logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

KINC JI RÛYÊ RE TUNE YE

Gengeşiya li ser serrûk, pêçe, laçik û xeynî wan ji kincên ku bi "kincên îslamî" têne naskirin, dîsan vegeriya cîhana îs

  • Dîrok: 22/08/2010
  • Beş: Serbest

Kûrnêrînin di arîşeya "serrûkê" de  

Adil Hedcamî  
Wergerîna ji erebî: Ebdellah Şêxo


"Rû wateyek e ku nayê vegerandin bo tu deqê (…) Ew wate bi xwe  ye" 
Êmanoyêl Lêvînas      

Gengeşiya li ser serrûk, pêçe, laçik û xeynî wan ji kincên ku bi "kincên îslamî" têne naskirin, dîsan vegeriya cîhana îslamî û ewrûpî. Ev yek jî piştî ku zagona qedexekirina lixwekirina serrûkê li Belçîkayê derçû, û piştî ku parlementoya fransizî berî çend rojan qedexekirina lixwekirina serrûkê li cihên cemawerî pesend kir. Û kesên têkildar jî di vê arîşeyê de bûne çend beş: beşek vê "biryara wêrek" bilind dinirxîne (ew jî rastgiriya fransizî ye), û beşek li dijî wê radiweste û doza rakirina vê qedexeyê dike bi angaşta ku ev zagon paşgavavêtinek e di warê azadiyên giştî de (ev jî helwesta revenda îslamî û hinek amyarên ragihandinê yên 'erebî ye), û beşek sêyem dixwaze ku ev qedexe tenê li saziyên cemawerî bimeşe, û neyê giştîkirin(ev jî helwesta hinek çepgiran e).                          
Bi rastî ev gengeşî ne nû ye, çimkî ew her çendekê derdikeve holê, û em bi xwe bûne govanên nimûneyekê ji vê yekê re di arîşeya qedexekirina laçikê di dibistanan de li Fransayê di destpêka vê sedsalê de.  Û li cem misilmanan jî ev mijar ne nû ye, ji ber ku vê mijarê ji destpêka sedsala bihurî de, gengeşîne dûvdirêj vekirine li ser "rewatiya" pêçeyê di misilmantiyê de, di nava zanayên hemû zavên îslamî de, û ew zana bi xwe jî bûne çend beş: hinekan digot ku pêçe parçeyek e ji ayîna îslamî ya neguhêrbar, û hinekan digot ku ew damaneke kevn e û xwedî kokeke nijadî î 'erebî ye, û çi têkiliya wê bi baweriya îslamî ve tune ye; ev yek jî helwesta şêxê berê yê Mizgefta El-Ezher bû, gava ku di bûyereke navdar de xwendevaneke pêçekirî ji waneya xwe ya di Mizgefta El-Ezher de, qewirand. Lê belê, derçûna van zagonên ku me niha çêlî wan kir, ev gengeşî dîsan derxistin holê, û bi taybetî ku ev zagon li dûgeline ewrûpî derçûne, ku girêdanek wan bi rewşa misilmantî û misilmanan li Ewrûpayê ve heye, û  girêdanek wan bi kêşe, arîşe û pirsên lezgîn yên çand, nasname, rewşa civakî û nijadî ya misilmanan li wir ve heye.                                                        
Ez naxwazim ku ez vê mijarê di hemû kitekitên wê yên dîrokî û di "nîrîtiya" wê ya ewrûpî de bigirim destên xwe; lê ez dixwazim vê bûyerê weku boneyekê ji bo hizirîna di pêçeyê bi xwe de bibim, anku di wate û nîşandêriya wê de, û bi çavekî felsefî î xas lê binihêrim, û hemû kevî û pêvekên çandî û civakî yên pirsgirêkê deynim aliyekî, çimkî reng e me ji alaza me dûr bixînin.         
Kesên ku dijberiya zagana qedexekirina pêçeyê dikin, xwe dispêrin peyta "azadiyê", û dibêjin ku ji mafê her kesî ye ku pêçeyê li xwe bike, çimkî ev yek beşek e ji azadiya kesayetî ve, û li vir qedexekirina pêçeyê tê wateya bêparhiştina xelkê ji azadiya bijartina cilên ku dixwazin li xwe bikin. Û ji xwe ev e behaneya serwerên rêxistinên îslamî li Fransayê, û behaneya hinek amyarên ragihandinê yên 'erebî ye, yên ku şev û rojan dikin yek da ku "nakokiyên rojavayê" , wekî ku bi nav dikin, aşkere bikin; rojavaya ku li gorî van rêxistin û amyaran, xwe ji eymetên xwe dişo dema ku van zagonan dertîne, û revendên îslamî nerehet dike, û di heman demê de dibêje ku ew destekê dide wan. Ji xwe alaza dûr ya angaştên rêxistin û amyarên îslamî û 'erebî xuya ye; ew jî şikandina  nimûneya ewrûpî bi giştî ye, û pêçe jî, tenê hoykarek e di rêya pêkanîna vê armancê de.                                                                                                                                                                        
Bi rastî, tiştê ku ez dixwazim gengeşiya wê di vê gotarê de bikim, ev bi xwe ye; anku pirsgirêka azadiyê, û li vir ez dixwazim bidim xuyakirin ku pêçe qet ne arîşeya bijartinin takekesî ye, lê ew di nêrîna min de, arîşeyeke civakî û sincî ye. Lê belê ez dixwazim di destpêkê de bidim aşkerekirin ku armanca min ne berevaniya ramanên rastperestên ewrûpî ye, lê ez ji cihê mirovekî 'ereb ve dipeyivim ku dibîne bê çawa ev cilên seyr weku kumikan roj bi roj zêde dibin di rêk û rêkokên civaka wî de, heta ku gihiştiye radeya ku kesên van cilan li xwe dikin bûne xwedî navekî taybet li nik civaka mexribî, ew jî navê "Nînca" ye.                                                                                                    
Ji kûrtirîn biwêjeyên ku min li ser rû xwendine, biwêjeya ramanwera fransizî "Êlêzabêt Dadîntêr" re ku vê biwêjeyê li ser rû dibêje:" kinc ji rû re tune ye" "il n'y a pas de vêtement pour le visage". Ev biwêjeya han ji min re pirr xurt xuya bû, ji ber ku heger em xweşik bala xwe bidin rû, em ê têbigihêjin ku hema hema di hemû çandan de, tu cilekî biryardayî ji rû re tune ye. Her endamek ji laşê mirov xwedî kincekî taybet e, heta bi pê û destan jî xwedî gore û lepikan in; tenê rû vekirî dimîne, û heger ne ji neçarî be, nayê nixumandin, ew jî ji ber nîrine taybet(weku serdevka şîniyên qûmistanê).                                                                                                                                           
Çima rû her dem vekirî dimîne?

Ji ber ku rû endamekî taybet û awarte ye di lêş de. Rû endamekî taybet û awarte ye Ji hêla biyolojî ve (hevûdudaniya wî ya fîzyonomî), çimkî ew e endamê laş yê ku hema hema hemû sehek, û pirrtirîn hejmara masûlkeyan tê de dicivin, ji ya herî bihêz ta ya herî hestiyar; yan jî heger em bala xwe bidin hêla civakî û çandî ya rû, em ê bibînin ku ew navnîşana mirov e û peyta wî ya sincî ye, ji ber ku mirov bi rûyê xwe pêrgî mirovan tê û li pêşberî wan radiweste, û ji xwe ji vir peyva 'erebî "Al-muwaceha" (rûbirûtî) hatiye, ya ku bi wateya hevdîtina kesên din tê; û heta di zimanê latînî de jî navlêkirina rû vedigere peyva (visum, vis) ya ku tê wateya tiştê ku tê dîtin, û belkî ji ber vê sedemê -anku ji ber hêla civakî û çandî ya rû- , Aristo ji mêj ve gotiye ku rû tenê ji mirovan re tê gotin, û nayê gotin ji ajel û firindeyan re, lê belê tenê ji bo mirovan tê bikaranîn ku ew e ajelê ku dikare "rûbirûtiyê" bike, anku dikare pêkanîneke ramyarî û civakî ava bike; dibe xwedî rû.                                                                                                                                                             
Lê belê, ev wateya sincî ya rû dê bibe mijara mijûlahiyeke serbixwe di felsefeyê de, û em nimûneya herî bala ya vê mijûlahiyê di berhemên felsefevanê fransizî Êmanoyêl Lêvînas de dibînin, yê ku hewl da, û bi çavekî fînomînolojî î xas, ku van pêşbînên giştî bigihîne radeya herî bilind, gava ku li têkiliya rû bi têgehên altruism, sinc û civakê re geriya.                                                
Rû li nik Lêvînas bingeha her têkiliyeke mirovane î pêkan e, û ji ber vê yekê rû li cem wî merceke heyînî ye ji mirov re, ji bilî ku ew merceke ramyarî û sincî ye jî, û li gorî vê yekê, heger rû tune be, mirov tune ye(1).  Yan jî bi zimanê wî, rû – tevî zimên –navnîşana mirovatiyê ye di me de, çimkî ez bêyî rûyê xwe pêrgî xelkê nabim, û ji ber vê yekê rûyê min nahêle ku ez bibim jimareyek yan jî  şengistek di zayendekê yan jî di cureyekê de, çimkî rû degmayetî û nasnameyê weku kesekî dide min, û xweyîtiyekê dide min ku nahêle ez têkevim "cihbûyinê" de(2), û bi vê nasname û xweyîtiyê, ez dikarim xwe ji zayenda xwe ya giştî rizgar bikim, û ez dikarim ji cihê ez'ê têkiliyan bi yên din re ava bikim,  û ev yek dê ne pêkan be, tenê ji ber ku rû ne "tiştek e" ji bo têgihiştinê, û ne mijara pêşbîniyê ye, lê belê ew e livbaziya ku nayê puxtekirin di wêneyeke bêcan de (moule), çimkî rû dest ji livbazî û "derbirrînê" bernade, û ji ber vê yekê, destberdana rû ji derbirrîniya xwe tê wateya mirinê, çimkî rû dest ji derbirrînê bernade tenê dema mirin tê.                                                
Û heger kifşbûna rû li pêşberî yê dî hesta xweyîtî û serxwebûnê dide min, kifşbûna rûyê yê dî jî vexwendinek e ji min re da ku ez pêrgî wî bibim di hêla wî ya mirovane de, çimkî kifşbûna rûyê yê  dî li pêşberî min bê çek û bê nixumînek peyta aşitiyê ye û dilxwaziya hevdîtinê ye(3); ew nesaziyek e di navbera hêz û qelsiyê de; ew kifşkirin e, û ew bi vê kifşkirinê tiştê herî bala di min wekî mirov tîne bîra min, û hesta berpirsyariyê li hemberî yê dî dide min û min didehfîne ber bi darijtina têgihiştina xwe ya sincî û civakî, çimkî ez bi rû bi yên din re didim û distînim û ez bi vê yekê demên xwe yên herî germ tomar dikim; ji ber ku rûyê min serketin e ji mirovatiya min re, û rûyê xeynî min li hemberî min vexwendinek e ji bo şînkirina vê mirovatiyê, heta di şer de jî, rûbirûtî dimîne peyta û navnîşana balatiyeke mirovane, û ji xwe ji vir pirrahiya wêjeyan şerê rûbirû û bi şûran bala dibînin, û şerê bi tîr û derbên ji piştê pîs dibînin.                                                                     
Bi vê derbirrînê rû dibe rêya ber bi civakbûyin û ramyariyê ve, û rûbirûtî dikare tevlêbûna me ya civakî bide xuyakirin, çimkî tu civîn û tu projeyên giştî bêyî "rûbirûtiyê" li dar nakevin, anku bêyî dîtinê, ev jî, ji ber ku takekesî nayê avakirin bêyî "navberayetiyê" (intersubjectivité), û bêyî berpirsyariya li hemberî yê dî.                                                                                                                        
Naxew, gava ku ez rûyê xwe dinixumînim û ez wî navavêrim, ev tê çi wateyê?                                    
Li gorî van şiroveyan, ev tê wateya du tiştan: tiştê yekem ew e ku ez hevdîtina bi kesê dî re, di asta mirovane de, napejirînim, û tiştê duwem ew e ku ez hevdîtina wî di asta ramyarî de napejirînim.                                                                                                                                                        
Berevanên serrûkê dibêjin ku serrûk tenê "kincek e", û ew tenê bijartina lixwekirina kincan e; lê rastî ne wisa ye, ji ber ku yê ku rûyê xwe dinixumîne, cilan li xwe nake; lê belê ew endamê ku mirov pê kesên din dibîne, dinixumîne, û ew bi vê kiryarê têkiliyên sincî û mirovayî bi kesê dî re red dike, çimkî gava ku ez rûyê xwe dinixumînim, ez hevgihiştina bi te re red dikim, û ez bi vê kiryara xwe hevjîniya bi te re red dikim, û ji ber vê yekê serrûk ne tenê cilek e, û ne bikaranîna azadiyê ye; lê ew redkirina mirovatî û civakbûyinê ye, û ji ber vê yekê, civakên ku serrûk tê de ferz dibe, tenê jin "mijara" kêfanînê ye di çarçiveya teybet de. Û di vê navê de, çi wateya axaftina li ser azadiya kesane di bijartina "cilan" de tune ye, ji ber ku tu azadî li derveyî çarçiveya ramyarî tune ye, çimkî azadî wekî ku "Hena Arendt" ji me re dide xuyakirin ne têgeheke mîtafîzîkî î nîgaşî ye; lê belê ew têgehek e ku di kartêkirina ramyarî de tê avakirin, anku ew tenê di civakê de tê pêkanîn(4), û di rastiya xwe de rûnixumandin di danasîna xwe de redkirinek e û vederkirinek e ji her têkiliyeke civakî re yan jî danûstendinek bi yê dî re, ji ber ku ne azadî û ne hişmendî û ne hevgihiştina ramyarî pêk tên bêyî rûbirûtiyê, û ji xwe xweserrûkkirin redkirina rûbirûtiyê ye.          
Heger em xweşik bala xwe bidin rûnixumandina vîndarî(anku ya bi reza mirov), em ê vê yekê baş binasin, çimkî nixumandina rû di mihrecan û şahiyên maskedanînê de, wekî nimûne, ew dilxwaziya xwerizgarkirina ji barên civakî û "hişmendîtiya" wê ya ramyarî û zagonên wê ye, yên ku di heman demê de barên rû ne jî, ji ber ku tiştê ku sebra min li kernevalan tîne ew e ku ez dest ji nasnameya xwe ya ramyarî berdidim gava ku ez rûyê xwe dinixumînim, û ez bi vê yekê xwe ji bar û berpirsyariyên xwe rizgar dikim, û ji ber vê yekê rûnixumandin –wekî di civatên arstukratîk de berê- bi lîstin û azadî û neberpirsyariyê ve hate girêdan; lê belê ev rizgarî bi reza mirovan bû û erêkirî bû di civatê de, yan jî bi gotineke dî vehesînek bû ku yên beşdar piştî wê şahiyê dîsan bi erkên xwe yên civakî û ramyarî radibûn.                                                                                                      
Naxwe serrûk ne kinc e, lê belê ew peyameke ramyarî û sincî ye ku ji yê dî re radigihîne ku ew vekirina rû red dike, û pê re her têkiliyeke pêkan red dike; serrûk danezanek e bi redkirina hevgihiştinê, û bi redkirina jiyan û civakê, û ew bi vê yekê pêşnûmeyek û danezanek şer û nefretê ye li hemberî yên din.                                                                                                                                       

 


Perawîz:                                                                                                                  

1- E. Levinas, Totalité et Infini, essai sur l'extériorité, Martinus Nijhof, La Haye, 1965, p. 168.         
2- Ibid, p. 73
3- Ibid, p. 172.  
4- Hannah Arendt, la crise de la culture, édition Gallimard, folio essays, chapitre IV, pp. 186-222. 

Nîşe: ev nivîs ji malpera Kombena Hişmendên 'Ereb hatiye wergirtin   http://www.alawan.org/      

 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Sempozyûma Sînema û Felsefeyê' li dar dikeve

ad

Li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kocaeliyê zextên giran

ad

Niviskar û Yazar

ad

‘Vîr û Vate” veciya

ad

Rojnameger ji bo rojnamegerên girtî meşiyan

ad

UEFA 11'ê serkewtey eşkera kerdî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname