ENQERE
Nerazîbûnên li dijî Şaredarê Rizeyê yê AKP'yî Halîl Bakirci ku heqaret li jinên kurd kiribû, didomin. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, xwest ku wezîrê peywendîdar demildest wi kesî ji erk bigire û wiha got: "Heke dozger û wezaret erkê xwe bi cih neynin emê bersivê bidin. Bila vî kesê nijastperest û paşvemayî bêdeng bikin"
Prz. Reyhan Yalçindag jî bang li hemû jinên Rizeyê û Tirkiyeyê kir ku li dijî vê daxuyaniya dijî mirovahiyê protestoyan bikin.
Jinan nerazîbûnên dijwar nişanî daxuyaniya Şaredarê Rizeyê Halîl Bakirci ku digot, "Hevserên xwe yên duyemîn ji rojhilatabaşûr (qala bajarên kurdan dike) bistînin. Ez bawer dikim ku li vê herêmê bi teşvîka dewletê zewicîn û xizimtiyê wê pirsgirêk bên asta herî nizim û çareser bibin"
Hevseroka BDP'ê Gulten Kişanak, anî ziman ku gotina Bakici jinan bûçûk dibîne, wekî kesên duyemîn û cudakar e û wiha got: "Gotinekî herqaretê li gelê kurd dike ye. Gotinekî paşvemayî ye û pir zewacê wekî asayî dibîne. Kesekî wisa nijadperest, peşvemayî û cudakar gelê Rizeyê temsîl bike heqaretê li gelê Rîzeyê dike. Gotina vî kesê bêrûmet wê wekî gotina hemû gelê Rîzeyê bê famkirin."
Kişanak, xwest ku Wezîrê Karên Hindur Beşîr Atalay û Wezîra Dewletê ya Berpirsiyarê Malbatan Selam Aliye Kavaf vî kesî ji peywirdariyê birgirin û wiha got: "Heke AKP li dijî zayendî û nijastperstiyê be û gelê kurd wekî ciniyekî duyemîn nebîne dê vi kesî ji partiyê pavêjin. Wezîra Dewletê Selma Aliye Kavaf, di rojên wisa de perwirdariya xwe divê nîşan bide. Ji bo ji peywirdariyê bêgirtin bixebite. Heke vê yekê neke dê bibe hevkarê wî sûcî. Divê hê kesê gilî nekirî dest bi tevgerê bike. Der barê vî kesî de ji ber ku heqaretê li cinsekî û gelekî kiriye lêpirsînê bide dest pêkirin."
'HEKE TIŞTÊN PÊWÎST NEYÊN KIRIN EMÊ BERSIVÊ BIDIN'
Kişanak, da zanîn ku heke dozger û wezîr erkê xwe bi cih neynin ewê bersivê bidin û wiha berdewam kir: "Ev yek ne hêjayî me ye û ne jî piştgiriyê dide aştiyê. Hêj me bersiva vî kesê bêrûmet nedaye, divê dozger û AKP di der barê vî kesî de tiştên pêwîst bikin û devê wî kesî bigirin. Em gelek bihêrs in. Eger AKP tiştê pêwîst neke, emê di heqê wî de bên. Em dikarin van hersê gotinên wî ji wî re rêbikin lê ev yek hêjayî me nîn e. Bila vî kesê bêrûmet û nîjaoperest huş bikin."
Alîkarê Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, ji diyar kir ku ev daxuyanî gelek sosret e û bang li dozgera kir ku Şaredarê Rizê demildest ji kar bigirin û wiha got: "Ev yek polîtîkayên li dijî kurdan ên nîjadperest in. Ev yek nayê qebûl kirin. Cihê bersivê bidin vê daxuyaniya bêrumet li gorî madeyên TCK'ê divê dozger peywirdariya xwe bi cih bînin. Ev daxuyaniya dijmanatiyê ye û dibe sedema girtinê û sûcê."
Parêzvana mafê mivovan Prz. Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku divê demildest Bakirci ji AKP'ê bê avêtin û wekî mexdurên vê daxuyaniyê jinên Kkrd jinên Rizeyê û yên Tirkiyeyê jî nerazîbûnê nîşan bidin.
Yalçindag, anî ziman ku vê daxuyaniyê nîşan da ku çanda destavêtinê ya li ser kurdan di her alî de didome. Yalçindag, bi lêv kir ku ev daxuyanî li dijî mirovahiyêye û wiha berdewam kir, "Ev daxuyanî nayê qebul kirin. Ev daxuyanî hem li jinan hem jî li dijî gelê kurd dijminahî ye. Di vî welatî de 20 mîlyon Kurd dijîn. Bi vê daxuyaniyê gelê kurd tê red û înkar kirin. Her wiha ev yek sûcekî mirovahiyê ye. Ev yek gefek ku li hemû jinan hatiye kirin. Dibe ku jinên kurd maxdur bin. Divê jinên Rîzeyê jî derkevin kolanan û vê yekê şermezar bikin."


