logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
news-details

Bono, ji bo Fehmi Tosun stran got

Koma navdar U2 li Stenbolê konsera xwe de. Di konserê de, endamê komê Bono got; "Em ji bo bîranîna Fehmi Tosun"* dixwîni

  • Dîrok: 07/09/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Koma navdar U2 li Stenbolê konsera xwe de. Di konserê de, endamê komê Bono got; "Em ji bo bîranîna Fehmi Tosun"* dixwînin û dest bi strana xwe "Mothers of Disappear"** xwend.

Koma U2 di sala 1976'an de li Îrlandayê hatiye avakirin. Endamên komê dema di lîseyê de dixwendin hatin ba hev. Li temamê dinyayê firotina albumên wan gihîştiye 140 mîlyon hebî. Wan heta niha  22 xelatên Grammy girtine û bi vê yekê rekor şikandine.

Endamê komê û solîst Bono li dinyayê tekane kes e ku bûye berendamê xelata Oscar, Grammy, Golden Globe (Giloka Zêrîn) û xelata Nobelê.
Wan heta niha di gelek çalakiyên alîkariyê de cih girtine û niha Bono di nav xebata ji bo Afrîkayê, di nav çalakiyên li hemberî HIV/AIDS, dîsa di nav xebata ji bo ji holêrakirina feqîrî û germa globalê de jî cih digire.

Konsera U2 li Stana Olîmpiyatê ya Atatuk êvarê dest pê kir. Di konsera ku digel baranê bi ser 60 hezar kesî beşdar bû de Zulfu Livaneli jî li ser daxwaza komê derket ser dikê û tevî komê duet kir.

Xebata ji bo konserê bi mehan berê hatibû dest pê kirin û xebata amadehiya nav stadê jî bi rojan berê dest pê kiribû. Di dika ku navê "The Claw" (Pence) lê kiribûn, di konserê de 360 derece li dora xwe geriya û coşek mezin pêşkêşî temaşevanên U2 kir.
Her wiha bi pergala vîdeo jî panelên LED jî bala temaşevanan kişand ser konserê.

Komê di 2 saet û nîv de 25 stran pêşkêş kirin.

Bono dema derket ser dikê got; "Ji bo sebra we sipas. Hatina me ya Stenbolê gelek dem girt, lê em hatin. Li vî welatî çi diqewime, tiştên li vî welatî dibin hemû dinyayê eleqedar dikin." Dûre Bono ji bo muzakerekarê ji bo Yekîtiya Ewropayê navê Egemen Bagiş ê AKP'ê anî ziman lê temaşevanan ew protesto kir. Li ser vê wisa got: "Temal, ezê qala siyasetê nekim lê ez dikarim qala pirê we bikim. Pir mikemel e, ne tenê di navbera Ewropa û Asyayê de ye, di heman demê de di navbera ol û laîkî de, di navbera paşeroj û pêşerojê de pirek e. Rêya ku Ewropa têre here ev e."

U2 berî konserê ji bo xwendina straneke Zulfu Lîvanelî vexwendibû û Lîvanelî di konserê de "Yigidim Aslanim" xwend. Her wiha Livanelî tevî U2 strana ‘Mothers of the dissappeared’ ku wan ji bo bîranîna Fehmi Tosun xwend, bi hev re xwendin.


* Fehmi Tosun ku ji gundê Licok a Licêya Amedê ye di sala 1995'an de li Avcilara Stenbolê nava rojê ji aliyê hêzên tarî ve hat revandin û heta îro tu agahî jê nehate girtin. U2 di albuma xwe ya bi navê "Pop" ku di sala 1997'an de derxist têde Fehmi Tosun bibîr anî bû û gotibû 'wî ji bîr nekin'.

**Strana "Mothers of the Disappeared" (Dayikên Windayan) Di destpêka salên 1980'ê de, di serdana xwe ya li El Salvadorê de dema bi dayikên windayan re hatibû cem hev nivîsandibû. (Li El Salvadorê di navbera eniya çep û hikumeta ku DYA piştgirî dida de şerê navxweyî pêk hatibû. Di vî şerî de gelek winda çêbûbûn). Hin ji gotnên stranê: Di nav bayê de em kenê wan dibînin / Di nav baranê de em hêstirên wan dibînin / Em lêdana dilê wan dibihîzin.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 22 04 2026

Li Amedê dem dema şanoyê ye

news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Kolana Ergenekonê bû Kolana Hrant Dink

ad

Serokwezîra Swêdê îstîfa dike

ad

Nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin

ad

Kongre modela 'Xweseriya Demokratîk' diparêze

ad

Aram Tîgran: Hatina Amedê ji bo min xewn e

ad

Bû 4 sal!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname