Ali Fikri Işik
Diviye ku ez di despêkê de bêjim, ji bilî romanê, ziman daxil, di nava cihana kurdewariyê de, navgînekî ku xwe gihandiye asta modernîzmê tune ye. Û wisa xuyaye ku wê modernîzma kurdewarîyê ji romana kurdî bixuliqe. Bi wê tespîtê em dibin xwedî derbirînekê dijwar? Jiyaneke nemodern û romaneke modern! Gelo di dîroka navnetewî de pratîkeke wisa, qet li dereke dinyayê hatiyê dîtin? Wekî pêvajoyeke sosyolojîk, pêşî civak û tekiliya civakê bi kirasekî modern xwe dineqişînin û dûre, wêje dibe berdevkê wê pêvajoya sosyal û dirokî. Kifş e ku li wî welatî hinek tişt ji robara kronolojîk cuda diherikin. Aqilê civaka kurdî, aqilê siyasi ne aqilekî modern û bajarvanî ye. Ku em dîsa wergerin û li ser dîroka modernîzmê hebibekî bihizirin, em ê bibînin ku tekiliya modernîzmê tekiliya bajarvanî ye. Ji bo jiyana bajarvanî, mirovatiyê her curê navgîna civakê bi şiklekî modern ji nû ve afirandine û bi peyman, xwe sipartine wê jiyanê. Heq, hiqûq û azadî, wekî şanîderê bijarte, bûne astengê wê jiyanê û rojeva wê jiyanê, ji wan pirsgirêka tewlî qaîde û prensîbên xwe dagirtiye.
Wêje tekildarê jiyanê ye. Bi alîkî ve jî li ser wê jiyanê ye, behsa wê jiyanê dike, lê xwe qet naxe şûna wê jiyanê. Min got wêje bi wê jiyanê ve tekildar e, bi hev re wekî du cîranan rewîtiyê dikin. Car carnan xwe ji nava hev dipengizînin nava hev. Ew qas. Tekildariya wan jî bi wê pengizînê sînorkiriye.
Ji bo nimûne, gava ku Hesenê Metê di novêla xwe ya bi navê "Gotinên Gunehkar" tê naskirin, li ser devê vebejêrê xwe dibêje" de hûn aniha dipirsin, dûre çi bû? Gelo, behsa kîjan jiyan û kîjan wextî dike? Gelo, mirov karê bêje jiyaneke wisa û wextekî wisa heye? Gelo, ew pirs û vexwendin ne pirsa tunebûnê ye? Belê ew novela qedim! Bi pirseke lêgerînê vedibe. "Dû re çi bû?" Wekî prensîbeke wext ku "dû re" hebe, hindê berî wê "dû re" yê jî heye. Diviya ew anakronîzm hîşmendiyeke xwezayî be. Hesenê Metê bi alîkariya lehengê xwe (Behram, Lûlû Xan, Geştîna Xanim, Nagîna û yên din) bê vegotin bi şîklekî ontolojîk me bi agahiyên berî wê "dû re"yê dike. Bi xêra van agahiyan em dizanin ku bajarek bi navê E heye û li vir fakulteyeke îlmî îlahî jî avakiriye. Hesenê Metê berê xwe nade nava wî bajarî, ew jî dizane ku di nava wî bajarî de tiştek nîn e. Lêgerîneke ne tiştî bê wate ye. Loma Behram xwe ji bandora wext azad dike û di astekê dervayî wextê berê xwe dide ber bi mijarê heqîqî. Ji encamên wê novelê tiştên ku em ferî van dibîn ne tiştên "dû re" ne, ne tîştên "aniha" ne û ne tiştên "dahûhatinê" ne jî. Hesenê Metê li aqil digere û ew çîrok ji xwe re kiriye bahaneya lêgerînê. Wekî xewnekê!
Di vegotina "Gotinên Gunehkar" de Hesenê Metê, berê xwe dide takekesên vegotina xwe û di nava dîroka olî û bawermendî de li dîroka çîroka civaka takakesî digere. Lehengê novelê çar rewîtiya pêk tîne û piştî encamên taybet, tê li mala xwe rûdinê. Li gorî baweriya min çîroka Gotinên Gunehkar piştî wê des pê dike. Bi vegotineke modern, bi sembolên modern, bi çandeke nivîskî ya modern û bi pirsên guman dagirtî gava ku Hesenê Metê dawî li vegotina xwe tîne, ji ber kerba encamên ku giyana wî êşandine ji me vedişêre. Derdê wî û temsîla heqîqetan nîn e. Ji me re tiştekî neqil dike û bi paş de vedikişe. Ew rewş bi xwe hem Hesenê Metê û hem jî novela Gotinên Gunehkar derdixe asta modernîzmeke nûjen. Hesenê Metê li lehenga xwedî dernakeve, li bûyera bi awirekî, piroz nanêre û wekî kartoleke germ, hemû pirsgirekan di nava destê xwendevanan de dihêle.
Ew awira rêzdar, mizgîniya modernîzmê ye, nivîskar baş dizane ku, asteng astengê civakî ne û bivê nevê ew asteng diviye gava ku civak amade be, bi destê civakê bêne çareserkirin. Nivîskar xwe naxe şûna civakê tenezûlî wî tiştî nake û ew awir bi xwe re normekê tîne. Diviya ku her kes bi hêz, qewet û bi qudreta xwe zanibe.
Ji xeynî Hesenê Metê, Şener Ozmen, lêgerîna xwe ya di nava ziman de li ser rûye zimanê yekemîn bi şiklekî zimanê duyem, li navenda bajar û bi çîroka takekesî li aqilê siyasî yên civakê digere. Di romana bi navê "Pêşbaziya çîrokên neqediyayî" de Şener Ozmen pergî aqilê civakî yên siyasî dibe û qet ji wî aqilî hîsnake! Ji tevnê vegotina "Pêşbaziya çîrokên neqediyayî" em fem dikin, ku vebejêrên romanê, wekî Xwedayê her tiştî dibîne û dizane, berî her hizirin û hewldariya lehengê romanê Sertac Karanî, her tiştî bi hevoka pêşî eşkere dike. Ew cure vegotin tu xisûsiyetên takekesiyê li holê nahele. Deşîfrekirina her celeb hizirîn çalakî û hewldana lehengê romanê, berî her tiştî, ji bêbaweriya takekesî tê. Nivîskar bi takekesiya wê civakê ne bawer e. Gava ku em bi vebejêr re di nava metnê Pêşbaziya çîrokên neqediyayî de rewîtiyekê dikin, tiştên ku em jî bi vebêjêr ve pergî van dibin, civakeke girtî û di bin bandora her celep desthilatgiriya, civakî, olî û siyasî de, civakekê bêfêrîkirina xwe dibînin. Ku civak ji serî heya dawî ji van hizirîn çalakî bûyer tevlî mijarên xwe ew civak be, hindê di nava wê civakê de takekesî nayê holê û rewşeke awirên takekesî jî miriye.
Di dawiya romanê de îroniyeke mezin dertê meydanê, kesekî ku haya wî ji hişmediya takekesî nîn e, kesê ku dixwaze bibe takekes dikuje. Hevoka paşî ya fînalê "min ew kuşt" e ya romana Pêşbaziya çîrokên neqediyayî. "Min ew Kuşt" Êlî Osmanê kure Adurrahmanê Sêwaxçî, Sertaç Karanê mamoste û nivîskar dikuje. Ji bo çi? Ji bo desthilatgiriya olî.
Qedera Sertac Karanî û qedera modernîzma civaka Sertaç Karani, çiqas dişibin hev Xwedêyo!!
Madem kuştin hêjayî gotinê ye, diviya ku ez behsa romana Firat Cewerî ya bi navê "Ezê yekî bikûjim" bikim. Serê sibehekê lehengê romanê Temo bi biryara kuştina yekî ji xew şiyar dibe. Berî ku ez li ser wê romana Firat Cewerî hûr bibim, ji bo herikandina wê vegotina min, pêdivî pê heye ku ez behsa hinek roman û romanûsên ku mirin û kuştin ji xwe re kirine mijar, bikim. Romana Helîm Yusîv "Gava ku masî tî dibin" bi kuştina Cemîleyê dibê vegotineke xwedî xaçepirs. Mikurhatinên deriyê hesinî, kumê li serê qederê, pirtûka ku nehatiye xwendin, nivişta di bin çeng de û vebêjêrê dinê, tev ji serî heya binê vegotinê, wekî dengbêjan bêrewest distirînin...
Vegotin; bi hevokeke ji xwe bawer, vedibe; "Li vî welatî dibû ku her tişt bibe. Tiştekî dûrî aqilan nemabû. Heta bi hestên matmayîbûnê li cem xelkê hatibûn jibîrkirin. Lewre, çi dibû, çi nedibû, êdî tiştekî bala tu kesî, nedikişand. Wey li wî ku halê xwe bi hal bike û dûrî qeda û beleyên nedîtî bimîne..."
Romana Jan Dost, ya ku navê wê "Mîrname" ye, ji xwe ji serî heya binî li dora kuştina Ehmedê Xanî diçe û tê. 21 yek vebejêr bi bîst û yek çîrokan dikin nakin jehrkirina Ehmedê Xanî ji hev safî nakin.
Bi wê kurte tomarkirinê min xwest ku guhdarên eziz hay ji naveroka vegotina min bibin. Bi dilekî xweş êdî ez karîm vegerîm ser romana Firat Cewerî û serlehengê wî Temoyê kujêr. Hê di hevoka pêşî de, gava wext tê destnişankirin (saet di şeş û "sêzdeh"! deqîqeyan de) xwendevan dizane ku êdî, li hemberî wî/wê vebejêr û nivîskarekî bi berpisyar e. Exlaqê vegotinê û kîmya hevokan hev girtine û di bin wan re tîrêjên tavê jî derbas nabin. Tempo, rîtîm, bûyer, honandina bûyera, leheng, wext, diyalaloq û mekan, jî aliyê şikil û ji aliyê naverokê ve cih bi cih ne. Her tişt di ciyê xwe de û xwedî sedem e. Ma estetîk jî ji bicihbûna wan tişta pê ve çi ye? Ku sedem û pîvan nîn bin, estetîk jî nîn e. Vegotin bi her encamên xwe bûye tiştekî estetîkî, misqalekê rû nedaye folklorê û qet îtîbar nedaye kevneşopiya civakî.
Çîrok, çîrokeke bajarwanî ye û di nava cihana bajarvanekî de hatiye afirandin. Mijar û naverok derfetê îro minaqeşe dikin. Bi xwendineke psîkolojîk cîhana "Ez ê yekî bikujim" realîst e. Em karîn bi rihetî Freud û Lacan bikin şahid. Bi xwendineke fenomenolojik, cîhana vegotinê, romantîkeke irrasyonalîst e. Şahidê me jî Edmund Husserl e: "her tişt hatiye guhertin, her tişt ji bo azadiya bajar bû, lê piştî pazdeh salên girtîgirî, bajarê wî ne holê bû ku ji bajar kî jî bikuşta heqê wî bû." û bi xwendineke siyasî cîhana berhemê rasyonel e: "Di nava çîrokê de çîroka Temo û çîroka Dianayê biguherînin hûnê bibînin ku encam naguhere. Di jargona siyasî de qehpik û "îtirafçî" wekî hev in. Diana jin bû, bû qehpik û mer bûya ê bibûya îtîrafçî" Û ji alî niyeta nivîskar ve, "Ez ê yekî bikujim", xwendineke surrealîst e. Gelo, metn bi xwe dibê çi? Lê mixabin, metn bela di nava xwe de, bûye du çîrokên ji hev cuda, bi tevgirtineke yekîtî nikare niyeta xwe ji me re bêje!.
Temo, temsîla civaka kevn e û ji bo xaçepirsekê dimire. Lê lehengê duyem Diana doza azadiya xwe dike û ji ber hawara Dianayê Firat Cewerî ji Swêdê nivîskarêkî amade dike. Ji bo çareseriya azadiya Dianayê peşniyariya Cewerî di cih deye lewre, nivîskar di vir de wekî ronahî temsîla civaka modern dike. Û ji bo civakeke modern Swêd nimûneyeke heqîqiye.
Romana Helîm Yûsiv, Gava ku masî tî dibin de elegoriyeke mezin e û ji alî teknîka vegotinê ve pergala desthilatdarên serdest, bi şiklekî ecêbmayî deşîfre dike. Vebejêr ne kesên zindî ne. Bela ku serdestên wî welatî gotin qedexe kirine. Masî ji kûçikê xwe, ji Bozo re dibêje, û tîştên ku deriyê hesinî say dike, ew bixwe ji me re dibêje.
Vegotin û naveroka vegotinê ji alî cihana romanê, bi ewrekî mezin re, seranser bi şik, seranser biguman tê nixumandin. Nivîs dikeve asta sifirê (o). Zanînên (ku di hişê me de, wekî zanînên civakî bûn û me bi wan bawer dikir) heya vê romanê, giş "rastiya" xwe winda dikin. Nivîskar; bi zanebûneke hunermend, her tiştê ku me zanibû, dixe bin bondara şikê. Êdî xwendevanê şiroveker mecbûr dibe ku li hinek meşrûiyetên nû bigere. Heqîqetên jiyanê, bi şik, ji alî nivîskar ve ji dewrê dertên. Ji bo şirovekirinê isûlek felsefî, isûlek sosyolojîk çi rê namîne.! Fermo, kerem bikin! Hûn û berhem, rû bi rû ne.!! Ji b şirovekirinê, ji cihana romanê pê ve tu encam û derfet nîn in.! Kes nikare, ji terhên jiyanê xwe biqevizîne nava berhemê. Êdî kes nikare, heqîqetekî jiyanê bi heqîqetekê dinê, ê jiyane binirxîne. Di destê xwendevan de, bi tenê heqîqetên berhemê mane.
Romana Jan Dost "Mîrname" romaneke karnevala civakî ye. Her celeb leheng, tevlî her cure çîrokên xwe di nava metin de lotikan diavêjin. Metnê Mîrnameyê dibêje çi? Dibêje min çawa bişopînin? Teymûrê Fasiq(hinek jê re dibêjin Teymûrê meyxur û hinekên din jî jê re dibêjin Teymûrê gûrcî.) Wê rojê wiha bi dev dike "Gava ez qêriyam û min got; Hibr dibare, ez ne serxweş bûm. Hefsarê hişê min di destê min de bû û bîna hibrê jî, ji bîna xwêdana paxilên yarika xwe ya ermen bêtir nas dikir." Hefsarê hişê metin di destê metin de ye û metin ne serxweş e. Metin dibêje: Hibr dibare! Li ser gora Ehmedê Xanî baran dibe hibr û dibare.! Barana ku dibe hibr û dibare tenê bi serê xwe "Mîrname"yê dike alegoriyeke mezin. Ehmedê Xanî ji Teymûrê Fasiq re dibêje: "Mirekkeba min dizîne". Û Her wiha dîsa Xanî di cihekî de ji Teymûrê Fasiq re dibêje: "Ez mirina xwe dinivîsim." Nivîsandina mirinê, mirekeba hatiye dizîn û hibra ku ji dêvla baranê re dibare; ev her sê şop jî eşkere dikin ku niyeta metin ne jiyana Ehmedê xanî ye. Ehmedê Xanî nîşandanek e. Nîşandanikeke îkonîk e.
*Ev gotar di Kongreya WALTIC 2010 ya ku di 2'yê vê mehê li Zanîngeha Bîlgiya Stenbolê li dar ket de hatiye pêşkêşkirin.
**
Nivîsên eleqedar:
- Girîngiya Wergêrê û Edebiyata Klasîk a Kurdî
- Di Kongreya WALTIC'ê de nivîskarên kurd axivîn
- Di Kongreya Walticê de nivîskarên kurd


