji nivîskariya kurdî, Evdalê Zeynikê naxwîne, pêxim bi Siyabend û Xecê naxe lê dikare bi kurdbûna Yaşar Kemal tatmîn be. Heman kes, bi awayek derûnî û vehesînî ve, îhtîmal lê nagirin di kurdî de jî jiyana kurdan, bajar û takekesiya kurdan bi awayek edebî tê nivîsîn lê wexta detayên jiyana wan bi zimanên dîtir tê nivîsîn û di zimanên din de tê qebûlkirin ew pê tatmîn dibin!

Behsa birînekê dikim, ne wisa be ez berî her tiştî berheman, taqeta edebî muhîm dibînim, her nivîskar li gorî qelema xwe bimehne ye lê bêyî xwe li gotinên teyîsok û manîpûleyî bigirim dibêjim, zimanê min ê edebî kurdî ye, jiyana kurdî, arîşeyên wî, azadiya wî, hewlên bo kurdî bo min gelek muhîm in…

Di vê çarçoveyê de, donê gur di serê gur didin, bi wî awayî zimanê kurdî di qada edebî de derfetan li xwe geş nake. Bila ew berhem jî werin wergerandin lê wexta mirov navê Kawa Nemir dibihîze hêviyên mirovan, daxwaz û bendewariyên mirovan diguherin. 

Wekî kevanekê vê bêjim ku Kawa Nemir yek ji fîgûrekî muhîm û balkêş ê nifşê nodî ye. Kesekî gelek jêhat, kêrhatî û bi feraset e. Ji kovargeriyê bigire heya helbestvaniyê ew qelemek hêja ye. Herçî werger e ew her li ciyê xwe ê birûmet e. Lê heya niha gotin û nivîsên wî ên di derheqê romanên kurdî de, berhemên kurdî de hîç bala min nekişand çimkî giş gotinên "alîkariyê" bûn ji ber wê jî diruşmeyî bûn, exlebe gotinên di derheqê romana kurdî de giş sayakî bûn… Bi qasî xeyalên xwendevanan nas û dostên mirovan jî bo mirovan bi xeyal in, bi hêvî ne, carna mirov li xwe vegere û li wan xeyal û bendewariyan bifikire belkî mirov hin li pirsan bifikire. Zanîn, behredarî û berhemdarî tiştek in, kêlîkekê hay lê bûn tiştekî din e, ferqa di navbera şîret û rexneyê de, a rastî pirsan de ew e, rexne û pirs dibin sebeb mirov li xwe vegere şîret qalib in û têkiliyeke çors dide der. Hewla vê nivîsê ew e, bibe sebebê pirsan.

Kawa Nemir têra xwe tê nasîn, navdar e, hewcedariya wî bi gav û gotinên "flaş" nîn e, îcab nake ku mirov bi bîra mirovên wisa bixe bê me destê xwe xistiye bin kevirê çawa? Dilsozî, hestiyarî, xatir, ego, carna valahiyên ku mirov dikeve nava wan… giş normal in, însanî ne lê kurdî û nalînên ji wî warî tên… Belê rengê hevokan ji hestiyariyê tê xuyakirin ger wisa be jî têra xwe hişî ne!

Texmîn dikim, ê li ser maseyan bêjin, neteweperwerên me ecêb in, kitêva Ozyaşar li kurdî hatiye wergerandin bertekî rê didin! Bila wisa bêjin, ew gotinên wan ji bo vê nivîsê bibin delîl bê halê wan çi hal e, bê çawa bi sayakî û bi manîpûle û bi "heyranîyan" re bi def û bi zurne ne! Qet nebe çend kes dizanin bê ez çawa serê xwe bi nivîskariya Yaşar Kemal re diêşînim da ku karibim têkiliya qelema wî û wê kultura rengîn a devkî a kurdî têbigihîjim… Heke derfet bibînim ez ê wê kitêva Ozyaşar jî bi heman nîyetê bixwînim, lê, ne mîna we ye heyran!



Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

news
  • 20 08 2026

Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî

news
  • 17 08 2026

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan

news
  • 16 08 2026

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

news
  • 13 08 2026

NÎVGAV

news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Li Bedlîsê 5 partî bi yek berendamî dikevin hilbijartinê

ad

Hêzên Suriyê li Newroza Reqayê 3 kes kuştin

ad

Lîrîk û Rimbaud tevî sergêjiyeke şiirane

ad

Rojnameya El Ereb: Bêyî Kurdan çareserî tune ye

ad

Divê armanceke pêşbaziyan ‘Gengeşî’ hebe

ad

Parlemena Ewropayê: Vegerin dor maseya muzakereyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname