logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Hawara ziman

Çima ez behsa malbatên li Ewropa dikim? Ji ber ku piraniya me malbatên ku li Ewropayê dijin, xwedî derfetên xwendin û ni

  • Dîrok: 10/05/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Serkan Birûsk

Dema Mîr Celadet Bedirxan navê Hawar li kovara yekemîn a bi alfabeya latînî kir (15.05.1932) gelo ew di nava hest û hîsên çawa de bû? Çima navên gul û çîçekên Kurdistanê li kovarê nekir? Yan jî çima wî navek ji wan navên xweş ên çiya û newalên Kurdistanê ji bo kovarê neneqand? Lê wî ji nava ew qas peyvên xweş ên çandî, folklorîk, navên deverî û dîrokî, navdarên kurd û hwd, çû navekî bi qêrîn û gazî hilbijart?

Ji wê roja ku yekemîn hejmara kovara Hawarê derket û hata niha, bêguman gelek tişt hatine guhertin. Gelek ji van guhertinan di berjewendiyên gelê kurd de ne û ji bo paşeroja gel jî xwedî derfetên hêja ne. Li hemû beşên Kurdistanê hejmareke zêde ya ji gel xwedî bîreweriyeke neteweyî ya nasnameyî ye û rêxistinên kurd rojane dikarin tesîrê li gel bikin.

Lê li aliyekî din jî, Hawara Mîr Celadet Bedirxan a ji bo zimanê kurdî mixabin e ku hê jî li malan, li kolanan û li bajarên kurdan olanê dide. Li aliyekî sersariya me wekî kes û sazî, li aliyekî din jî, polîtîkayên taybet ên ji bo kuştina zimanê kurdî yên dagirkeran, bêhn li vî zimanê qedîm çikandiye û ew birîndar kiriye. Loma jî, hawara zimanê kurdî ya ji ber van birînên xedar ên bişaftin û înkarê îro jî dewam dike. Zimanê me bi Hawar û gazî ye. Ji bo zimanê me di devê me de nemire û tama devê me bi zimanê xelkê xera nebe; divê em mafê perwerdê di zûtirîn de demê de li seranserê Kurdistanê bi dest bixin.

Belê hefta pêşiya me Cejna Zimanê Kurdî ye. Di vê hefteyê de bêyî ku em hev û din biêşînin, gotinên nexweş ji hev re bibêjin, em hewl bidin bi hev û din re bi kurdî biaxivin. Yên ku bi kurdî dizanin, bi hevalên xwe yên nizanin re bi kurdî biaxivin. Bila ev hefte bibe wesîle ku em roj û heftan, mehan û salan bi kurdî bijîn.

Ji ber ku em hemû dizanin, heger em ji sibehê heta êvarê bikin qêrîn û hawar, gotarên herî xweş û zanistî li ser girîngiya ziman û girêdana wê ya bi nasnameya neteweyî re binivîsin, kampanyayan li dar bixin jî, lê heger gel di jiyana xwe ya rojane de bi biryar zimanê xwe yê neteweyî bi kar neyîne, pê perwerde nebe û girîngiya ziman a ku ew stûneke esasî ya paşerojê ye, nebîne, dê hemû hewldanên me badilhewa herin û em ê tenê bi bang û tamsariya xwe li holê bimînin. Û piştî demekê jî, dê hemû bangên ku em ji bo vê mijara jiyanî li gelê xwe dikin, bêwate bibin. Heger rewş hate vê astê, êdî xetera herî mezin a li ser ziman dest pê kiriye.

Loma jî, divê ji bang û kampanyayên demî zêdetir em ji bo ziman û paşeroja xwe kar bikin. Bi taybetî di xebatên li ser ziman de malbat û zarok xwedî ciyekî gelekî girîng in. Paşeroja miletan zarok û ciwan in. Heger zarokên malbatên kurd bi kurdî nizanibin, li min biborînin lê seqetiyeke mezin di warê têgihîştina dayik û bavan a welatparêzî û netewetiyê de heye. Jixwe, heger ew dayik û bav li Ewropa bin, welatparêz bin, bi xwe jî qenc xerab bi kurdî zanibin û zarokên xwe fêrî kurdî nekiribin, gunehê wan gelek gelek girantir e.

Çima ez behsa malbatên li Ewropa dikim? Ji ber ku piraniya me malbatên ku li Ewropayê dijin, xwedî derfetên xwendin û nivîsandina bi kurdî ne. Li dibistanan dersên kurdî têne dayîn, dema zarok li cem hevalên xwe yên ewropî bi kurdî diaxivin tu kes zextê li wan nake. Tevî vê, rewşa destdêr jî dema malbatên kurdan li Ewropayê bi zarokên xwe re û di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê tirkî digel hev diaxivin, bi rastî nexweş e.

Li metrepol û bajarên tirkan pirraniya malbatên kurd ji tirsa tirkan bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin. Mixabin bi giştî civata tirk di mesela zimanê kurdî de çavsor û bêtolerans e. Îcar, bi demê re jî axaftina bi tirkî dibe çandeke navmalî û pişt re çi dibe; mala zimanê kurdî xera dibe.

Dema ez zarok bûm, nîqaşek li ser ziman di bîra min de maye. Zilamekî kurd ku bi jinek ne kurd re zewicîbû û di nava siyaseta kurdî ya wê demê de pir çalak bû, li malê bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivî. Hevalê wî bi serhişkî jê re digot, tu divê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivî. Wî jî digot, tişt pê nayê, ew ê li kolanan fêrî kurdî bibin. Mixabin zarokên wî biraderê kurdperwer îro mezin bûne lê bi kurdî nizanin. Lê ji ber ku di nava civata kurd de dijîn jî, gelek caran ji ber xwe şerm dikin û dibêjin, dayik û bavên me em fêr nekirin.

Îcar, wekî her kesê di mesela ziman de hesas, ez dubare dibêjim; divê zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî. Divê ji bo perwerda bi kurdî xebatên sazîbûnî bênavber û birêkûpêkî bêne meşandin. Kesên vî karî dimeşinin jî, divê xebata xwe di ser hemû bipêşketinan re bigirin. Da ku em rewşa awarteyî û hawarî ji ser zimanê xwe rakin.

10.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Omer Dilsoz êdî ji bo Diyarnameyê dinivîse

ad

Brezîlya bi zorê bi ser ket: 2-1

ad

Îmzeyek ji bo 'Bila Androida Kurdî çêbe'

ad

'Ji bo Xelata Aştiyê' li benda pêşniyaran e

ad

Berendamên Gelecek Partîsî ên bajarên kurdan

ad

Bajarên kurdan jî têde, li 24 bajaran îhtîmala erdhejên mezin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname