WAN
Di civîna asayî ya meha gelawêjê ya Meclisa Şaredariya Wanê de gaveke nû hate avêtin: Jinên endamên Meclisa Şaredariya Wanê yekem car ne bi kincên fermî bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî civînê bûn.
Civîn di bin Serokatiya Cîgirê Serokê Meclisê Sabrî Abî de pêk hat. Di dema ku kurd Xweseriya Demokratîk nîqaş dikin de civîn pêk hat û jinên endamên meclisê jî bi kincên gelêrî tevli civînê bûn.
Endama Meclisê Yildiz Tekîn li ser navê jinên endamên meclisê hestên xwe anî ziman û got ku ji ber ku bi kincên gelêrî hatiye meclisa gel, gelekî kêfxweş e.
Yildiz, bang kir ku her kes nirxên xwe yên neteweyî biparêze.
Ji DîHA'yê hatiye girtin



