logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Kurtanê wendayî û lêgerîna Şêx Narûz

Berî bipêşketina teknolojiyê û serobinbûna demografiya Kurdistanê ya ji ber şer, sirgûn û xizaniyê, her kêlî û warê jiya

  • Dîrok: 07/08/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Berî bipêşketina teknolojiyê û serobinbûna demografiya Kurdistanê ya ji ber şer, sirgûn û xizaniyê, her kêlî û warê jiyanê mîna performanseke çandî, hunerî dihate nirxandin. Dîwanên dengbêjan, lîstikên odeyan, henek-laqirdî, çîrok-çîvanok, tiştonek û hwd.

Di her civat û dîwanê de pirraniya aktîvîteyan li ser bingehekî amade lê bi pirranî spontan û hostayiyeke lihevanînê dihatin pêşkêş kirin. Di nava van şevbihêrkan de hin stran hebûn ku dirêjbûna wan, hêmanên mîna nav û erdnîgarî li gorî hêza stranbêj, dengbêj yan jî kesê gotarê dibêje bûn. Yanî di her cara gotinê de kesên li dîwanê hazir, cih û warên wan dibûn lehengê stranê.

Yek ji van stranan jî ya li ser serpêhatiya Şêx Narûz an Baba Derwêş e. Ji şîroveya hunermendê rojavayê Kurdistanê Şefîqê Tembûrvan em variyanteke serpêhatiya “Şêx Narûz” parve bikin:   

Kesek hebû Baba Derwêş bû, ji xwe re li gunda digeriya. Jê re digotin Şêx Narûz. Xelkê jê re alîkarî dikir, çend qurîş li vir, mecîdiyek li wir, çerxiyek li dera din pereyekî baş komî ser hev kiribû. Kîsek-cemedanek pere û zêr kom kiribûn lê ditirsiya ku jê bidizin. Wî jî kurtanê kerê çirand û perê xwe di hundirê kurtan de hilandin û got, kes bîra wir nabe. Lê belê rojekê kurtanê kerê jê dizîn. Ev stran li ser lêgerîna Şêx Narûz (Baba Derwêş) a kurtanê kerê ye…

Hey germ e germ e germ e

Havîne dinya germ e

Rêka dûr ketiye ber me

Qederek hatiye ser me

Şêx Nerûzo tu zanî, ker va ye kurtan kanî?

***

Ez çûma mala xalê xwe yê Zaza

Pozê jina wî dirêj mîna nikulê qaza

Ji esir de dikete ber jina xwe û diraza

Ez kuştim ji tîna ji birçîna, ji niyaza

Min xwe avêt kewara wan a pîvaza

Kes napirsê li halê feqîr û belengaza

Wey Şêx Nerûzo tu zanî, Ker va ye kurtan kanî?*

Ez çûm gundekî; jê digotin Qesra Qelendera

Xortê wan hemû nala nêrekeran

Destê xwe berdan ser qebzê xenceran

Nehiştin ez bisekinim li wan topraxan wan deran

***

Ez çûm mala metika xweyî Mehwerê

Qotiya min dargirt ji titina Xusê, dest pelê Şamî danî serê

Li ber min danî sêniyek mastê mexmerê

Min got metê; az naxwum mastê mexmerê

Digerim li kurtanê vê heywanê vê kerê

Got de taştiya xwe bixwe û bi qeşite

Me tovbeye ji fen û fêhlên berê

***

Ez çûm mala apê xweyî Termişk

Danî ber min pariyek nanê hişk

Diran di devê min de tunebûn

Min gepa xwe bire vî alî wî alî

Min dî yek hat û go wişt!

Gepa min di zengelorka min de hişt

Got pepûko rabe, hêna te kurtan nedît

Gura kerê te jî kuşt

***

Ez çûm ser meytê kerê

Min serê wê li ser kaboka xwe danî

Min got lê lê bozê bozbelekê;

Nayê bîra te dema mala me li Çemê Qerdîlekê

Got derwêş hemû sûncê te bû

Bila jina te li lavê te xista,

Lavê te li qîza te xista, qîza te li bûka te xista

Porê hev bikira werîs, wisa li sikura ker xista

Ji bo mîratê gur li çolê kerê te nexista, nekuşta

***

Ez çûm gundekî, jê re digotin Dikûk

Bûm mêvanê metika xweyî biçûk

Got; wele par vî çaxî ez çûm serê sûk

Min ji qîza xwe re kirî xeml û xêl, û rehela bûk

Min ilmû’êlê kurtanê kera te bihîst li bajarê Kerkûk

Ez li kû Kerkûk li kû, tew lo gidiyo kurtano

Heşaro pir girano, cemedana zêrano

Piştî kurtanê kera xwe ezê çi bikim li Cizîra Botan o?

***

Dilê min diye, sed carî diye

Ez çûm Darê derbasî cem axê

Min got axa bi Quran a te xwendiya

Eşîra te kurtanê kera min diziye

Axê got; Şêxo pepûko ez ne dizim

Şev ji şevê nadizim,

Ber bi feqîrê weke te naqelizim

Kurtanê kerê wan jê nakim û nadizim

***

Min got ez ocax im, ez ê her dû çavê te derxim ji biniye

Pepûko ji ocaxa seyîdan gelekî dirtirsiya

Li gund kire qêrîn û gazî, gund tev li civatê vehewiya

Got ka bêjin bê kê kurtanê kera Baba Derwêş diziye

Sebrî li ser serê me bû azraîl û melkemot

Got; bi xwedê Şefîq û Yunîs kurtan dizîn û ji xwe re firot

***

Dilê min ji dila dilekî diye, axa gelekî ji ocaxa seyîdan ditirsiya

Ban Şefîq û Yûnis kiriye, her yekî sed darê ço li binê lingê wan xistiye

Got lawo, we kurtanê kerê Baba Derwêş bi kû de biriye

Gotin, axa dilê min sed carî diye, me li gundekî ji yê Tora Banî firotiye

Şev reş bû, em ji kû zanin kîjan mesken û kîjan ci ye?

***

Dibêjin axa gelekî zor li her dû belengazan kiriye

Ew jî ji axê gelekî ditirsiyan, li sih û sisê gundê Tora Banî geriyan

Ji tirsa axê kurtan aniyan, bi sê wereqeyan firotibûn, bi bist û heft mecîdiyan kiriyan

Kurtan anîn li civata axê daniyan

Dema çavê Baba Derwêş li kurtanê kera wî ketiye

Ji kêfa raya dilê Baba Derwêş qetiya

Xwe çend kir cemedana zêran ji kurtan derxistiye

Got; ox ya! Siheta axayê min xweş

Ji min re anî kurtanê kera reş

Edî ezê zikê xwe bidin ber nan û zebeş!

Têbinî: Hefteya bê em ê mêze bikin ka çawa di nava demê de serpêhatiya Şêx Narûz veguheriye straneke potporî ya dawetan a bi navê ‘Hafiz’.

* Di dawiya her ferdayê de dubare dibe.

07.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bostanîçî li benda pirtûkên we ye

ad

Tîma jinan a voleybola Tirkiyeyê bû şampiyona Ewropayê

ad

Li Amûdê çi qewimî?

ad

'Maya' îro derdikeve pêşberî temaşevanan

ad

20 kesên din hatin binçavkirin

ad

Êdî kurdî "X", "XX" e!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname