logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

'Metran Îsa', lehengê hemû serdeman

Yek ji destanên di wêjeya kurdî ya devkî de cihekî girîng digire ‘Metran Îsa’ ye. ’Metran Îsa’ destaneke xweşbînî û leh

  • Dîrok: 20/06/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Yek ji destanên di wêjeya kurdî ya devkî de cihekî girîng digire ‘Metran Îsa’ ye. ’Metran Îsa’ destaneke  xweşbînî û lehengiyê ye, û heta roja me ji devê dengbêj, stranbêjan hatiye.

Peyva metran ji xwe tê wateya serokê dêra ku şagirtan perwerde dike.

Metran Îsa rêveberê Dêra Aqtarmanê ya di nava Gola Wanê de ye. Wê demê jineke xiristiyan (ermenî) ya bi navê Meryem bi bedewiya xwe li Wanê deng veda ye. Waliyê Wanê yê zalim wê dixwaze. Bavê Meryemê ji tirsa daxwaza Walî bicîh tîne. Lê Meryem ji xortekî bi navê Eliyê Qolaxasî yê misilman hez dike. Li gor hin versiyonan jî Elî emirberê Walî ye û ji bo here Meryemê jê re bîne Walî wî dişîne mala Meyremê. Dema ew û Meryem hev du dibînin ji hev hez dikin, Meryem jê dixwaze Elî wê birevîne. Pereyan didin kelekvanekî û diçin Dêra Aqtarmanê xwe disipêrin tor û bextê Metran Îsa. Di destanê de beşa çûyîna dêrê wiha tê vegotin:

Eliyê Qolaxasî got:

Ez diçûme Wanê, Wan li wêde

De tu rabe kelekvano

Kelek û qayikê ji me re girêde

Em ê biçine cem Metran Îsa di bahrê de

Agahî zû digihîje Walî ku Meryem û Elî çûne reviyan e. Di encama lêkolînê de kelekvan li xwe mikur tê ku ew birine Dêra Aqtarmanê. Walî tevî leşkeran diçe girava ku dêr lê ye û ji Metran Îsa daxwaz dike Meryem û Elî radestî wî bike. Ji bo vê yekê jî bertîleke mezin pêşniyar dike. Lê belê Metran bersiva ku ew ê prestîj û baweriya ji bo dêrê heyî têk nebe.

Diyaloga di navbera Walî û Metran Îsa de têr û tije wêjeyî û felsefîk e:

Waliyê Wanê bi sê dengan gazî kir û got:

Lo lo Metrano dîsa, dîsa

Min şeva bûrî di xewna xwe de dîtibû

Cotek kevok firî hate cem te lîsa,

Heger tû Meryema Fileh û Eliyê Qolaxasî radestî min bikî

Ez ê bidime te bi hesabê zêran hezar kîsa.

Metran Îsa lê zivirî gazî kir û got:

Waliyo ez wiha nakim

Şerî’etê betal nakim

Ola xwe li nîvê dêrê rezîl nakim

Heçî qesta Dêra Aqtarmanê bike bê kuştina xwe

Sonda Îsayê Nûranî dikim,

Ez ê bê mirad ji Dêra Aqtarmanê bernadim

Ez ê Meryema Fileh li canê Eliyê Qolaxasî mahr kim

Ji serî heta binî di destanê de qala  amadekariyên Metran Îsa yên ji bo şer dike. Ji ber ku ew dizane waliyê zalim wê leşkeran bişîne ser. Di dawiya her beşê de qal tê kirin ku Metran Îsa kozik û kemînan dikole:

Were li min û şerê vî Metranî

Vî horgucî vî beranî

li ber Dêra Aqtarmanê kemîn danî

Metran Îsa ji wî zemanî heta vî zemanî

Navê xwe ji devê dengbêjan her deranî

Her çiqasî versiyonên cuda cuda hene jî Metran Îsa jî mîna hemû evîn an lehengên destanan bi çarenûsa diyar a trajîk re rû bi rû dimîne.

Hin dengbêj ji rastiyê dûr dikevin û dawiya destanê mîna ku Metran Îsa bi ser dikeve, Meyrem û Elî digihîjin miraza xwe û Metran Îsa jî misilman dibe diqedînin kilamê. Diyar e ku ji bo dilxweşkirina dîwana lê kilaman dibêjin serî li vê guherînê xistine û finaleke bextewar û kêfxweşî afirandine. Heger ‘Metran Îsa’ mîna destaneke evînê heta roja me hatibe ji sedî sed bi encama xwe ya tarjîk re têkildar e.

Di destanê de li dora evîna Meyrem û Eliyê Qolaxasî de xweşbîniya nava gelan-olan, li dij zilmê têkoşîna gelan û olan heye. Pîrozwerî û meznahiya di her mercî de li dij zaliman cihgirtina li gel mazlûmane destana  Metran Îsa.

Di vir de lehengê destanê ne du kesên evîndar; yanî Meryem û Elî ne, şik û guman tune ye ku leheng Metran Îsa bi xwe ye. Ew xwedî kesayetekiyeke hevqasî mezin e ku beranberî mirina xwe qîzeke ji ola xwe û dildarê wê xortî Misilman diparêze.

Tê gotin Elî bêhêvî ye û pêşniyar dike ku here ser dînê xiristaniyê lê belê Metran Îsa helwesteke tund nîşan dide û dibêje,

“Eliyo wiha nakim

şerîetê betal nakim

Dînê Muhemed li hewşa dêra Aqtarmanê

ji bo jinekê rezîl nakim

Ez ê li gor qewl û dînê resûlê xwedê

Meryema Fileh li canê Eliyê Qolaxasî mahr kim.”

Metran Îsa soza xwe dibe serî; nîvê şevê bi kelekê diçe Wanê, melayekî tîne û mehra Meryem û Elî dibire. Destan piştrast dike ku gelên Mezopotamyayê di nava aştî, xweşbînî û parvekirina çarenûsê de ne.

Walî temsîla desilatdarî-tahakûmê ye. Lewra  tehlûkeya herî mezin a li ser jiyana bi hev re ya gelan desilatdarî bi xwe ye.

Evîn û xweşbînî, sekna li dij zaliman û zilmê, girêdana bi bawerî û pîvanên mirovî-gerdûnî re kesayetiya Metran Îsa diyar dikin. Ev tev jî bi xwe re encama ku Metran Îsa destaneke lehengiyê ye jî diafirînin.

Gelo ji bilî Metran Îsa kî layiqî van gotina ye ku sedê salan li çar aliyan tên gotin:

Delîl delîl sedcarî lo dilo!

Werin li min û li vî Metranî

Li vî hogucî li vî beranî

Li ber Dêra Aqtarmanê kemîn danî

Metran Îsa sala weke vê salê

navê xwe li nav koşik û dîwanxaneyan tev de danî.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Senaryoya winda a Stanley Kubrick hat dîtin

ad

Nivîskarên kurd "Seher" xwendin û nîqaş kirin

ad

Pirtûka pîroz 'Avesta' ji Avestayê derket

ad

Keda Tarik Akan di sînemaya kurdan de heye

ad

'Hawara Botan'ek nû derket

ad

Ji bo EMEK'ê dîsa çalakî li dar dixin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname