logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Berê govend hebû

Hefteya borî li Hannoverê Mîhrîcana Govenda Kurdî li dar bû. Di mîhrîcanê de ku cara 32'yan hat lidarxistin, 26 komên go

  • Dîrok: 16/06/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko Ardil

Hefteya borî li Hannoverê Mîhrîcana Govenda Kurdî li dar bû. Di mîhrîcanê de ku cara 32'yan hat lidarxistin, 26 komên govendê beşdar bûn. Ji Parîsê, Zurîhê heta Berlînê bi dehan reqas li gel mamosteyên xwe bi kelecan û bi şanazî tevlî pêşbaziyê bûn. Bi sedan kes jî bi qasî du rojan têr û tijî li govenda kurdî temaşe kirin. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, ev xebat yek ji xebatên herî girîng yên kurdên li Ewropayê ne.

Bêguman di dilê mirov de hez û rêzeke bêsinor ji kedkarên vê mîhrîcanê re rû dide. Em ji yên rêveber bigire heta mamoste, şagirt û lîstikvanan ji hemûyan re baqên gulan pêşkêş dikin û em çavên xwe li mamosteyan digerînin.

Mêrê navsere, bi rih û porê dirêj ê bi timtêleke marjînal li ber çavên me dikeve û çîroka wî bi mîhrîcanê re tevlihev dibe.

Navê wî Yilmaz Beyazgul e, di sala 1966'an de li Gimgima Mûşê hatiye dinê.

Gava dest bi çîroka xwe dike pê re jî dikene û dibêje: "Ez di yek saliya xwe de bûm hunermend” û dewam dike: "Heşt mehî bûm, erdheja Gimgimê çêbû." Ew ligel jinmama xwe, keçmam û birayê xwe yê mezin di bin kavilên erdhejê de dimînin. Jinmam xwe davêje ser wan û jiyana wan rizgar dike. Lê bi xwe jî bi giranî birîndar dibe.

Wisa dest bi hunerê dike Beyazgul!

Belê bi xwe ji wê serpêhatiyê re jî dibêje ‘huner’ ango ji wê karesatê jî mijareke pêkenînê derdixe. Çawa hin stranbêj dibêjin, me di zaroktiya xwe dest pê kiriye, wisa. Piştî erdhejê fîlmçêkerên Yeşîlçamê tên Gimgimê û li ser erdhejê bi navê Facîaya Gimgimê fîlmekî dikişînin. Yilmazê piçûk ligel dayika xwe jî di fîlm de roleke piçûk dilîzin.

Lê helbet ev ne tenê henek e, di rastiya jiyana wî de ‘huner’ her hebûye û heye: "Gava zarok bûm min klam digotin. Di wî temenî de apên min rojê kartek didan min. Wê demê 25 quriş qezenckirin jî ne hindik bû."

"Bavê min, kalê min ji ocaxa pîrên elewî ne. Tembûr li mala me hebû. Min jî dest pê kir û bi xwe fêr bûm. Her çar birayan me lê didan. Her roj li mala me şahî bû. Dê û bavê min jî tevlî me dibûn. 12'ê Îlonê (Rezberê) Gimgim kir cehenem. Wê demê ez xwendekarê lîseyê bûm. Sînema çandeke pir baş bû li Gimgimê. Rojên çarşeman matîneya jinan bû, diya min jî di nav de jinan dest didan hev û diçûn sînemayê. Em zarok jî bi wan re diçûn."

"Me li dijî xerabkirina 12'ê Rezberê wekî çareseriyeke ji bo ciwanan dest bi xebata govendê kir. Dûre min biryara konservatuarê da û heta zanîngehê dewam kir. Tevgera kurd pêş ketibû lê civaka ez tê de bûm kesî behsa kurdîtiyê nedikir. Di zanîngehê de ez û Nîda Tûfekçî li ser stranên kurdî yên hatîn dizîn pev çûn. Bûyerên wisa gelek bi serê min de hatin. "Çavkanî û herêm Amed, Celal Guzelses, nota û berhevkarî N.Tûfekçî. Tevde malên kurdan bûn. Li dijî wê jî berxwedanek pêwîst bû."

Ji bo Yilmaz govend gelek û gelek tişt in û wiha pê de diçe: "Berî ziman derkeve holê mirovahiyê bi zimanê beden xwe îfade dikir. Di rastiyê de deryayek e. Wekî mînak, lîstika ‘Lorî hey lûr an jî qertel’. Di paşxaneya wê de çîrokek heye. Di nav pergala komûnê de gava nêçîrvanan nêçîra xwe dianîn, bi hev re dixwarin. Rojek yek ji wan li rastê heywaneke qertel li ser kombûyîne tê. Qertelên çiyayên Çewlikê jî navdar in. Pencên xwe li patika berxekê didin û bi hewa dikevin. Di nav wan de yek ji wan dixwaze bi tenê bixwe. Piştre hemû dibin yek û li dijî wî qertelî têdikoşin. Gava ew nêçîrvan vedigerin, behsa wê bûyerê dikin. Bi dans wêna vedibêjin. Mirovahî ji xwezayê, ji heywanan gelek tişt fêr bûye."

"Govendên me pir cure ne. Li ser masiyan, mirîşkan, bizinan û sirûştê gelek gotine û li hev anîne. Das, meşk, rêncberî, wekî mînak qimil, qimil xesarê dide çandiniyê, lewra qimil di nav destê xwe de kom dikin û diperçiqînin. Lîstikên bawermendiyê, şahiyê, şer û şînê hene.

Bi govendê tu dikarî nexşeya welatekî diyar bikî. Zeybek nûneriya welatê Grekî dike, Pontos dîsa wisa, Trakya tevde Balkanî ne, Bar a kurdî ji Sêwasê dest pê dike. Yek liv û tevgerek jî bê wate nîn e, divê bên lêkolînkirin. Gelek sir tê de hene."

Û wekî encam: "Niha bi bi giştî li 80 komeleyan bi qasî 4 hezar kes li ser vî karî dixebitin."

Mamoste simbêlên xwe yên proleter bi lêva jêr ve dişidîne,  porê xwe yê dirêj li ba dike. Diyar e, şanaz e.

Em jî bi vî karî serbilind in, lê ya rastî divê kurd bi govenda xwe hemû Ewropa heta dinê jî bihejînin, li Hannoverê me ew hêza ku hîna derneketiye holê dît.

15.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serhat Bucak piştî 22 salan li Kurdistanê ye

ad

ANALÎZ: Serkeftiyê hilbijartinê kurd in

ad

‘Ben O Degilim’ bi ser ket, kurdî hate rojevê

ad

Piştî 9 salan dengê muzîkê ji Deriyê Çiyê bilind bû

ad

Ozgur Gun TV dest bi weşaney serê peykî de kerd

ad

Mele Budan: Ji bo Medîneyê xendek çibû ji bo Sûr û Cizîrê jî ew e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname