Yildirim Turker
Nivîskarê navdar ê ‘1984’an George Orwel di cihekê de wiha dibêje, “Dema ku ez dibînim kedkarekî di nava kef û xwîdanê de bi dijminê xwe yê xwezayî, bi polîs re pev diçe wê çaxê hewce nake ez bêjim ku ez kîjan aliyê digirim.” Sazbûna hevokê di der heqê hilbijartina Orwel de fikreke mîsoger dide me. Di vê derê de alîgirtin pêşdarizîneke kor destnîşan nake. Bi temamî ji cîhê ku hûn lê radiwestin di der barê rewşa cihanê de serê meseleyê dide destê we. Bi vî awayî, nêrînek alîgiriya xwe ji me re diyar dike ku ev nêrîn bi bazarkirinên xwe dispêrin îstîkrar, îtîdal, tifaq û yekîtiyê û tiştên bi vî rengî nayê şolîkirin. Ev alî, aliyê wî kesî ye ku li hemberî yê ku dixwaze wî biçewisîne, bê deng bike, çavtirsî bike, dest bide ser li ber xwe dide.
Aliyê kesê ku tiştek xwe yê wendakirinê nîn e. Aliyê kesê ku avahiyeke qat bi qat li ser pişta wî hatiye lêkirin, aliyê kesê ku di qatê binî de rûdine.
Orwel di seranserê jiyana xwe de bû xwedî seknên polîtîk ên cihêreng; tu carî nekarî bi kesên li rex xwe re li hev bike.
Dema ku dît xeyala wî ya li ser pêşeroja azad û wekhev a mirovahiyê li xewneroşekê hatiye veguhestin wî xwe spart cihaneke alegoriyan. Dema ku di “Çewlika Sewalan” de behsa hin sewalên ku ji yên mayî zêdetir dikir ji xeyala xwe nexeyidîbû. Wî nikaribû li hemberî wê zulmê bêdeng bimîne, ku piştî şoreşeke gewre ji nû ve hatibû hilberandin; ango li ser navê nasnameya xwe ya siyasî wî nekarîbû rûyê xwe ji vê berepêşbûnê bade. Nexwe, di nava wê pevçûnê de wî timî xwe da hêla kedkarên di nava kef û xwêdanê de.
Tevahiya civaka me wekî ku em alî bigirin, li aliyekê bin difikirin.
Hemû klîşeyên westiyayî yên di der barê alîgiriyê de ku em pê dizanin bi ser me de têne rokirin. Hemû peyvên hamasî yên ku kesên wextekê ew bi kar dianîn ji baweriyê bêpar hiştine vêga bûne benîştê devê deshilatdaran.
“Alîgir” hewl didin ku me bidin bawerkirin ku em mecbûrî girtina aliyekê ne.
Peyva serokwezîr a di der barê karsazan de ku dibêje “yê ku bêteref be ewê berteref bibe” destnîşan dike ku kar çiqasî sinciriye.
Hêviya herî bêbersiv a dîroka komarê; Kiliçdarogluyê ku ji encama erozyona qumaşê xerabûyî ku bi serê vê civakê de hatiye û Erdoganê ku ji xoyratbûna xwe di dil de textek ava kiriye û serê carê ji ser vî textî bi hêrs hem radibe û girm rûdine, ev her du kesên ku li ber hev çeper kutane baş didin destnîşankirin bê ka ev referandûm çi ecêbeke giran e.
Her yek ji wan dişibe kekoyê taxê ku her du jî bi heman hincetî heman tiştî diparêzin. Hatina wan a hemberî hev bi temamî rasthatinî ye.
Mirovên xwedî fikir ên ku wan dane dû xwe jî bi korahî dikopijin ser kesên li hemberî xwe.
Kesê ku hinek ji dûr ve bala xwe bide zimanê ku ew bi kar tînin wê bêje qey roja piştî referandûma 12 Rezberê emê çavê xwe li cîhaneke nipî nû vekin. Heyteholeke ew qasî bê ser û ber, hêrseke ew qasî bi coş.
Dema ku hûn bala xwe didin vê gelteya qirêj a di navbera eniya “Evetçî” (yên di referandûmê wê rêya erê bidin) û ya “Hayircî”yan (yên di referandûmê wê rêya ‘na’ bidin) ma hûn nabînin ku her du enî jî yek aliyek in? Her wiha hin kesên ku ji navê difilitin hene, kesên dilpak û niyetqenc, car tê ku ew xwedî hêza nirxandinên bi ser siyasetê re ne, kesên ku dibêjin “qîm nake dîsa jî erê”.
Bi raya min, kesên di nava wê komê de, hîs dikin ku di vî karî de lîstikek heye, wijdana wan diêşe û pêdivî bi vê gotinê dibînin, “em ne ehmeq in lê…”
Hêja Ayhan Bîlgen, li ser peyva serokwezîr Hrantî bi bîr dixe û her wiha bi bîr dixe ku terefbûn berterefnebûnê mîsoger nake. Ma dîroka me ya hevpar ne ew dîrok e ku kesên li hember şer, xwînê, zilmê bûbûn alî, bi destê dewletê yek bi yek hatin berterefkirin?
Loma jî em vê retorîka kawikî deynin hêlekê. Di vê referandûmê de, ji tirsa boykotê ye ku li ser her kesek zext tê kirin da ku ew aliyekê bigirin.
Serê carê wiha tê gotin ku îlleh divê mirov aliyekê bigirin û rengê xwe diyar bikin, dijberî vêya îxanet e. Heger tevlîbûn kêm be, baweriya her du aliyan a di der barê hêza wan a hundirîn de wê veheje.
Galegaleke kevn e.
Berî her hilbijartinê, aloziya sûnî ya li dorhêla rêjeya hilbijêrên bêbiryar tê li darxistin êdî bûye parçeyek ji jiyana me ku em nema lêpirsîna wê dikin. Mirovên aqilmend ên ku xwe di rêza yên bi biryar de dibînin dikin ku bêjin yên bêbiryar ji bo demokrasiya welatê me xetereya herî mezin in. Ji rûyê wan de tu car hesabê derve û hundir hev nagire. Ji rûyê wan de hêzên dijî pegalê dikarin “binisilin” nava deshilatdariyê. Ji rûyê wan de keys çênabe ku em bernameya xwe ya hevpar derbasî “qada jiyanê” bikin. Werhasil, vanên bêbiryar artêşek bê serî û beredayî ne. Bi ser de jî, em ew qas wan hişyar dikin û ji wan re dibêjin bêbiryariya we sedemî felaketên mezin e ku dê bi ser welatê me de were lê hê jî ew bi serhişkiya xwe di nava xumamê de wilo radiwestin.
Birê min, rengê te çi ye? Tê dengê xwe bidî kîjan partiyê? Welat ji dest diçe, îrtîca dîsa xwe spart ber derî, riya şaristaniyê diyar e, riya deshilatdariya xurt jî. Çima tu hê jî wekî ehmeqan dinêrî?
Helbet, helwesta ‘boykot’ bi bêbiryariyê nayê pîvan. Dîsa jî, her du helwest jî li derveyî peyva bi erk û kontrola lîstikbazî dimîne.
Ez bi xwe li hêla boykotkirina vê referandûmê cîh digirim.
Tevlîbûna vê referandûmê, deng bi çi rengî tê bikaranîn bila bê bikaranîn, tê wateya meşrûkirina vê rewşa aloz a ku wan spartiye me.
Referandûmekê hatiye sazkarkirin ku bi mîlyonan hemwelatî û nûnerên wan tê de tune têne hesabkirin; mirovên ku wesleyên wan cih guhertine, kurdên belakir, ango ji bilî dayîna navê wan ên ku bi dehî salan di bine berfê de maye me tirkan tu mafekî wan nenasiye, wateya vê referandûmê ev e.
Niha ew li bendê ne ku em beşdarî vê referandûmê bibin û hetan hetayê kurdan ji siyasetê tasfiye bikin.
Ji ber ku ev lîstik ji aliyê hêleke diyar a vê civakê ve hatiye amadekirin û ji ber ku ez naxwazim tevlî vê lîstikê bibim ez pêdiviya boykotkirina vê referandûmê dibînim. Ya rast, tişta di nava pakêta di der barê guherîna Destûra Bingehîn de jî qet ne xema min e. Lewra ev pakêt ji alî wan zilamên bêter ên ku bi tu awayî guh nadin daxwaza kurdan û her tim wan û nûnerên wan di bin erdê dixin ve hat amadekirin ku ew bi qasî mîsqalekê qesta aştiyê nakin.
Ez qada siyasetê ya ku maye li benda însafa mirovên ew qas bi rik, ew qas cudaxwaz, ew qas oportunîst napejirînim. Li welatek ku serokwezîr û partiya wî tenezul nakin bi kurdan re bipeyivin, Îbîşê nû Kiliçdaroglu û partiya wî ya ku di eniya şer de li ser yek piyek radiwestin, berdevkê dewleta qirêj çapamenî û mucahîdên wê, serê her carê wê zihniyeta ku xwe bi benê neteweperestî û nîjadperestiyê ve radigire; li welatek ku ev tişt hemû lê hukim diajon Zagona Bingehîn biguhere wê çi bibe, neguhere wê çi bibe?
Cemil Çiçekê ku wextekê nûnertiya edaleta AKP’ê dikir hê jî derpê PKK’yiyên kuştî dadixîne jêr. Niha ew kesên xwe wekî tu alî pêş dikin û têkoşîna îqbalê didin hemû bi hev re li hember gotina kurdan radiwestin. “Evetçî” ji gelê kurd ê ku bi soza berlêvekirinê bêhtir curdeyî bûye re wiha dibêjin: “Hûn ji xwe re li vê derê hinekî bêdeng bisekinin. Emê zagona bingehîn biguherînin û emê jiyana we jî isleh bikin.” ‘Hayırcî’ dibêjin ka carekê em we ji bin nîrê AKP’ê rizgar bikin, emê paşê herêmê bi pêş bixin. Mesela bendava hilbijartinê kar û bar, filan û bêvan…’
Yanê av a biçûkan e, gotin a mezinan e.
Lê kurd, na, ew, ew ji bo tevlîbûna vê lîstikê nayên qebûlkirin. Xwediyê gogê wan di vê maçê de naxwaze. Tevlî vê yekê ji wan tê xwestin ku ew beşdarî vê referandûmê bibin û qerebalixekê li dar bixin. Ji bo tevlî vê lîstika ku wan tune dihesibîne bibin bi hezarî peyv têne kirin, gef û gurên bêsînor li kurdan tê xwarin.
Heger em vegerin ser Orwel…
Ê min mêzîna min jî giraniya xwe dide hêla kurdan ku dewleta ceberût ligel endamên wê û hemû mekanîzmayên deshilatdariyê ji hingaftina wan têr nabe. Divê ez li cem mafê gotina wan cîh bigirim. Di vê mijarê de misqalek dudiliyê nakim. Îro pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsgirêka kurd e. Bêyî hewl û hemleyên çareseriya vê pirsgirêkê tu tevgerek nikare hembêza xwe ji hemû pirsgirêkan re veke û meşrû bê dîtin.
Li gor baweriya min jî du alî hene. Aliyê yek, maf nade bi mîlyonan hemwelatiyên vî welatî da ku ew jî tevlî vê projeya pêşerojê ya guhertina Zagona Bingehîn bibin, her wiha ev hêl bêyî ku ji vê referandûma ku pergala parlementeriyê dixitimîne aciz bibin tevlî wê dibin, aliyê duyemîn jî ew alî ye ku vê referandûmê meşrû nabîne, vê wêneyê welêt ê ku hin kes dispêrin wî napejirîne. Ango aliyê ‘boykotçu”/boykotvan.
Bi başê xeraban cîhan nayê guhertin.
Pêşî divê em gelê kurd li ser esasek wekhev û beşdêr bibînin û vêya hezim bikin.
Di vê werza lînçkirinê de ya jiyanî ev e.
Heger zagona bingehîn bê guhertin divê kurd û tirk dest bidin hev du û bi hev du re vê yekê bikin.
Heger hûn di vê lîstikê de kurdan nedin lîstin ez jî nalîzim.
Ji Radikalê hatiye girtin
Werger: Rifat Arya


