logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Hin peytên poetîkî yên di derbarê şi'ra kurdî de...

Şi'r divê heyecanê, kelecanê, coşê, cezbeyê, şewqê, şabûnû, ponijîna mîstîkî, kûrbûneke arifane, heşyarbûneke cansîperan

  • Dîrok: 20/06/2019
  • Beş: Serbest

M. Zahîr Kayan

-1

Şi'r divê heyecanê, kelecanê, coşê, cezbeyê, şewqê, şabûnû, ponijîna mîstîkî, kûrbûneke arifane, heşyarbûneke cansîperane, têkoşîneke şoreşgerane biafirîne... ka ev yek lu ku ye gidî.... divê şi'r di dil de, di ruh de, di derűniyê de, di qudûm de ERDHEJÊ çêbike, ka ev yek li ku ye mîrê min....divê şi'r miriyan sax bike, êşê aş bike...ka ev mu'cizat li ku ye ruhê min... . 

-2

zimanê şi'rê di derûniya her şairî de li gor feraset û  melekeyên estetîkî ÇÊ dibe û zimanekî takeksî ye, yek e, tek e, cihêreng e û sirf dişibê xwe... ji ber vê yekê ye,  li ser ruyê erdê zemîn çiqas şair hebin, divê ewqas jî ji hev cuda şiîr hebin... halbûkî îro ewqas şi'rên ji hev cuda tune ne, gişk dişibin hev...

-3

şi'r serad û bêjinga peyvên zimanê neteweyekê ye...her peyvek di şi'rê de dibe xwedî KESKESOREKE heftrengî...her peyv di şi'rê de qilçekî, kenarekî felsefeyekê, baweriyekê, xweşikiyêkê derdixe pêş, rave dike, dide der, disêwirîne, îfşa dike.... zimanê neteweyekê ji terora eqlekî ji rêzê, ferasetekî vikûvala rizgar dike.... ji ber vê yekê ye, di qatê şairan de ravekiririna rasteqîniyê bi TAYBETMENDIYEKE ESTETÎKÎ pêk tê, zimanê şair û ravrkirinên wî ku di nav çarçoweya kesên ji rêzê be, wey li halê wê şi'rê û wey li halê wê neteweyê.... 

-4

Netewa kurd peyva "mirinê" di mîtolojiyê de, di destan, efsane, menkibe, biwêj, kilam û sitranê de neqş bi neqş nimandî ye,  ka gelo şairên Kurd ev têgih bi çi awayî nimandine hê eyan nîn e, qe nebe li gorî ferasetekî poetîkî, estetîkî.... têgiha "mirinê" têgiheke felsefîk(ontolojîk, nîhlîstîk, psîkolojîk û parapîsîkolojîk e) û estetîk e, têgiheke olî, mîstîkî û hwd e.... di edebiyata dinyayê de jixwe ev têgih numûneyekî bingehï ne, ka gelo Kurd bi çi ferasetekî xwe noqî behra vê peyvê kirî ne, ev yek hê bi zimanê şi'rê bi çarnmedorî nehatiye nimandinê  li gorî lêkolînên min.... û wek vê têgihê bi sedan têgihên din jî...

-5

Fikreke ROLATÎF nîn e, da ku kesanmafyayî, pozbilindî, qurrê, pragmatîst, virrek, newêrek li gor hukmê estetîkê nikarin ŞI'RÊ binvîsînin....

-6

Şi'r di serê her şairekî de ku ferasetekî tekane yî takeksî(xweyî/öznel) nebe, şi'rên ku têne nivîsîn wê gişk bişibin hev û wê jê tiştek neyê seh kirinê, fêm kirinê... 

-7

Kurd şi'rê jî bo çi dinvîsînin, hê bersiva vê meseleyê nehatiye rave kirinê.... 

-8

Du hezarî zêdetir remz û hêmayên ku şairek hestîyarî yên xwe pê îfade bike hene, lê ev jî têrê nake... ji hêlekê din ve jî şairên Kurd bi şi'rên xwe ve dixwazin bi awayekî çawa rasteqîniyê bînine zimên... her kes dikare behsa eşqê bike, lê şairek nikare wek herkesî vê têgihê binimîne... min lêkola ye gelek şairên Kurd yên nûjen wek  gel, wek kesên ji rêzê qala têgiha eşqê kirine.... êêê çi ferqa wê û gel dimîne... ezê çima ji we re bibêjim ŞAİR... 

-9

"Şi'ra kevn a qedîm xwe dayê ceribandinê, heya radeyekê dikare ferastetên batinî, mîstîkî, sûfiyaneyî, meczûbî, cezbeyî, anarşîstî û hwd biteyîsîne... lê ji vê radeyê wêdetir nikare hereket bike, ji ber ku ev şi'r û  bingeha ESTETÎKA vê şi'ra çîhanşimûlî zêde teng e.... ji ber vê ye ku berhemên wek Şehname, Heşt Bihişt, Îlahî Komedya, Úlises, Dîvanê Kebîr,  Fîhî Mafîh, Fususul Hîkem, TAVA SÎN, Panc Ganj(Pênc Mucevher), Îskendername(Heft Xweşikî), Heft Peyker; Şevka'l Garîb,  Şathiyeyên AYNULKUDDAT El Hemedanî, El Hallac û hwd di navbera pexşan û şi'rê de, an jî bi helwesteke şairane, arifane hatine nivîsînê... çarçoweya şi'ra qedîm tu car têra xweîfadrkirina hin muneweran nekirî ye û tê zanîn ku zimanê vê şi'ra dîrokî têra hestîyarî ya însîn nake...ji ber vê ye ku ji bo îro meseleyeke poetîkî ye pirsgirêka şi'rê... ev pirsa hanê ya poetîkî "ŞIÎR ÇÎ YE", wisa bi hisaanî bersiveke wê tune ye....divê şair şi'ra xwe sirf li gorî vê çarçoweya dîrokî neafirî ne, xwe amadeyê şi'reke rezen û dorfireh bike, ew şi'ra ku  bi saya şai'rê xwe xwirt bûye, gumrah bû ye... 

-10

" ... ezê her tim li ser riyeke meczûbî, le'netî bibezim... ezê tu car bi şi'ra ku di zêhna însanan de rûniştî ye şiîra nenvîsînim... şi'ra min bila neşibe şi'ra dinyayê jî....ka gelo Kurdekî ku ev hezaran sal in bi tu awayî  azad nîn in, wê jî bo îroyîn bi çi timtêlî, bi çi şêweyî şiîr binvîsînin....wê bi poetîkayeke çawa şi'rê biafirînin, wê bi estetîkeke çawa dûzan bidine şi'rê.... ne bi pozbilindî dibêjim, lê bi awayekî eşkere gef dixwin, dibarim û dibêjim, şi'ra min şi'ra ku di nav civakê de rûniştîye dikuje... şi'ra ku heya niha xwe daye hîn kirinê zêde teng e, nahêle ruh xwe bighînê felsefeyê, mîstîsîzmê û ew eklên din yên sofîstîke... ji ber vê ye ku şi'ra min şi'rê dikuje... çima?.... ji ber ku şiîra hînkirî, şi'ra ku heya roja îroyîn bi her ezayên xwe ve xwe dayê qebûl kirinê qalibekî klîşeyî ye, ferasetekî standart e.... ev şi'r û zimanê vê şi'ra ku bi tewrekî standart xwe dayê ezberkirinê qerekterên "tengçerçoweyî" çêdike û hemû ruh û derûniyan di wir de hepis dike, nahêle xeynî klîşeyên xwe yên qedîm şêweyên nû ÇÊ bibin, AVA bibin...hin şi'rên Kurdî henin, ku hun siwaxa Kurdî jê bibin wê di binî de Cemal Sureya derkeve, Ahmet Arîf derkeve, Murathan Mûngan derkeve, Îsmet Özel derkeve... 

**


Têbihiya Diyarnameyê: Ev tablo yê M. Zahîr Kayan e. Bi însiyatîfa xwe me ji rûpela facebooka wî girt û em diweşînin.

**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551

info@davetiyeonline.net     

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Mehek derbas bû, hê gavek pêş ve neçûye

ad

Li Şanoya Bajêr a Amedê 4 lîstik û panelek heye

ad

'Keça Afgan' bi 147 hezar dolarî hate firotin

ad

Kurdan dîsa li hev nekir

ad

Agir bi nexweşxaneyê ket, kesek mir

ad

Piştî 25 salan li Stenbolê desthilatek nû heye (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname