AMED
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye ji ber axaftina xwe ya di çarçoveya şahiyên hilbijartin û Newrozê de li Qersê kirî, îfade da. Dîcle parastina xwe ya hiqûqî bi awayekî nivîskî bi zimanê kurdî û tirkî da dadgehê.
Dicle ji ber axaftina xwe ya di 24'ê adara 2009'an de ya bi kurdî û di nava axaftina xwe de peyvên 'Kurdistan' û 'Serok Ocalan' bi kar anîne rastî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Qersê hat.
Di encama lêpirsînê de dozgeriyê doz li Dîcle vekir û îdîanameya dozê ji 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê re şand. Dîcle bi awayekî nivîskî parastina xwe ya hiqûqî bi kurdî û tirkî da dadgehê û da zanîn ku ji ber ku di îdîanameyê de kurdî wekî sûc hatiye binavkirin, ew parêznameya xwe bi kurdî dide.
Dîcle bi bîr xist ku dozgeriyê axaftina wî bê ser û ber nirxandiye û hin gotin bi zanebûn ji nav derxîstine û wekî sûc bi nav kiriye.
'AXAFTINA Bİ KURDÎ NABE SÛC'
Dîcle bi bîr xist ku di îdianameyê de dozgeriyê axaftina wî ya bi kurdî di mitîngê de kirî jî wekî sûc bi nav kiriye û wiha got: "Ji ber vê helwestê ez ê parêznameya xwe bi kurdî bikim. Li gorî xalên 37 û 44 ên Peymana Lozanê ku ji bilî kesên ne tirk û ne misilman, her welatiyê Tirkiyeyê dikare bi zimanê xwe yê dayikê pirsgirêkên xwe bîne ziman û her wiha li gorî xala 90'emîn a Zagona Bingehîn ez ê mafê xwe yê parastina bi zimanê dayikê bi kar bînim. Lewre jî ez ê parêznameya xwe bi kurdî bi kar bînim."
DIVÊ DEWLET BI RÛMET NÊZÎ MAFÊN KURDAN BIBE
Dîcle bi bîr xist ku ew demeke dirêj e ku di nava siyasetê de ye û ji bo mafên xwe yên bikaranîna zimanê dayikê, siyaseta bi nasnameya xwe û azadiya ramanê têkoşîn daye.
Dîcle wiha got: "Ev mafên ku em dixwazin, mafên xwezayî ne. Lewre jî divê ev dewlet û mekanîzmayên dewletê bi rûmet nêzî mafên kurdan bibin."
Dîcle di parêznameya xwe de got ku dozgeriyê bi zanebûn peyvên wekî, 'Kurdistan' û 'Serok Ocalan' derxistine pêş û ew wekî sûc bi nav kirine. Dîcle wiha got: "Heke axaftina min hemû li ber çavan bê girtin wê bê dîtin ku ev peyv di nava xwe de hêmayeke sûc nehewînin."


