Diyarname
Dewleta Sûriye ev bi dehan salan e mafê hemwelatiya zêdeyî 300 hezarî kurdî qebûl nake. Niha Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser vê yekê rexneyeke tûj li Sûrî kir. NY di heman demê de got ku ji ber kişwera ziwa zêdeyî 50 hezar kurdî koçî aliyê rojavayê welat kiriye û diyar kir ku dewlet alîkariya wan nake.
Operatorê Taybet yê Mafên Mirovvan ê NY'ê Olivier de Schurter piştî sedrdana xwe ya li Sûriyê raporeke li ser binpêkirina mafên kurdan ên li Sûriyê amade kir.
Di raporê de hate gotin ku digel mafê kurdan ê hemwelatîbûnê nayê qebûl kirin, di heman demê de kurdên ku koçî aliyê rojavayê welat bûne, dewlet alîkariya wan jî nake.
Schutter li Şamê daxuyaniyeke da çapemeniyê, da zanîn ku li aliyê bakurê welat (rojavayê Kurdistanê) mafê hemwelatiyê nedaye 300 hezar kurdî û got "Ev yek nayê qebûlkirin."
Schutter diyar kir ku ev 40 sal zêdetir in kurd bê nasneme ne, xwest mafê wan ê hemwelatiyê bê dayîn û got ku bi vî awayî wê yekîtiya Sûriyê xurtir bibe.
Ji rapora Schutter hin xal:
- Gelek siyasetmedarên kurd di girtîgeh^Ge de ne.
- Li Sûriyê sedî 15'ê serjimariya gel ji kurdan pêk tê.
- Ji sala 2005'an ve ji ber kişwera ziwa kurd goç dikin û Şam tu piştgirî nade wan.
- Di Sûriyeya ku serjimariya wê 17 mîlyone de, piştî ereba gelê herî zêde kurd e û hejmara kurdên li vir dijîn bi texmînî 2 mîlyon e.
- Di hilbijartina serjimariya sala 1962'yan de zêdeyî 300 hezar kurdî bê nasname hatin hiştin. 225 hezar kes ji mafê hemwelatîbûnê bêpar hatin hiştin, 75 hezar kes jî wekî "biyaniyên koka wan nediyar" hatin binavkirin.
- Kurdên li Sûriyê ku ne hemwelatî, kirine du bir. Yên ku mafê hemwelatîbûnê ji destê wan hatiye girtin namsameyên bi rengê tûrûncî dane wan, yên ku wekî "biyanî" hatine hesibandin jî bi temamî bê nasname ne. Di sala 1962'yan de yên ku nasname nedan wan di heman demê de dest danîn ser mal û milkê wan
Ji sûriyê hin notên din:
- Li ser bertekên kurdan di sala 2005'an de rêveberiya Beşar El Esad soza hemwelatîbûnê dabû lê ew soz hat ji bîr kirine. Berevajî wê zagonê nijadperest hatin derxistin.
- Rejima Sûriyê li gor polîtîkaya Kembera Ereb, di sala 2008'an de biryar girt ku kurd nikarin erdên xwe bifroşin an erdên nû bikirin. Ev zagon di 10'ê rezbera 2008'an de hate derxistin û li gor xala 49'an a vê zagonê biryara qedexekirina kirîn û firotina erdan hate dayîn.
- Dewleta Sûriyê di sala 1962'yan de biryar derxistibû ku heta 10 km kûraniya wê derê de kes nikare erdek bikire û bifroşe, li gor vesazkirina nû ya zagonê ev 10 kîlometre derxist 25 kîlometreyan.
Ev der bi taybetî herêmên kurdan ên wekî Cizîr, Efrîn, Qamişlo, Dêrikê digire nava xwe.


