Îhsan Bîrgul
Wekî her sal, me îsal jî di meha avrêlê de bi kelecaneke mezin Fûara Pirtûka a Îzmîrê pêşwazî kir. Divê em li bersiva van pirsan bigerin; beşdarî çawa bû, nêzikatiya ji bo kurdî çi bû û weşanxane di derbarê rewşa heyî deçi dibêjin?...
Îsal jî beşdariyeke mezin hebû lê tesîr li danûstandinê nekir. Sedema vê sereke qeyrana aborî ya heyî bû. Û bi rihetî jî xuya dikir...
Kurdî; Kurd îsal bi pênc weşanxaneyan beşdarî fûarê bû. Ev jî kêfxweşiyek bû. Çimkî sala din tenê du weşanxaneyên kurdî beşdar bûn. Weşanxaneyên kurd yên îsal tev lê bûbûn ev in; Na, Ava, Sîtav, Dara (Pirtûkakurdî) û J&J. Ji van Weşanxaneyan Sîtav, J&J û Dara cara ewil beşdarî Fûara Îzmîrê bûn. Ji ber ku karê wî hebû me xwediyê Sîtavê nedît (Çûbû Başûr) lê J&J û Dara ji fûarê memnûn bûn.
Em bi rihetî dikarin bêjin, xwînerên kurdî îsal hindik bûn lê rindik bûn. Her çendî xwedîderketina kurdî bi qasî tirkî nebe jî girseyek çêdibe û ev girse qelîtetir dibe.
Bêguman çi tirkî çi kurdî bala mirovan li ser nivîskarên populer û polîtîk bû. Mînak; pirtûka Selahattin Demirtaş ya nû êvara înê gihîşt fûarê, roja yekşemê çapa yekemîn qediya. Şanogerê tirk Levent Uzumcu ji girseyek xurt re pirtûkên xwe îmze kirin. Her wiha çend lîstîkvanên sînemayê yên din jî...
Helbet wekî her sal, me îsal jî cur bi cur mirov nas kirin. Ji bo min ê herî balkêş weşangerekî kurd û serhediyê Ataturkparêz bû. Camêr piştî serbaziya bîst salan li edebiyatê û helbestê vegeriyabû. Bi me re bi kurmanciyek xwerû diaxivî. Serê kêliyê digot "bavê xwe re bêjim". Piştî me nasîna xwe da hev, li me germ bû û çîroka xwe vegot. Gelek tişt gotin lê du tişt balkêş bûn.
Yek, got "min di hêla polîtîk de xwe wekî çepgirekî Ataturkparêz dît an da
xuya kirin lê ez tu carî ji kurdî û koka xwe dûr neketim"...
Ya duduyan jî ev bû. Got, "wexta li vî welatî televîzyonê dest bi weşanê kir, hesreta diya min ew bû ku rojekî keç û xortên kurd jî nûçeyan pêşkêş bikin. Hezar şikir diya ew tişt dît û çavekirî neçû'...
Gotina dawî; her çiqasî fûar bi dilê her kesî nebe jî, ez dibêjim Îzmîr herî zêde di fûarê de xweşik e. Li gor daneyên amadekaran îsal li gor par sedî 6 beşdarî zêde bûye û bi temamî 512 hezar û 743 kes çûne serdanê.


