Enqere
Heyeta BDP'ê ji bo plankirina konferansa kurdan û vekirina nûneriya BDP'ê ya Hewlêrê, 28'ê tîrmehê diçe Hewlerê.
Heyat BDP'ê di bin serokatiya Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Türk û parlementera siyaset lê hatiye qedexekirin Aysel Tugluk, di 28'ê tîrmehê de diçe Hewlerê.
Heyata BDP'ê dê roja 28'ê mehê Hewlêrê bi Serokê Herama Kurdistana Federal re bên cem hev û di 31'ê tîrmehê de jî dê vegere.
Heyeta BDP'ê dê ligel Barzanî, bi hemû partiyên siyasî yên li herêmê û rêveberên civakê re bên cem hev û parvekirina ramanê bikin.
Heyet ji bo vekirina nûneriya BDP'ê dê serdana fermî li yekîneyên herêmî bike. Li gorî daxwaza rêveberiya herêmê BDP herî zêde di nava mehekê de dixwaze nûnertiyekê veke.


