AMED
Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, di çalakiya projeya 'Em Ji herêmî dest bi guhertina cîhanê dikin' de diyar kir ku lêpirsîna lê hatiye vekirin ne yekem e. Baydemîr got: "Ev 6 sal in serokê şaredariyê dikim. Saziya ku herî zêde pê re xebitîm, Wezareta Karê Hundir bû. Mufetîşên ku wê bên Amedê, yekem car nîn e ku tên. Wê nebin mufetîşên dawî jî." Baydemîr, li hemberî daxuyaniya Alîkarê Serokwezîr Cemîl Çîçek ku heqaret lê kir jî pêşniyara 'bila Çîçek sureya Taha bixwîne' kir.
Projeya 'Em Ji herêmî dest bi guhertina cîhanê dikin', li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê destpê kir. Proje, wê heta 8'ê Tebaxê berdewam bike. Ji bilî Tirkiyê, ji Romanya, Îtalya, Macarîstan, Letonya, Lîtuanya, Bulgarîstan û Portekîzê, 40 beşdar di projeyê de cih girtin. Çalakiyên projeyê, bi axaftina Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr destpê kir. Baydemîr, destnîşan kir ku di çarçoveya xebatê de, ciwan wê 4 rojan, li ser mijarên wekî civaka sivîl, tevlîbûna ciwanan û birêvebirina baş, nîqaşan bikin, raman, tecrube û hêviyên xwe, parve bikin. Baydemîr, anî ziman ku ciwan, wê cîhanê ji herêmî ve biguherînin.
WATEYA VIR VE Û WIRVE PIRINA PEYVÊ NAKE
Baydemîr, piştî axaftina xwe, li ber deriyê salonê, pirsên rojnamevanan bersivand. Baydemîr, der barê lêpirsîna ku ji ber axaftina têkildarî Xweseriya Demokratîk lê hatiye vekirin û daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîr Cemîl Çîçek yên derbarê xwe de, ev tişt gotin: "Ev 6 sal in şaredartî dikim. Saziya ku herî zêde pê re xebitîm, Wezareta Karê Hundir bû. Gelek caran mufetîş hatin, lêkolîn û lêpirsîn kirin. Mufetîşên ku wê bên Amedê, ne cara yekem e ku tên. Wê nebin mufetîşên dawî jî. Hêviya min ew e ku ev arbede demek ji ya din zûtir, bidawî bibe."
Baydemîr, diyar kir ku hawireke ku mirov bi awayekî hevpar bijîn divê bê avakirin û wiha got: "Ger ku hûn dibêjin bi pêşniyareke din wê ev xwîna diherike raweste, keremkin ez amade me ku ji we fam bikim. Rast e, min di panelek li Dêrsimê beşdar bûm de, anî ziman ku di programa partiya me de têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, Xweseriya Demokratîk heye. Min bi zimanekî herî zelal, behsa vêya kir. Belê, çareseriya pirsgirêka kurd, ev e."
BILA SUREYA TAHA BIXWÎNIN
Baydemîr, der barê Cemîl Çîçek ku di daxuyaniya xwe de heqaret lê kiribû de jî wiha got: "Hevserokê partiya me, bersiva pêwîst dike, da Çîçek. Ez zêdetir nakevim polemîkê. Ji Çîçek re pêşniyar dikim ku ayeta 71'an a Sureya Taha bixwîne."


